|
Mesûd Barzanî;"Bila gelê Kurd bi temamî ji bo rû bi rûbûna dijminan amade
be"
17 Tebax(Gelawêj),
2007 weþandin:05:06:32 (GDK)
Peyama serokê Kurdistanê ye:
Ji bo serokatîya encûmena wezîran, wezareta pêþmerge û pasevanên sînor,
wezareta nêvxweyî û wezareta tendiristîyê...
Di demekê de ku me bi hêvîyek mezin serdana baxdadê kir, da ku em bi cenabê
serokê komarê û berpirsên din re birûnin û pîkolê ji bo çareserkirina
arêþeya iraqê bikin, terorîstan li dijî hemû buhayekî mirovanîyê tawanek
dina mezin anîn serên kurdên resenên Êzdî yên ku li devera Þingalê ne û bû
egerê þehîdbûn û birîndarbûna bi sedan kesên bê guneh. Em bi tûrebûnek mezin
evê tawanê riswa dikin û em dizanin ku ev demek e saloxegerîyên çendîn
dewletan ji bo encamdana tawanên weha li dijî kurd li mûsilê, kerkûkê û
diyala amadekarîyan dikin, da ku wek ew dixwazin kurdan li evan deveran
nehêlin. Gelekî aþkira jî ye, ku hinek xwefiroþ di hundir de ewan terorîstan
hildigirin û wan vediþêrin. Ji ber evê yekê jî:
Yekem: ez daxwazê ji gelê kurdistanê dikim ku ew xweragir be û xwe bi temamî
ji bo rû bi rûbûna dijminan amade bike û divê bi ti cor û awayekî hêvî û
armanca dijmnan pêk nehê û divê ew dever nehên valakirin.
Duyem: ez daxwazê ji hukûmeta federal û hêzên firehnijad dikim, ku sînorekî
ji evan tawanan re daynin, ku li dijî kurd dihên encamdan.
Sêyem: ez daxwazê ji hêzên herêma kurdistanê dikim, ku bi hemû hêz û þiyanên
xwe ve li hewara xelkê kurdên ewan deveran biçin, ku êdî bûne armancên
terorîst û dijminên kurdan û bi awayekî herî dijwar li terorîstan û li
hevkarên wan bidin û êdî ev rewþa han nahî pejirandin.
Çarem: divê wezareta tendiristîya herêma kurdistanê û hemû xelkê kurdistanê
bi hemû hêz û þiyanên xwe ve alîkarîya zerermendên evan tawanan bikin û
tiþtên pêdivê ji wan re berdest bikin.
Ez daxwazê ji Xwedayê mezin dikim, ku cihê þehîdan beheþta berîn be û hêvî
dikim ku birînên birîndaran zû çak bibin.
Mesûd Barzanî
Serokê Kurdistanê
15-08/2007
© HAWAR DENGÛBAS 2007.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|