|
Kurdistan
Dewleta Tirk Dîsa Tehemmûlî Rastîyan
Nekir; Aydogdu Hate Girtin
23 Sibat,2007 weþandin:17:03:38
(GDK)
|


Girtina Aydogdu li
Diyarbekîrê hate þermezar kirin
|
HAWAR-DENGÛBAS,AMED,Kurdistan-- Dewleta Tirk ditirse ku gelê Kurd nêzî hev
bibe û naxwaze ku gelê bakûrê Kurdistanê jî piþtgirîya Kurdistana Azad û
meseleya Kerkûkê bikin.
Serokê Partiya Civaka Demokratîk
yê Þaxê Amedê Hilmi Aydogdu ku di daxûyanîke xwe de dîyar kiribû ku "êriþek
li dijî Kerkûkê were bikaranîn, li ba dilê me wek eriþekî li dijî Amedê
hatibe bikaranîn e" îro ji alîyê hêzên dewleta Tirk ve hate girtin.
Aydogdu, îro beþdarê konferansa ku ji aliyê Saziya Parêzeran ya Amedê ve
hatibû lidarxistin, bû. Hatiye ragihandin ku Hilmi Aydogdu, li ser fermana
Serdozdariya Komarê ya Amedê, ji aliyê polîs Tirk ve li salona kanferansê
hatiye biçavkirin.
Aydogdu bi îdîaya 'gel tahrîkî kîn û dijminahiyê kiriye' hate girtin.
Piþtî gotinên Aydogdu di medyaya Tirkan de kampanyaya lînç kirinê destpêkiri
bû.
Çend roje ku di weþanên Tirkan de
li dijî gotinên Aydogan þîroveyên cur bi cur hatin weþandin.
Piþtî girtina Aydogdu li Diyarbekîrê serokên þaredarîyên Amedê li gel
girseyekî rêvebirên DTP yî girtina Aydogdu bi tundî þermezar kirin.Piþtî
daxûyanîyan girse bi sloganan helwesta êrîþkar ya dewleta Tirk protesto
kirin.
Her wiha li Wanê jî hin rêvebirên DTP yî hatin girtin..
Hilmi Aydogdu çi goti
bû?
Serokê DTPê yê Þaxê Amedê Hilmi
Aydogdu jî diyar kiri bû ku divê hemu siyasetmedar û nûnerên Kurd, di vê
pêvajoyê de yekbîn û derfet û enerjiya xwe ji bo tekoþînek hevbeþ bikar
bînin. Aydogdu, bal kiþand li ser vexwendina herdu serokên Kurd ya ji bo
þahiya Newrozê û weha goti bû: “Ji bo çêkirina bingeha yekîtî û yekdengiya
Kurdan, ev vexwendin ji bo me gellek girîng e.”
Serokê DTPê yê Þaxê Amedê Hilmi Aydogdu, diyar kiribû ku ew, bi pêþkeftin û
destkeftiyên Baþûrê Kurdistanê, gellek kêfxweþ û serbilind in. Aydogdu,
herweha ragihandi bû ku ew, destkeftiyên Baþûrê Kurdistanê, wek destkeftiyên
hemu kurdên seranserê dinyayê dinirxînin. Aydogdu, herweha bal kiþandi bû li
ser pirsgirêka Kerkûkê û weha goti bû:“Kerkûk, ji bo tevê Kurdan bajarekî
gellek girîng e. Em tu ferq di navbera Kerkûk û Amedê de nabînin û ger
êriþek li dijî Kerkûkê were bikaranîn, li ba dilê me wek eriþekî li dijî
Amedê hatibe bikaranîn e.”
Hilmi Aydogdu, herweha diyar kiri bû ku her êriþên li dijî Serok û
desthilatdariya Baþûrê Kurdistanê, wan nerhet dike û ew van êriþan, wek li
dijî wan hatibe kirin dinirxînin. "
Karê dewleta Tirk her
tim dijminkarîya Kurdan e
Li Tirkîye wekî her carê li dijî
ramanê helwestekê þovenî hat nîþan dide.Dewleta Tirk û faþîstên Tirk tu carî
tehemmullî avakirina demokrasîyê û azadîya ramanê û vegotina rastîyan û
pêkhatina yekîtîya Kurdan.
Bi dest xistina hin mafên biçûk li Tirkîye bi giþtî li bakûrê Kurdistanê bi
taybetî hêzên nijadperest , arteþa Tirk,dijminên Kurdan,kemalîstên faþîtst,
çeteyên tarî,derdorên mîlîtarîst û hemû hêzên ku ji berjewendîyên xwe winda
dikin dixe nava tirsê û êrîþên bi vî rengî derdikevin holê.
Hêrsa dewleta Tirk li dijî gotinên Aydogdu herî zêde jî ji ber tirsa yekbûna
Kurdan tê.Dewleta Tirk ditirse ku gelê kurd nêzî hev bibe û naxwaze ku gelê
bakûrê kurdistanê jî piþtgirîya Kurdistana Azad û meseleya Kerkûkê bikin û
bi vê avahî hêza Kurdan zêdetir be û polîtîkayên dewleta Tirk bi her avahî
têk biçe. (HAWAR
DENGÛBAS)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|