|
Baskin Oran: Ji xeynî çiyan çi rê ji kurda re nehiþtine e
02 Tîrmeh,2007
weþandin:21:38:21 (GDK)
DUHOK,Kurdistana
azad -- Prof. Dr. Baskýn Oran li Tirkiyê yek ji wan kesan e ku civatê
baþ nas dike, têkiliyên xwe bi derve re heye û li ser pirsên neteweperestî,
giloverî, pirçandîbûn û polîtîka derve têra xwe kur e, pispor e.Oran di
hilbijartinê Tirkiyê de wek berendamek serbixwe ji Stenbolê, Herêma 2:an
beþdar dibe. Rojnameya Vatan ê bi Oran re hevpeyvînek pêk anî. Hevpeyvîn ji
awira pirsa demokrasiyê li Tirkiyê û pirsgirêka Kurd têra xwe balkêþ e. Me
beþekmezin ji hevpeyvînê ji bo xwendevanên bi kurdî wergerand:
- DTP ê di serî de piþtgiriya te kir. Paþê gava xwe bi paþve avêt. Çima?
Li ser pirsê gelek kes bi telefon û e-nameyan dengên xwe dighêjînin me.
Bêhtir ji Stembol ê û Amed ê... Du beþ nêzîkayî hene: "Mamoste bibore" û
"Mamoste em ê dengên xwe bidine te". Ew, hêrsbûna xwe dihênin zimên. Lê ez
xemgîniya xwe didime der. Ji ber ku ez, ne ji aliyê kurda û ne jî ji aliyê
DTP ê li benda nêzîkayiyek wisan bûm. Lê ev bêþketin nikarê bandorê li me
bike. Biryara berendametiyê bêyî piþtgiriya wan hatibû wergirtin. Piþtî
danîna berendamtiyê bi rojekê, DTP ê bi beyanekê diyar kir ku ew ê
piþtgiriya me dikin. Paþê em pê hisiyan ku serokê bajêr berendametiya xwe
daniye. Ev bûyer ji me re ecêb bû û xemgînî li cem em pêk anî.
- Dema ku DTP ê di meclîsê de komekê ava bike, hûn dê di nava wê de cî
bigirina an na?
Ez çep im û berendamek serbixwe me. Ez di nava tu partiyan de cî nagirim. Ji
ber ku di nava sînorê Tirkiyê de çi partiyek polîtîk bi dilê min tune ye.
- Dema ku hûn bêne hilbijartin, hûnê giraniyê bidin çi?
Ez ê bi giranî li ser Pirsa Kurd rawestim. Ji ber ku çi pirs bêyî çareseriya
Pirsa Kurd nikare çareser bibe.
- Li gorî Doðu Perinçek, mafên kurdan yên demokratîk hatine dan...
Dema bersiva wî jê re bes be, bersivê bide wî bi xwe, çi problem tune ye.
- Berendamê Rihayê yê DP ê Suna Kepeoðlu dibêje, li Tirkiyê pirsa yekem êþa
dêûbavan e ku zarokên xwe di þer de winda dikin...
Em yek tiþtî dibêjin, tînin zimên. Pirsa Kurd, ne tenê ya kurda ne. Pirsa
Kurd di heman demê de ya Pirsa Tirka ne. Di pirtûka hevalê min Doðu Perinçek
de qala "PirsaTirk" an hatiye kirin. Lê naveroka xwe li ser Pirsa Kurd e.
Dayikên þehîdan dayik in, ma gelo dayikên din ku zarokên xwe di þer de winda
dikin ne dê ne? Ew tev dayikên me ne. Tev zarokên me ne. Dema em wisan
nêzîkî pirsê nebin, di nav me de dê neyartî pêk were, pirs dê bibe pirsa
xwînê.
- Pirsa Kurd çawa dikare çareser bibe?
Ez berî niha li Cem tv yê bûm. Programa li wir ji aliyê hevalê min M. Ali
Kýlýçbay ve dihate îdarekirin. Wî pirsek ji min kir: Pirsa Diyanet ê (ol)
çawa dikare çareser bibe? Bersiva min wisan bû: Pirsek din heye ku mîna wê
ye, ew jî Pirsa Kurd e. Bersiva herdu pirsan jî mîna hevûdu ye.
Di destpêkê rewþek azad pêwîst e ku mirov dîtina xwe bê þik bîne zimên. Dema
di rewþek azad de pirs bên niqaþkirin, bersivên wan jî dê werin holê.
Çareseriya pirsan hêsantir dibe.
Dema mirov vê kêliyê qala Pirsa Diyanet ê bike û piþtî beyanê bi
sucadarîkirina "li dijî dezgehên qanûnî xebatkirinê û alîkariya hêzên
þerîetxwaz" bê gunehkarkirin, Pirsa Diyanet ê nikare çareser bibe. Ev yek ji
bo Pirsa Kurd jî derbas dibe. Gava mirov ji ber sedema "Cudakirina Tirkiyê û
propogandeya cudaxwaziyê" bê cezkirin, pirs dixiliqe û rê li ber tê girtin.
