|
Aysel Tugluk kêfa Tirkan tîne ,Leyla Zana
bûye dengê Kurdan
SERHAD B.RÊNAS
22 Tîrmeh,2007
Di wan rojan de gotinên Leyla Zana
û Aysel Tugluk bi taybetî di rojeva Kurdan de ye.
Û hin nakokî,kaos û tevlîhevîya di
nava siyeseta Kurdan de bi teybetî nokakîyên di navbera DTP û encamên vê
yekê yên girêdayî gel zêdetir zelal dibe û wisa xuyaye ku Kurd êdî wê
bikaribin li gor berjewendîyên xwe yên netweyÎ û dema dirêj stratejîyeke nû
saz bikin.
Lê di vê pêvajoyê de divê Kurd
hêla xwe ya ku piþtgirî bidin baþ hilbjêrin.
Aysel Tugluk bûye berdevkê Kemalîstan
Nemzeta
serbixwe ya DTP a Amedê Aysel Tugluk jî di gotarên xwe yên ku dirojnameya
Radîkal de hatine weþandin pesna kemalîzmê dide,behsa parastina mîsaki
mîllîya tirkan dike,bi termînolojî û îdoljîya nîv-komunîst nîv-tirkperestan
diaxife.
Ev þexs dibêje,"Emê bibin fîgura yekbûna tirkan û Kurdan,em riha meclîsa
yekem a tirk dixwazin"
Aysel tugluk ku zimanê Kurdî nizane bi dayikên Kurd re bi Tirkî diaxife çend
hefeya bihûrî , di nivîsek xwe ya rojnameya Radîkal de rûyê xwe yê veþartî û
niyeta xwe ya eslî derxisti bû holê û ji Kurdan daxwaz kiri bû ku Komara
Tirkiyê wek welatek dagirker bi nav nekin. Tugluk, her wiha doza parastina
sînorê Mîsak-i Mîllî kiri bû û diyar kiri bû ku Tirkiye, di bin xeteriya
Peymana Sevrê de ye.
Ev ferqa mezin di navbera Leyla Zana ku di xêza Kurdeyatîyê de ye û Aysel
tugluk ku di xêza Kemalîzm û Îmraliîzm de ye balê dikþîne
Ramanên Aysel Tugluk dijî çarenivîsa gelê kurd e
Gotinên Aysel Tugluk ku têkoþîna bi dehan salan ya netweya kurd bê wate
dihêle gelek kêfa Tirkên ku her tim entegre bûn û nebûna ferqa navbera Tirk
û kurdan de diparêzin anî.Di rojnameyên tirkî de di hefetaya dawî de gelek
nivîskarên Tirk kêfxweþîyên bo gotinên Aysel Tuglýk anîn ziman.
"Leyla Zana di riya bidestxistina
mafên çernivîsa Kurdan de dimeþe
Li bakurê Kurdistanê kêþeyên
neteweyî û civakî gihîþtîye asta herî bilind. Kurd bi temamî ji pêþketin û
ji qebûl kirinê tên mehrum kirin.Ji ber ku dewleta Tirk ser esasê Tirk bûnê
hatîye avakirin û 80 sale jî tiþtek ji vê rastîya xwe jî winda nekirîye.Li
Tirkîye herêmen herî paþdamayî herêma Kurdistanê ye.Kurd bi temamî dev ji
doza netewî berdin jî wê pêþketina herêmên Kurdan her tim were asteng
kirin.Ji ber ku tirsa perçe bûn tu carî jî ji nav dilên wan grubên
rêveberîya Tirkan dernakeve.
Dewleta Tirk di serî de ser bingeheke çewt hatiye avakirin.Pêkhatinek ser
bingehek çawa bê avakirin wê bi vê avahî pêþdikeve.
Di mantalîteya dewleta Tirk de "gel" nîne.Dewlet bo zumre û çîna sereke
heye.Gel garantîya berdewamîya wan e.Ji ber vê yekê di nav gelê Tirk de jî
her tim pêþketina enttellektuelîzm ûhatiye bisînor kirin.Rewþa aborîya gelê
Tirkîye her tim di astekê nizm de hatîye hîþtin.Gel di her konaxê de bi
futbol,magazîn,ol,nîqaþên vala û bê bingeh,nijadperestî û bi gele tiþtên din
hatine ewiqandin.
Di vî þêweya rêveberîyê de armanca sereke bi avayekî pîvandî paþda xistina
gel.Pêþketina gel bo grubên berjewendîxwaz ya rêveberîya Dewleta Tirk xeter
e.Dewlemend bûna gel di hêla aborî de bi giþtî zana bûn,pêþketin,fam kirina
rastîyan,fikirîn,têgihêþtin,xwendin, helsengandin,þareza bûn û bi wan re
girêdayî midexaleya gel bo rêveberîyê jî bixwe re tîne.Ji bo ku wan gruban
ku ji sermeyadar,çete,mafya,çeteyên nava arteþa Tirk û çeteyên
sûyasî-leþketî pêþ tê ji berjewendîyên xwe nebin hin jî li Tirkîye li ser
domandina þêweya rêvebirînê ku li jor de hate behs kirin bi israrin.
Rewþa gelê Kurd di nava sîstemê de 2 caran xirabtir e.Ji ber ku Kurd bi
temamî ji pêþketin û ji qebûl kirinê tên mehrum kirin.Ji ber ku dewleta Tirk
ser esasê Tirk bûnê hatîye avakirin û 80 sale jî tiþtek ji vê rastîya xwe jî
winda nekirîye.Li Tirkîye herêmen herî paþdamayî herêma Kurdistanê ye.Kurd
bi temamî dev ji doza netewî berdin jî wê pêþketina herêmên Kurdan her tim
were asteng kirin.Ji ber ku tirsa perçe bûn tu carî jî ji nav dilên wan
grubên rêveberîya Tirkan dernakeve.
Bi destxistina mafên neteweyî ya gelê Kurd li alîyêkî ne mimkune ku Kurd
beyî avakirna rêvebirêke Kurdî jiyanake pêþketî di warê ekonomîyê,jiyaneke
bi ewle û xwedî strandartên bilind,xizmetên baþ ya
tenduristî,perwerde,jîngeh,delfetên sosyal û hwd. nikarin bi dest bixwînin.
Di vê çerçoveyê de gotinên Leyla Zana behsa avakirina eyaleta Kurdistanê
dike gaveke bo gihêþtina çarenivîsa gelê Kurd e û daxûyanîyên Aysel Tugluk
jî berovajî vê yekê hewleke dûr xistina neteweya Kurd ji çarenivîsa xwe ye û
piþtgirîye bo asîmîlasyonene cûda,veþartî û tarî.
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû
Naveroka Beþa Kurdistan
|