|
Li Kurdistanê dengên DTP çima kêmtir bû?
NÛÇE-ANALÎZ: HESEN DILGEÞ /
HAWAR DENGÛBAS
24 Tîrmeh,2007
weþandin:03:34:32 (GDK)
Li Tirkîye û bakûrê Kurdistanê bo
hilbijartinên 22 Tîrmehê pêk hat.Di encama hilbijartinan de Kurdan
piþtî 16 salan ketin parlmena Tirkîyeyê.Kurd derîyeke nû nav rêbazên
têkoþînê tevlî kirin.
24 namzetên Kurd wekî parlmenter
hatin hilbijartin.AKP encameke dîrokî vergirt û ji %47ê dengan vergirt.CHP
ku propagandaya kemalîzm û þovenîzmê dikir li gel hemû hewlên xwe yên
provakatîf û dervey hiquqî xwe encax ji %20,partîya þoven MHP jî %14 deng
vergirt û kete parlemenê.
CHP û MHP bi tevahî ji bakûrê
Kurdistanê winda bûn û têk çûn.
Lê her çiqas kurd ketibûn jî
parlemenê li hemberî encamê herkes matmayî ma.Ji ber ku DTP di vê
hilbijartinan de encama herî xirab ya dîroka xwe stand.Partîyên tevgera
siyasîya kurd ku tevlî hilbijartinan dibÛn di 15 salên dawîn de het di him
di tevahîya kurdistanê de dengên xwe zede dikirin Û hejmara bajarên kurdan
ku dibûn yekemîn di her hilbijartinê de zêdetir dibû.
•
Di hilbijartinên 1995'an
de HADEP di tevahîya Tirkîye ji %4,3 deng vergirti bû û 6
bajarên kurd de bû bû yekemîn
•
Di hilbijartinên 1999'an
de HADEP di tevahîya Tirkîye ji %4,8 deng vergirti bû û 10
bajarên kurd de bû bû yekemîn
•
Di hilbijartinên 2002'an
de DEHAP di tevahîya Tirkîye bi qasê 2 milyon ji %6,2 deng vergirti
bû û 15 bajarên kurd de bû bû yekemîn.
•
Di hilbijartinên dawî
a 2007'an de DTP di tevahîya Tirkîye tevî dengên Ufuk Uras bi qasê
1.7 milyon ji % 4.1 deng vergirt û 5 bajarên kurd(Amed,Dêrsîm,Ixdir,Þirnex,
Colemêrg) de bû
yekemîn
Sedemên sereke ya zêde nebûn û kêm bûna
dengên DTP
Sedemên sereke ya zêde bûna dengên AKP û
Zêdebûn li aliyekî dengên DTP li
Kurdistanê pirr zêde nebe jî kêm bûn.Girseya ku berê dengên xwe didan DEHAPê
pirr zêde ber bi AKP ve neçûn.Di hêleke din de jî li þûna ku CHP an jî MHP
li Kurdistanê xurtir bibin AKP hê baþtire. AKP piranî dengên partiyên din
kiþand cem xwe.Lê bi taybetî li Amedê gelek Kurd neçûn ser sindoqan û DTP
protesto kirin.Di hin bajaran de dengê DTP zêde bûn,lê di gelekan de jî kêm
bûn û AKP jî dengên bi avayekî pirr zêde zêde kir.Bi giþtî sedemên sereke ya
kêm bûna dengên DTP ewin ku hinek wan girêdeyî DTP ne;
1• Namzetên þaþ:DTP namzetên ku bû
bû sedema nerazîbûna gel diyar kir,gelek namzetên DTP þaþ bû di serî de
wek kesên Aysel Tugluk ku pesna Mîsaki Millî dikir.Gelek namzetên ji aliyê
gel û raya giþtî ve nedihat pejirandin hatin nîþan kirin.Êdî gel li gel
hessasîyetên neteweyî rêvebirîyeke hemdem û profesyonek û nezî gel
dixwaze.Ger tê xwstin ku gelê Kurd zêdetir xwedî li nirxên neteweyî derkeve
divê êdî daxwaziyên gel jî cidî bê girtin.dinya diguhere,sîstem diguhere
rewþ çi be bila bibe.Bo bi bandor bûna ser gel divê hundirê daxwaziyên
siyasî bi daxwazên gel bê tije kirin.Gelek namzetên DTP zimanê kurdî jî
nizanî bûn.Bi taybetî hemû namzetên AKP ji bo ku bi gel re baþ têkîlî deynîn
namzeten Kurdî dizanin hilbijarti bû.Her wiha gel ji þexsiyetên di nava DTP
jî bêzarin.Di nava DTP de kesên bi îstixrar nÎnin û tevlîhevî û alozîyeke
