|
Partîya þoven ya Tirk MHP li Diyarbekîrê bi rehetî dijberîya Kurdan dike
06 Tîrmeh,2007
weþandin:09:15:54 (GDK)
|

Abdullah Arzakçi û çendên Kurdên cehþ
di civîna li avahîya MHP de |
HAWAR,AMED,Kurdistan --
MHP bi konvoyan,bi civîn û bi sloganên
þovenî li Amedê bi rehetî propagandaya dijî Kurdan pêk tîne
Li Tirkîye û bakûrê Kurdistanê bo
hilbijartinên di 22 Tîrmehê 2 hefte ma.Kurd bo wan hilbijartinan bereyeke
yekgirtî ava nekirin.KADEP û HAK-PAR tevlÎ hilbijartinana nebûn.Ser navê
Kurdan DTP bi berendamên serbixwe tevlî hilbijartinana dibe.Bi nêzîk bûna
dema hilbijartina giþtî ya 22 Tîrmehê xebatên propaganda bo hilbijartinan jî
zêde dibe.
Wek tê zanîn bajarê Dîyarbekîr di
warê sîyasî de wek qelaya kurdan tê nasîn.li gel vê yekê li Amedê rewþeke
sosret derketîye holê.
Li bakûra Kurdistanê bi taybetî li
Diyarbekîrê her tim piþtgirîya gel bo partîyên ne-Kurd çêbûye.Lê ev piþtgirî
zêdetir bi hêstên olî pêk hatiye.Berê bo partîyê Necmeddîn Erbakan û niha jî
bo partiya Erdogan AKP jÎ hema piþtgirÎ heye.Dibe ku di çerçoveya olî de ev
piþtgirî bê fam kirin.
Lê partîya MHP ku di nava
30-40 salên dawîn de di hemû êrîþkarî,qetlîam,sûîkast, revandin,êþkence, û
hemû hewlên dijî Kurdan de li gel dewleta tirk de tevgerîyaye û heta gelek
kiryaran jî bixwe pêkanîye. Dewleta Tirk ya veþartî bo tunekirina kurdan her
tim jî piþtgrîyê daye MHP.Ev partî bi temamî ser îdolojîya tun kirina
Kurdan hatiye ava kirin,di wan rojan de bi konvoyan,bi civîn û bi sloganên
þovenî li Amedê bi rehetî propagandaya dijî Kurdan pêk tîne.
MHP li Amedê deriyê vekir û niha belav dibe
MHP heta berîya 10 salan nikarî
bûn ku li Amedê þaxeke partîyên xwe vekin.Gele Amedê destûrê nedida ku MHP
li Amedê bihêz be.Lê niha MHP li Amedê polîtîkayên xwe yên ser esasê tune
kirina hebûna Kurdan bi eþkereyî dimeþîne.
MHP bi taybetî bi pêkanîna endamtîyan bo MHP qada xebatên xwe berfirehtir
dikin.Serokê þaxa MHP Abdullah Arzakçi ye.Abdullah Arzakçi li Amedê kesekî
naskirîye û xwedî þîrketeke înþaatê ye jî.Tiþtê herî balkeþ jî ewe ku
Abdullah Arzakçî hê jî baþ nikare zimanê tirkî biaxife.MHP xebatên xwe yên
li Amedê bi malpereke jî didin nasandin.(mhpdiyarbakir.com)
Li tevahîya Kurdistana bakûr ligên wana herî girîng ya birexistin bûyîn û bi
bandor bûyînê Komaleyên Ulkucîyan(Ulkucu navê nijadperestên MHP yî ye) e.
Her wiha MHP û faþîstên Tirk li Amedê di çend mehên dawî de bo xapandina
Kurdan kafe,kafeya înternetê, xwaringeh,komaleyên çandî,komaleyên sporê û
cihên bi vî rengî vedikin û di wan cîhnde bi mûzîka ku tê lêxistin,wêne û
posterên ku diwarên wan cihan tê daliqandin û bi gelek sembolên din dixwazin
hêst û ramanên ciwanên kurd bigûherînin,bixapînin û bi tevahî ji Kurd bûnê
dûr bixin.
Her çiqas Kurdan di gelek xwepêþandanden de avahîya MHPyê bi keviran da ne
ber êrîþan jî êdî li dijî MHP nerazîbûn ne girseyî ye. MHP êdî bi rihetî
karên xwe dimeþîne.Her wiha partÎyeke din ya faþîstên tirk bi navê BBP(Buyuk
birlik Partisî/Partîya Yekîtîya Mezin) jî amadekarîyên xwe bo birexistin
bûyîna li Amedê dike.
Ji xeynî xwendekaran bi taybetî gûndîyên ku xwedî zîhnîyeta paþverû ne û zû
tên xwepandin bo hin berjewendîyên biçûk ku di mseleyên cerdeavnî û
cahþitîyêde jî bi heman rengî tevdigrin û tevlî MHPyê dibin.
MHP li Amedê di serî navçeyên wek Çunguþ,Çermîk,Bismîl,Erxenî û hemû
navçeyên din yên Amedê de birexistin bûye.MHP piþtî bajarên wek Erzirom,Erzingan,Sêwas,Meletî,Elezîz û çend
bajarên din ku hatine asîmîle kirin û kirin e navênda faþîzma Tirk, niha
dixwazin navenda hemû Kurdên Cîhanê û sembola hebûna Kurdan Diyarbekîrê
bixin heman rewþê.
Rewþa
Amedê di xeterê de ye
Ger qelaya herî mezin ya kurdan
bikeve vê rewþê dê hemû bajarên din ya Kurdan jî bi temamî ji dest biçe.Ji
bo Tirkperestan jî girîngîyeke sembolîk ya Diyarbekîrê heye.Ger li Amedê
dengên dijî daxwazên Kurdan bilind be wê hemû dijberên Kurd cesaretê bigrin
û dewama mîtîngên wisa bê û heta hewldanên zêdetir wê derkeve holê.
Ger li Amedê rexistin,komale,dezgehên perwerdeyî û sazîyên Kurdan çiqas zêde
be û wan rexistin,komale û sazî bi gel re bikevin dîyalogekî xurt û medyaya
Kurdî jî di nava wan gel û wan rexistinan de navbenkarîyek baþ pêk bînê dê
bi avayekî xwezayî hewldanên dijberên Kurdan bêne pûç kirin.
Divê rexistinên polîtîk yên Kurdan jî bi civîn,daxûyanî, kampanya, avakirina
komîteyên piþtgirî û enformasyonê û bi hewldanên din xebatên Tirkperestan
zêdetir asteng bikin û gel hiþyar bikin.(HAWAR DENGÛBAS)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû
Naveroka Beþa Kurdistan
|