Pêwîst e mirov di konaxa niqaþa pirsên bikelem re derbas bibe ku rewþek
baþtir were holê. Hetanî ev yek pêk neyê çareserî dijwar e.
- Çi pirsên din ku bikelem in hene?
Hetanî sala 1975 an Pirsa Kibris ê, di navbêra 1975-1985 Pirsa Ermaniya,
1985-1999 an Pirsa Kurd û piþtre pirsa oldariyê... Ev her çar pirsên mezin
in. Lê me ew xistin bin merþê. Bi peyva fransiyan, me cendek di dolaban de
bi cî kir. Lê niha bêhn bi wan ket. Ji mirinê rabûn e ser nigan. Di bingeha
paranoya me ya Peymana Sewrê de jî ev pirs hene. Hetanî ev pirs di rewþek
azad de neyên niqaþkirin, çareseriya wan jî nikare bê dîtin. Ji bo xebatên
çareseriyê pêwîstî bi avakirina rewþek azad heye. Ez ji bo ku rewþek wisan
azad di parlementoyê de pêk bînim dibim berendam. Ji min re wezîfe ye,
þerefek mezin e ku ez vê wezîfê pêk bînim. Cara pêþî ye ku di dîroka
demokrasiya Tirkiyê de bizava çep li dora berendamekî dicive, yekbûna xwe
pêk tîne.
- Li gorî dîtina te, dema kurd vê carê jî cihê xwe di parlementoyê de
negirin, rewþ dê dijwartir bibe...
Rast e. Ji ber ku dema ev yek pêk neyê aþitiyek bi heqanî jî nikare pêk
were. Îro ji bilî serê çiyan pê ve çi rêyên din li pêþiya van mirovan
nehiþtine. Lewma ye ez dixwazim berendamên DTP ê cihê xwe di meclîs ê de
bigirin. Mîna ku ez ji xwe re dixwazim, wisan jî ji wan re dixwazim.
- Gelo AKP dikare bi DTP ê re kowalîsyonekê pêk bîne?
Belê, dikare. Serokwezîr ji bo vê yekê derî vekirî hiþtiye. Wî nimûneya HÖH
ê da. HÖH di destpêkê de li Bulgaristanê wek partiyek tirka derket holê. Lê
di rastiyê de nebû partiyek etnîkî. Ji ber vê taybetiya xwe jî dengê bulgara
jî girt. Ji % 40 deng ji wan girt û gelek kesên bulgar bûn parlementer. Hêz
û serkevtina wan ji vê kirina wan tê. Serkevtina HÖH ê dikare ji mer jî bibe
nimûneyek baþ.
- Hûn dibêjin, çepîtiya AKP ê bi sed caran ji CHP ê bêhtir e...
Beþek ji hevalên min rexne li min kirin û wisan gotin: "Axaftina bi þêweyê
te ne rast e. Mirov dikarin hizir bikin ku tu ji aliyê AKP ê ye. "
Lê kesên min nas dikin, hayê xwe ji dîtînê min hene, wisan hizir nakin.
Mirovên min baþnas nakin, dikarin fikir bikin ku ez nêzî AKP ê dibim.
Lê ez peyva xwe serast dikim: Kevneperestiya CHP ê sed caran ji ya AKP ê
bêhtir e. Niha hemû kes zane bê ez dixwazim çi bêjim.
- Di destpêkê de tê qalkirin ku tu bi germî nêzî AKP ê dibû?
Tenê carekê. Ew jî ji ber wê bû ku rê li ber Konferansa Ermeniyan negirtin.
Li ser pirsê nêzîkayiya AKP ê ne xirab bû. Piþtî konferansê, di psîkolojiya
wê demê de min gotibû: Dema niha hilbijartin pêk were, ez dikarim ji bo AKP
ê bifikirim. Piþtre AKP teslîmî neteweperestiya tirk bû û ket ber bahoza
hilbijartina li Tirkiyê, li gorî wê polîtîka xwe plan kir...
- Kowalîsyonek di navbêra CHP û MHP ê dikare pêk were?
Bi baweriya te niha kowalîsyonek wisan tune ye? Lê ne ku MHP nêzî CHP ê
dibe!
Prof. Dr. Baskýn Oran kî ye
1945 an de li Izmir ê hate dinyê. Piþtî xwendina lîseyê, Fakulteya
Zaniyariya Polîtîkayê xwend. Li fakulteyta SBF ê bû asîstan û li ser
têkiliyên navnetewî doktoreya xwe bi dawî anî. Hejmarek pirtûk nîvîsîne. Li
Konseya Ewropayê-ECRI yê de li ser têkiliyên netewî û di sazûmana mafê
mirovan ku bi serekomara Tirkiyê ve girêdayî ye wezîfe dikir
(Wergêr: Gabar
Çiyan & Zarathustra News)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû
Naveroka Beþa Kurdistan
|