mezin heye.Gel dixwaze mirovên cidÎ û serwe bibîne.(Derdora
PKK heman tiþtî di gelek waran de pêk tîne.Kurd neteweyeke bêdewletin û kurd
bi zimanê xwe perwerde nabin.Lê ew çi dikin.rojnameyke Kurdî derdixin,lê ji
alîye mîzanpajê de naþibe rojnameyeke.Malperek çê dikin ji alîyê dîzayn û
naverokê de naþibe malperekê.Difikirin ku Kurdî ye bila bê xwendin. Di
namzetan de jî heman tiþt pêk anîn.Di vê serdemê de divê bo bal
kiþandin,piþtgirî girtin,bi tesîr bûn a ser gel û bo kiþandia ser
Kurdewarîyê metodên hemdem lazim e.ji ber ku Kurd ne xwedî dewletin û
alternatîfa her tiþtî di dagirkeran de heye.Divê êdÎ her tiþtê Kurdan heta
asteke cazîptir bin.bo vê yekê delfet hene. )
2• Kêmasîya propaganda: DTP propagandeyek
baþ pêk neanî.Delfetên reklamê baþ bi kar neanîn.Ji amadekirina mîtîngan
heta çap kirina belavok,afîþ û reklaman xebateke profesyonel nemeþand.Gelek
derneg dest bi xebatan kir.Medya nehate bi karanîn, medyaya elektronîk
nehate bikaranîn. Bo
mîtîngan xebateke xurt pêk neanî û di hemû bajarên ku potansyela dengan heye
pêk neanî.Dîmeneke dînamîk û xurt nîþan nedan.Baþ birexistin nebû,bi gel re
têkîlîyeke xurt pêk neanî,neçû hemû malan. Amedekariya DTP bo hilbijartinan
bi afîþ,belavokan ji amadekariyeke festîvaleke lawaztir bû.Kadroyên DTP ji
gel dûr bû.Kolan bi kolan,mal bi mal neçûn.Gerek dikir ku bi eþîr û komên
herêmî jî têkîlî bihata dayîn.Derket holê ku di vê serdemê de
bi, bi kar anîna hemû delfetan xebat neye kirin êdî îqna kirina gel ne di
mesleyên netweyî û ne jî di mesleyên din de ne mimkune.Kurd êdî di warê
pirsên neteweyî de hiþmend be jî ne be jî beyî xebat dengê xwe nade.
3• Di pirsgirêka Kurd
de nezelalî: DTP polîtîkayeke vekirî
nemeþand.Di pirsgirêka kurd de tiþtên eþkere diyar nekir. Projeyke
rûniþtî pêþkeþ nekir.Xalên zelal diyar nekir.(Wek
"Emê bo perwerdeya Kurdî hewl bidin,"Emê bo otonomî,federalîzm,eyaleteke
Kurd an jî herêmeke ,rêvebiriyeke taybet bo Kurdan bixebitin,"Emê bo rê li
vebûna medyaya kurdî bi zimanê Kurdî ya bêsînor di bakûrê kurdistanê de
bixebitin","Emê bo rakirina qedexeya ser navên mirov û cîhan yên bi kurdî
hewl bidin","Emê bo bikaranîna kurdî di fermîyetê de hewl bidin" û hwd..li
þûna wan "Gotina me bo Tirkîyeyê heye" gotin)
4• Pêknehatina bloka
Kurd û xêza îmralî: DTP rê neda ku bo
hilbijartinan blokeke Kurd ava bibe û bi HAK-PAR,KADEP û gelek derdorên
Kurd re hevkarî çênekir û guh neda tu rexne û pêþniyarên ku Kurdên ji dervey
derdora PKK.Gerek bû ku KADEP,DTP,HAK-PAR û hemû sazî,rexistin,komale û
navendên Kurd bi yekrêzî tevbigerin û hêza siyasîya Kurdan xurtir bikin.Ger
Kurd bi yekdengî tevbigeriya na dê Kurd hêzêke psîkolojîk jî bidest
bixandin.Ji ber ku ketina partîyên Tirk bo meclîsa Tirkîye û ya Kurdan ne
heman tiþt e Kurdên ku xwedî nêrînên cûda bûn wek muxatap negirt û dev ji
xêza îmralî berneda.Her wiha DTP guh neda tu rexneyên gel û nerazîbûnên gel
di derbarê rêvebirîya DTP de berçav nehate girtin.Ji ber ku rêvebirî
guh neda xelkê beralî kirina girseyan jî dijwartir bû.Her wiha hevkariya bi
çepgirên tirk re ku di encamê de tu feyde neanî, jî bû nerazîbûna gel.
