|
"Bila dijminên Kurdistan baþ bizanibin ku ev êrîþên hovane dê nikaribin pêþî
li serxwebûna Kurd bigre"
17 Tebax(Gelawêj),
2007 weþandin:02:13:32 (GDK)
Careka din dijminên milletê kurd,
dijminê aþtî û aramîyê, terorîstên tirsonek û bêbext êrî?ek nemirovane birin
ser devera þingalê ku ordugahên Gir Uzêr û Sîba þêx Xidirî bû. Di encama vê
karesatê de sêdeyî 200 Kurdên bêguneh þehîd û birîndarbûn.
Her ku Referandûma Kerkûkê nêzîk dibe karesatên terorîstî jî zêde dibin.
Armanca dujminan pa?daxistina referandûmê ye. Di van karesatan de jî tê
dîtin ku, pirsa Kerkûkê ji bo dujminê Kurdan pirsa man û nemanê ye.
Heger pêþî li van karesatên nemirovane neyê girtin û xetera ku referandûm
pêkneyê derkeve holê, wê demê divê kurd bi “leyîstika” referandûmê xwe
nexapîn in û di mesela Kerkûk, þingal û deverên din de prensîba “îhqaq-i
heq” bikarbîn in û hakimîyeta xwe bibin ser sînorên Kurdîstan yên tarîxî û
tabiî. Ev heqê Kurdan yê rewa û tabiî ye.
Armanca dujmin çavtirsandin û ji van herêman qewirandina Kurda ye. Îro ji bo
Kurda ji dewra “yan serkeftin yan mirinê” ye! Ne tenê desthilatdarî,
pêþmerge û hêsên ewlekarîyê, divê ji hefta heta heftêsalîyê hemû Kurd
hiþyar, berpirsîyar û çevnasbin. Divê tu kes yek sietekî xafil nebe. Ji bîr
nekin av disekine dujmin nasekin e. Parastin, parastin, parastin…. Tiþta ku
mirov neparêse ne ya mirov e.
Bila careka din dijminên Kurdistan baþ bizanibin ku ev êrîþên hovane dê
nikaribin pêþî li serxwebûn û azadîya gelê Kurd bigre.
Bila raya giþtî ya navneteweyî jî baþ bizanibe ku, aþtî û aramîya li
rojhilata navîn bi wergirtina mafê neteweyî ya gelê kurd ve girêdayî ye.
Bi vê wesîlê em weke TEVKURDÊ piþtgrîya xwe li banga serokê Herêmê Kak Mesûd
BARzANÎ dikin û dibêjin bila serê gelê Kurd saxbe.
15 Tebax 2007 Diyarbekir
TEVKURD
Tevgera Yekîtîya Neteweyî ya Kurd
© HAWAR DENGÛBAS 2007.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|