|
Pisûlaya hilbibartinê ya Amedê diyar bû
14 Tîrmeh,2007
weþandin:12:07:4 (GDK)
AMED,bakurê Kurdistanê --
Li Amedê pisûlayên rayan ku navê 11 partiyên siyasî û 31 namzetên serbixwe
tê de cih digire, derketin. Namezetên 'Hezar Hêviyan' ên Amedê jî pisûlayên
rayan mezin kirin û li avahiya DTP'a Amedê daliqandin. Di çarçoveya xebatên
hilbijartinê de jî bi tevahî 300 hezar pisûlayên rayan wê li hilbijêran bêne
belavkirin û cihê ku wê mohra xwe lê bixin, nîþanî hilbijêran bê dayîn.
Pisûlaya rayan a ku wê di hilbijartinên giþtî yên 22'yê tîrmehê de li Amedê
were bikaranîn, kifþ bû. Di pisûlaya Amedê de navê 11 partiyên siyasî û 31
namzetên serbixwe cih digirin. Firehiya pisûlaya rayan 168 mîlîmetre (16.8
cm), dirêjahiya wê jî 640 mîlîmetre (64 cm) ye. Namzetê Serbixwe yê 'Hezar
Hêviyan' Selahattîn Demîrtaþ, li kêleka partiyên siyasî, di rêza herî jorîn
de di rêza 4'emîn de cih digre. Aysel Tugluk di rêza herî jêrîn de di rêza
5'emîn de cih girt. Akin Bîrdal di rêza herî jêrîn, di rêza 9'emîn de li
kêleka MHP'ê, Gultan Kiþanak jî di rêza herî jêrîn de di 2'yemîn rêza dawîn
de cih digire. Namzetên 'Hezar Hêviyan', hesabê rêjeya xwendin û nivîsandinê
ya li Amedê ku kêm e girtin berçav, loma wê li herêmên hilbijartinê xebata
xwe bi pisûlayên rayan bimeþînin. Ji bo her namzetek 75 hezar sûretê
pûsûlaya rayan wê bê çapkirin, belavkirin û wê cihê ku hewce ye hilbijar
mohra xwe lêxin, were nîþandan.
Mînakên mezin ê pûsûlayên rayan jî li avahiya DTP'a Amedê daleqandin.
Welatiyan jî bi baldarî li pûsûlayên ku hatin daleqandin nihêrtin û hewl dan
ku cihê namzetê wê raya xwe bidinê bibînin. Digel ku daxwaz hate kirin,
nimro ji bo namzetên serbixwe nehat dayîn. Balkêþ e ku navê namzetên
serbixwe bi puntoyên biçûk hatine nivîsandin.
Namzetên 'Hezar Hêviyan', digel hemû astengkirinan hewl didin xwe bigihînin
hemû hilbijêran û xebatên hilbijartinê bi pisûlayên rayavêtinê bimeþînin..(Dîha)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû
Naveroka Beþa Kurdistan
|