|
Daxuyaniya Meclîsa Federasyona Komeleyên Êzdiyan
17 Tebax(Gelawêj),
2007 weþandin:02:13:32 (GDK)
DAXÛYANÎ-- Dîsa ji baþûrê
welêt agahiyên nexêrê tên. Dîsa li ser êzdiyan ferman e. Li herêma Þengalê
li komelgeha Sîba Þêx Xidir û Gir Ozer li ser kurdên êzdî komkujiyek hovane
pêk hat. Li gor agahiyên dawî zêdeyî 500 kesên êzdî, ku piraniya wan zarok û
jin in, bêsûc û sebeb ji aliyên teroristan ve bi awakî hovana ve hatin
qetilkirin.
Kê ev hovîtî kiribe, tu eleqeya wî ne bi xwedê re, ne bi dîn re ne jî bi
mirovahiyê re heye. Bûyer temamî terorîstî yê û qetlîm û wehþeteke hovane li
dij êzdiyan e, li dij kurdan e, li dij Kurdistanê yê û li dij mirovahiyê ye.
Bi vê bûyerê derdikeve holê, ku teror tu dîna nas nake. Wisa xuya dike ku ev
êrîþa hovane plankirî û bi hin armanca hatiye kirin.
Wek tê zanîn ji dema hilweþîna Rejîma Beasê ve, li Iraqê roj naçe ku bi
dehan mirov di encama êrîþan de neyên kuþtin. Iraq bûye zeviya mirinê.
Devera hebkî bêdengî, aramî û ewlehî lê heyî Herêma Kurdistana Federe ye.
Lewma kesên ji Iraqê direvin, wek cihekî ewle, berê xwe didin herêma kurdan.
Em dinerin hêzên li dij kurdan vê aramî û ewlehiyê tahmûl nakin û dixwazin
wir jî tevlî hev bikin. Bi taybetî bo referandûma Kerkûk, Xaneqîn û Þengalê
asteng bikin hemû rêbazên terorîstî bikar tînin. Ev hêzên dijminê kurdan û
kurdistaniyan dixwazin baþûrê Kurdistanê bikin nav qaosê û bi taybet
dixwazin di nav niþtecihên herêmê de nakokiyên heyî zindî bikin, þerê ol û
dînan derxînin û mirovên herêmê berdin hev. Wisa xuya dike, armanca vê
komkujiya dawî ev e, ku herêmê ji kurdên êzdî vala bikin û bi vî awayî di
referandûmê de aliyê ereb bi serkeve. Navê vê kiryarê di lîteratura cîhanî
de paqijiya etnîkî ye û ev yek sûcê mirovahiyê ye.
Dîsa li gor dîtina me li piþt vê komkujiyê hêzên cîranê Kurdistanê ku
naxwazin kurd bi ser kevin, hene. Hin lepên reþ û bêyom di Baþûr de dest bi
tevlîheviyan û qetlîaman kirine.
Em wek Meclîsa Federasyona Komeleyên Êzdiyan bang û daxwaz dikin ku,
1- civaka kurdên êzdî li baþûrê Kurdistanê, li hember êrîþen bi vî rengî bi
metanet tevbigere, neyê provakasyona, yekîtiya xwe, tifaqa xwe çêbike û xwe
birêxistin bike. Bo ewlekariyek mayînde bi rêvebiriya herêmê re xebatek
hevbeþ bimeþine û devera hewce zextê li hukûmeta Kurdistanê bike.
2- hukûmet û rêvebiriya herêmê jî, bi hemû hêz û derfetên xwe biçe ser
bûyerên bi vî rengî. Erkên desthilatdariya xwe bi cih bîne, zagon û yasayan
bide meþandin, ewlekariya welatiyan û bi taybet a êzdiyan, ku ew wan wek
kurdên resen bi nav dikin, pêk bîne.
3- ji her çar perçeyên welêt, hemû kurdên niþtimanperwer divê bertekek ji a
kurdên êzdî hiþktir li hember vê bûyerê nîþan bidin, piþtgiriya xwe û
biratiya xwe bo êzdiyan di pratîkê de bidin xuyakirin.
4- hêzên navnetewî yên wek UNO, AI, DYE û YE peywirên yên navnetewî bi cih
bînin û ji bo kurdên êzdî jî rista xwe bilîzin û berpirsyariya xwe bînin
cih.
Tevlî van bang û daxwazan dîsa wek Meclîsa Federasyona Komeleyên Êzdiyan vê
komkujî û hovîtiya li dij me hatî kirin bi tundî protesto û þermezar dikin,
sersaxiyê ji gelê xwe re dixwazin û dibêjin bi her awayî em bi we re ne û em
li cem we ne. Em wek FKÊ ji roja 16 heta 19ê tebaxê ji bo vê komkujiyê þînê
îlan dikin.
Ji bo li dij vê komkujiya hovana em berteka xwe nîþan bidin û bûyerê
protesto bikin roja 18ê tebaxê(þemî) li bajarê Hannovera Almanya seet di
11an de meþ û mitîngek protestoyê tê organîzekirin. Em wek rêxistin hemû
êzdiyan û hemû gelê kurd vexwendî vê mêþ û mitîngê dikin.
Silav û rêz!
16.08.2007
Meclîsa Federasyona Komeleyên Êzdiyan
© HAWAR DENGÛBAS 2007

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|