|
Ajanên Tirk Tirkmenan li dijî Kurdan
perwerde dikin
11 Tebax(Gelawêj),
2007 weþandin:17:54:02 (GDK)
HEWLÊR,
Kurdistana azad -- Rojnameya Awêne ragihand ku belgeyek ji dezgeha
polîsên Kerkûkê ketiye destê wê ku nîþan dide, MÎT’a tirk endamên Eniya
Tirkmenan wekî ajan perwerde dike û diþîne Kurdistanê da tevliheviyan derxin
û kuþtinan bikin.
Li gorî belgeyên ku li mala birayê sûcdarekî hatine girtin ku pasaport û hin
belgeyên din li gel in, kesekî ji Eniya Tirkmenan yê bi navê Mihememed Saîd
Elî ji aliyê MÎT’a Tirkiyeyê ve hatiye perwerdekirin û þandin. Li gorî
agahiyan ji heman kesî hatiye xwestin ku li herêma Kurdistana Federe
tevliheviyê di nav gel de peyda bike, mirovan bikuje.
Saîd Elî sala 1979’ê li Kifriyê ji dayik bûye û sala 1998’ê lîseya
pîþesaziyêli Kerkûkê temam kiriye. Cara yekemîn di 15’ê gulana 2001’ê de
çûye Tirkiyeyê û di 28’ê Tebaxa 2001’ê de vegeriyaye Iraqê.
Li gor wan nivîsên ku ketine destê polîsên Kerkûkê Mihemmed Seîd Elî piþtî
hilweþiyana rejîma Baasê di riya Þehab Ehmed Ereb re peywendî bi Eniya
Tirkmenan re daniye. Piþt re Þehab wî dixe nav komîteya Eniya Tirkmenan.
KURDEK KUÞTINE
Eniya Tirkmenan piþtî demekê wî bi otomobîleke dolphin a sipî wî dibe
Zaxoyê, li wir kesekî tirk pê didin nasîn. Wek ew bi xwe dibêje ew ji MÎT’ê
Tirkiyeyê ye û destnîþan dike ku ew berpirsê hemû Eniya Tirkmenan e.
Piþt re bi opeleka maronî diçin ji bo kuþtina hemwelatiyekî bi navê Cuma ku
li kolana Kornîþ rûdine. Di vê otomobîlê de Celal Fetah, Cebar Fetah û
Mulazim Raad û kesekî tirk ê nenaskirî hebûye. Wî kesê nenas emir daye ku
Cuma bikujin.
DEWREYA PERWERDEHIYÊ
Li gor belgeyê Mihemed Seîd Elî roja 19 02 2006-ê hatiye þandin Tirkiyeyê li
gel grûbeka din ji bo beþdarîkirina dewreya perwerdeya îxtîyalatê. Yên ku di
vê qursê de amadeyî kirine 44 kes bûne, 12 jê xelkên Kerkukê, 8 jê Hewlêrî,
4 jê Silêmaniyeyî û 20 jî xelkê Bexdayê bûne. Wan kesan kesî hevdû nas
nedikir. Berê ew birine Anqerê paþê birine Îstanbulê ser cadeya Vatanê li
cihekî taybet meþq (perwerde) li ser çeka qenase û devançeyên bêdang bi wan
hatiye kirin. Li wir Mehemed Seîd Elî perwerde li ser qelem cafêk kiriye ku
di eynî wextê de ew demançe jî bûye û ew ji bo rewþên gelek taybet ên pêwist
ên bi dizî hatine taxsîskirin da bên bikar anîn.
‘EZ SÎXURÊ MÎT’Ê ME’
Mehemed Seîd Elî dî îfadeya xwe de diyar kiriye ku wî di rêxistineke bi
temamî veþartî de kar kiriye ku berpirsê wê Talat Ebdulah e li baregeha
Aslan Yuvaci ku baregeh bi navê Baregeha Îxase û Hevkariyê ye rûdine. Her
wiha wî got ku ew edamê MÎT’a tirk e. Her wiha diyar kir ku wî karê
karîkaturê siyasî jî li dijî serokên kurdan.(Dîha)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|