|
Dewleta Tirk, tehemmulî Zimanê Kurdî nake
10 Tîrmeh,2007
weþandin:03:21:34 (GDK)
MêRDÎN,bakurê
Kurdistanê -- Li Qoserê, navçeya Bajarê Mêrdînê, ji aliyê hêzên Polêsên
Dewleta Tirk ve pêþî li tirimbêla namzetê serbixwe ya Ehmet Turk ku tê de
zimanê Kurdî bang û propagandeya hilbijartinê dihat kirin, hat birîn.
Polîsan ji ajovan ewraqên fermî xwest da ku ceza lê bibire, lê di ewraqan de
kêmasî nehat dîtin, lê dîsa jî cezayê bibîranîne li ajovan hat birîn.
Polîsan ji ajovan û berpirsê komîsyona propagandayê dike re got, “divêt li
navenda bajêr bi Kurdî propaganda neyê kirin û bi Kurdî muzîk lê nekeve. Lê
li taxan emê ji vê yekê re çavên xwe bigirin.”
Li ser vê yekê berpirsên rêxistina DTP’ê hat cîhê bûyerê û di nava wan û
polîsan de gengeþiyên kurtedemî derbas bû. Li kolana Riha li ser vê yekê
komek hemwelatî civiyan. Hemwelatiyan bo qedexebûna muzîk û zimanê kurdî
nerazîbûnên xwe danîn ziman
Berî propaganda hilbijartinê dest pê bike, Wezareta Karê Hundir bi
Talîmnameyek Giþtî ji bilî zimanê Tirkî propaganda di helbijartinê de qedexe
kiriye û ev yek ji hemû rêxistinên xwe re þandiye.(KTV
/ Ferec Îbrahîm )
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû
Naveroka Beþa Kurdistan
|