|
PSK, PWD û PDK-Bakur qetlîama Þengalê þermezar kirin
17 Tebax(Gelawêj),
2007 weþandin:02:13:32 (GDK)
DAXÛYANÎ-- Kiryara
terorîstan þermezar dikin
Duhî, li bajarokê Þengalê kiryarekî terorîstî pêkhat.
Di encema peqîna 4 otomobîlan, zêdetir ji 200 kesan ji gelê me yê Êzdî hatin
kûþtin û bi sedan kes jî birîndar bûn. Bi gor agahdariyên ku gehiþtine
destên me, hêjmara miriyan gav bi gav zêdetir dibin.
Ji usluba vî kiryara terorîstî diyar dibe, ku gelême yê Êzdî wek hedef
hatiye destniþan kirin. Tê zanîn, eva demek e, ku hêzên terorîst ligel
îstîxbaratên dewletên der doran, dixwazin bi provakasyon û leyiztokên gemar
va nakokî di nava gelê me yê Êzidî û misilman da çêkin û wan berdin hevudu.
Ji her aliyê ve diyar dibe, ku hinek dewletên dewrûber dixwazin bi alikariya
hêzên terorîst yên nokerên xwe, bighên hedef û armancên xwe. Daxwaz diyar e;
ew dixwazin pêþiya prosesa vegera bajar û bajarokên Kurdan ser îdareya
Hikumeta Herêma Kurdistanê bigrin.Ev rastiya hanê di daxuyaniya Serokê
Hêrêma Kurdistan birêz Mesud Barzanî jî diyar dibe: “Em dizanin ev demek e
îstîxbaratên çend dewletan bo zêdetir encamdana tawanên bi vî rengî li dijî
Kurdan, li Kerkûk û Mûsil û Diyaleyê, amadekariyan dikin da ku ew, li gor
hisêbên xwe, van deveran ji Kurdan vala bikin. Baþ xuya ye ku hinek xwefiroþ
jî piþta wan digirin.”
Pûç kirina van armanc û karên terorîstî jî, girêdayiya piþtevaniya me ya
rasteqîn e, li birayên me yên Êzdî.
Em wek Partiya Welatparêzên Demokrat (PWD), Partiya Sosyalista Kurdistan
(PSK) û Partiya Demokrata Kurdistan-Bakur, kiryara teroristê hanê bi tundî
þermezar dikin. Em her weha serexweþiya xwe pêþkeþê malbatên þehidan û
birayên xwe Êzdî dikin û daxwazê me ev e, ku birindaran zû qenc bin.
Rûreþî ji bo terorîstan!
15.08.2007
Partiya Welatparêzên Demokrat (PWD)
Partiya Sosyalista Kurdistan (PSK)
Partiya Demokrat ya Kurdistan-Bakur
© HAWAR DENGÛBAS 2007.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|