|
DTP;"Hedef referandûm e"
17 Tebax(Gelawêj),
2007 weþandin:02:13:32 (GDK)
DTP( Partiya Civaka Demokratîk)
piþtî kiryarên terorîstî ên Þingalê, di daxuyaniyeke nivîskî de kiryara hov
a ku li dijî kurdên êzdî hate kirin bi awayekî dijwar þermezar kir.
Her weha di daxuyaniyê de ragihand ku DTP dê þandeyek biþîne Þingalê.
DTP-ê her weha da zanîn ku di van demên dawîn de êrîþên li dijî kurdan zêde
bûne û armanca wan êrîþan jî berî referandûma Kerkûkê bêîstîqrarkirina
herêmê û ji wan herêman qewitandina kurdan e.
DTP got:" Divê kurd li hember van êrîþan yekîtiya xwe biparêzin û rê nedin
ku provakasyonên ku dixwazin nakokiyên etnîk kûrtir bikin, serkebikevin."
Her wiha Serokê KONGRA GeL Zubeyîr
Aydar êrîþên ku li Þengal û Mûsilê li hemberî kurdên êzîdî pêk hatin, bi
tundî þermezar kir û da zanîn ku bûyer komkujî ye. Aydar, destnîþan kir ku
ev êrîþ berdewama êrîþên jiholêrakirina neteweya kurd e. Zubeyîr Aydar bal
kiþand ku bi van êrîþan dixwazin Mûsil û derdora wî ji kurdan paqij bikin û
di þûna wan de ereban bi cih bikin. Aydar, bang li hikûmeta Kurdistanê û
Iraqê kir û xwest ku li hemberî van êrîþan tedbîr bêne girtin.
© HAWAR DENGÛBAS 2007

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|