|
FKKS: Em qetlîama li hember Kurdên Êzîdî bi tundî þermezar dikin
17 Tebax(Gelawêj),
2007 weþandin:02:13:32 (GDK)
DAXÛYANÎ-- Di 14.08.2007ê
de Kurdên êzidî li Þingalê tûþî qetlîamekê terorîstî bûn Terorîstan bi
kiryarên xwekuþtinê êriþî bazara merkezî ya Gir Uzêrê û gundê Sîba Þêx Xidir
kirin. Li qor qeymeqamê Þingalê Dexîl Qasim Heso di êriþa de zêdetirî 200
kurdên êzidî hatine kuþtin û evqas jî hatine birîndar kirin. Lê li gora
ajansên dinyayê hejmara miriyan li ser 500 kesî ne.
Þingal bajarekî Kurdistanê ye û niþtecihên Gir Uzêrê û gundê Sîba Þêx Xidirî
hemî kurdên êzidî ne.
Dijminê gelê kurd bi van êrîþên hovana dixwazin ewleyî û bêîstikrariya
herêma Kurdistanê xerab bikin, di navbera kurdan de dubendiyê derxin û
refarandûma Kerkûkê pêþve bixîn.
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) bi tundî vê êrîþa hovane ya
dijî mirovayiyê ku li Þingalê li dijî hevwelatiyê me yê Êzîdî qewimî
þermezar dike, ji malbatên kuþtiyan re sersaxiyê ji birîndaran re þîfayê
dixwaze.
Herweha em bi herhawî piþtgiriya fermana seferberiyê ya Serokê Kurdistana
Federe Mesûd Barzanî û beyana Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî dikin ku bi
lêzûbêz birînên kurdên Êzîdî bên pêçandin, terorîst bên girtin û bên mahkeme
kirin û tedbîrên îdarî, emnî û ewleyî bên girtin ku kiryarên weha dubare
nebin.
Federasona Komeleyên Kurdisatnê li Swêdê
© HAWAR DENGÛBAS 2007

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|