|
“Divê baþ bê zanîn ku ew axa ku bi xwîna þehîdan hatiye avdan, wê her ya
Gelê Kurd be”
17 Tebax(Gelawêj),
2007 weþandin:02:13:32 (GDK)
Cîgirê Serokê Giþtî yê Partiya Maf
û Azadiyan-HAK-PARê Hasan Dagtekîn, bi mebesta êrîþa terorîstî û hovane ya
li dijî Kurdên Êzîdî yên li herêma Þengalê, daxuyaniyek da û vê êriþa hov,
bi tundî þermezar kir. Hasan Dagtekîn, diyar kir ku ev bûyera kirêt, bi
destê kî hatibe kirin bila bê, lê divê baþ bê zanîn ku li piþt van kiryaran,
hin kes, alî û grûbên xêrnexwaz ku ji destkeftî û pêþkeftinên Baþûrê
Kurdistanê nerhet in, hene û herweha eþkereye ku destê îstîxbaratên welatên
cîran, di van bûyerên nemirovane de heye.
Dagtekîn, herweha ragihand ku armanca van aliyên bêtehmûl û xêrnexwaz, ew e
ku Kurdên niþteciyên bajar û bajarokên wek Musil, Kerkûk, Þengal, Xaneqîn,
Diyale, Mexmûr û hwd. bidin revandin û van deveran, ji Kurdan paqij bikin û
weha got; “Ev hêzên tarî, dixwazin bi van bûyer û êriþên hov û nemirovane
pêþî li referandûma Kerkûkê û herweha, vegera van deveran ya li ser nexþeya
Herêma Kurdistanê bigrin. Lê, divê ew hêzên destêwerdan baþ bizanibin ku ew
axa ku bi xwîna þehîdan hatiye avdan, wê her ya Gelê Kurd be.
Em wek Partiya Maf û Azadiyan, vê êrîþa hovane þermezar dikin, ji malbatên
þehîdan ra sersaxî daxwaz dikin, êþa birîndaran parve dikin û hevîdar in ku
ew rojeke zûtir sax bibin. Her usa em ji civata Êzîdiyan ra jî sersaxî
daxwaz dikin. Êþa wan, êþa me ye û em bi her awayî li gel wan in.”
© HAWAR DENGÛBAS 2007.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|