|
Êrîþên hov dijî bihêz bûna gelê Kurd e û divê deverên kutkirî vegerin ser
îdareya Kurdistana azad
17 Tebax(Gelawêj),
2007 weþandin:06:53:34 (GDK)
ÞINGAL,
baþûrê Kurdistanê (HAWAR) -- Li baþûrê Kurdistanê êvara sêþemî êrîþeke wek
komkujî ser Kurdên êzdî pêk hat.
Li gorî zaniyariyên dawî encama van
teqînan de hejmara þehîdan 600 kesî derbas kir û bi sedan jî brîndar hene.
Tê guman kirin ku di encama êrîþên
ku li gundên Tel Ezer û Xidir de hejmara þehîdan zêdetir hê jî be.Ji
br ku hê jî gelek kes di bin avahiyên hilweþî de nehatine derxistin.
Êrîþ rêvebirya Kurdistana azad jî
xiste nava livûtevgerê.Hikumeta Kurdistan bo parastina hemû axa baþûrê
Kurdistanê dest bi xebatên nû kir.Li herême tedbîrên ewlekariyê gihêþt asta
herî bilind.
Hikûmeta Iraqê biryar da qasî 950
mîlyon dînar wekî alîkarî pêþkêþî kesûkarê qurbanên teqînên terorîstî ên
bajarkê þingalê bike ku tê de sedan welatiyên bêtawan þehîd û birîndar bûn.
Bi serokatiya Cîgirê Serowezîrê
Iraqê Dr.Berhem Ehmed Salih þandeyeke bilind ya Hikûmeta Iraqê bo ji nêzik
ve agahdarbûn û serxweþiyê serdana navçeya Þingalê kirin.Dr. Berhem li gel
Parêzgar, fermandeyê polîs û hejmarek efserên paye bilind li hev
civîya.Salih di civînê de daxwaz kir ku bo ewlehî û aramiya navçeyê hewlên
zêdetir bên dayîn.
Gelê
kurd ser pîyan e
Hemû partî,rexistin,komale û
dezgehên Kurdistanî û gelek dezgeh û navendên cîhanî êrîþên qetlîamî bi
tundî þermezar kirin.
Li baþûrê Kurdistanê piþtî ku
xelkê devera Amêdî nûçeya teqînên Þingalê bihîstin, hejmareke zêde ji gencên
Amêdî digel gelek kadir, berpirs û kargêrên malbenda 33-ê YNK û þaxa 18-ê
PDK meþeke aram li bajarê Amêdiyê saz kirin.
Beþdarên rêpîvanê ber bi nexweþxaneya giþtî ya Amêdiyê rê ketin û li wir
zêdetir ji 200 xwîn bo birîndarên teqînên devera Þingalê bexþîn.Girseyeke
mezin ya Kurdên vê deverê bi tevÎ Pêþmergeyan bo xwîn dane diçin
nexweþxaneyan.
Bi nûneriya serokê Kurdistanê,
wezîrê tenduristiyê yê Kurdistanê serdana birîndarên kiryara terorîstî ya
bajarê Þingalê kir.Wezîrê tenduristiyê Ziryan Osman duhî bi nûneriya serokê
herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi ambulansekî tije derman û pêwîstiyên tibî
ve serdana Nexweþxaneya Hawarçûnê ya Dihokê kir ku 85 birîndarên bûyera pêr
ya Þingalê, li wir hatine bicihkirin.
Dijberên
Kurd bo têkdana Kurdan li Kerkûkê û pêþneketina Kurdan hewl didin
Wek tê zanîn dewleta Tirk
û hin grubên Ereb û Tirkmen bo tevdana rewþa Kurdistanê di nava hevkariyê de
ne.Gelek caran dewleta Tirk Kurdan û
Kurdistana azad bi avayekî eþkere tehdît kir.Dewleta Tirk îdda dike ku bi çêkirina referandûmê wê li Iraqê tundî
gurtir be.Lê dewleta Tirk ev yekê eþkere nake ku wê tundkarîyê bixwe derxîne
holê.Her wiha dîsa lawaz kirina desthilatdarîya Kurdistana azad daxwazîya
hemû dijberên Kurdan e.Bêguman di nava vê êrîþa hovane ya Þingalê de jî
tilîyên heman hêzan heye.
Dewleta Tirk û hemû dijberên Kurdan naxwazin ku referandûmek bê saz kirin.Ji
ber ku ew jî dizanin ger referandûm were kirin wê Kurdan biserkevin.Her wiha
ji heman sedeman dijî pêkanîna madeya 140 ê ne ku bi vê madeyê Kurdên ku ji
Kerkûkê hatine derxistin paþ ve bê vergerandin.
Wek têzanîn 1 Sibata 2004an de,Li
Kurdistana Federal bajarê Hewlêrê terorîstan êriþên xwekuj birin ser
barehagê Partiya Demokrat ya Kurdistanê û Yekîtiya Niþtimanî ya Kurdistanê.Di van êriþan de berpirsên bilind yên PDK-ê û YNK-ê dor 140 kesan hatine
kuþtin.
Her wiha heta niha bi vî þiklî çend êrîþên din jî çêbûn.Bi nêzîk bûna dema
çareserîyê li Kerkûkê dijberên Kurdan bo têkdana serkeftina Kurdan ketîne
nava liv û tevgerê.Di meha gulanê de jî li Mexmûr û mendelÎ jî dijberên Kurd
ku dixwazin aramî Kurdistanê têk bibin û rê li serketina Kurdan bigrin êrîþî
ser Kurdan kiribûn.
Tê xwestin ku pêþketina Kurdistan azad xera bikin.Ger li Iraqê rewþ wisa
berdeam bike dibe ku Kurd jî bi avayekî xwezayî ji Iraqê bi temamî
veqetin.Êrîþên bi vî rengî girîngiya vegerandina deverên dervey Îdareya
Kurdî bo nav sÎnorên Kurdistana azad careke din derket holê..
Di salên dawî de wekî hemû
karesat û êrîþên mezin Kurdan nêzî hevûdin kir.Di vê pêvajoyê de jî Kurd
divê nêzîkî hev bibin û hiþmendîya Kurdeyatî bilind bikin.Ger gelê
Kurdistanê, hemû gelê Kurd bi yekrezî tevbigerin wê planên êrîþkar û
dijminan pûç were derxistin.(HAWAR
DENGÛBAS / Puk Medya,Pna, Ktv,Reuters)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|