5• Bê projeyîya di
problemên aborîde: DTP di problemên
aborî de tu proje pêþkeþ nekir.Di mîtîng û propagandayan de
derbarê pêþxisitna rewþa aborîya Kurdistanê de tu pêþnîyar an jî daxwaz
diyar nekirin.Tenê gotin aborî xirabe û birçî bûn heye.Tenê tespît kirin lê
çareserî neanîn ziman.Divîya bû ku Kurdan bêjin encax herî zêde Kurd ango
DTP dikare problemên me yên aborî dikere bîne ziman.DTP
di propagandayên xwe de pir zêde negatîf-neyênî bû.Wekî CHP bê navber AKP
sûcdar kir û her tim gilî û gazinc kir.Piraniya kurdan jixwe ji pirsgirêka
kurd haydar in.Divîya bû problemên aborî ya gelê Kurd li bin banê pirsgirêka
Kurd de bihataba yekxistin û gel problemên xwe yên nasnameyî û aborî di
çerçoveyekê de bibîta.Kesên ji bo kêþeyên netweyî dengên xwe didan DTP jixwe
dan divîya bû ku li vê girseyê bi waad û projeyên xitabî aborî girseya din
jî bihataba kirin û bi vî avahî kesên ku ne xwedî hessasiyeta netweyî ne jî
daxÎlî vê tevgere bihata ba kirin û vê girse jÎ hêdî hêdî pirsgirêken
neteweyÎ têgihêþti bana.
6•
Bê projeyîya di problemên civakî de: Di problemên civakî de
tiþtekî negotin.Diyar nekirin ku ka bo çarser kirina kêþeyên wek
fuhuþ,diz,dejenerasyona civakî,bêthemmulîya civakî ya li bakûrê Kurdistanê
çi bikin.Her wiha di mijarên wek tenduristî,perwerde,binesazî û hwd. de
proje û pêþniyarên wan tune bû..
7• Pisulaya yekgirtî: DTP weke partî tevlî
hilbijartinana nebû û hilbijêr dengên xwe bo nazmetên sebixwe dan û ji ber ku gelek Kurd
xwendinê nizanin pisulaya yekgirtî ya dengan jî bû sedema daketina
dengên DTP.
8• Çûyîna Kurdan bo
xebatê: Ji ber ku gelek Kurd bo
xebatê di havînan de diçin bajarên tirkan û gelek Kurd jî diçin
zozanan.Ev jî bû sebeba daketina dengên DTP.
9• Zextên dewleta Tirk: Di
hin bajarên Kurdan de zextên dewleta Tirk,zextên hin partiyan ku hate zanîn
di hin gundan de bi darê zorê bi zexta axayan,cerdevanan, leþkerên
Tirk den dayina bo DTP hatiye asteng kirin û hin deveran de jî dengên DTP
hatine dizîn.Lê neyê ji bîr kirin heman zextan heta zêdetir jî di
hilbijartinên bihurî de jî hebû.
10•
Tehdîta arteþa Tirk hemberî AKP:
Di vê hilbijartinê de arteþa Tirk ku bi muxtireyeke midaxeleyî AKP kiribû
hêrsa gelek kesan anî.Wek tê zanîn serfermandariya arteþa Tirk li himberî
hikûmeta Erdogan "tehdîtnameyek" weþandi bû û hikûmeta Erdogan tehdît kiri
bû. Li bakûrê Kurdistanê gelek Kurdên ku berê dengên xwe didan DTP an jî
partiyên Tirkan li dijî vê midaxeleya artþeya Tirk xwestin ku
piþtgirîya AKP bikin.
11•
Rewþa Aborî: Beþeke mezin ya kurdan bi taybetî kurdên ku berê jî dengê xwe nedidan DTP û
didan partiyên yên din Tirkan di vê hilbijartinê de dan AKP.Bi taybetî
dikandar û esnafan ji ber baþtir bûna ekonomî û îstiqrarê dengên xwe
dan AKP.Her wiha beþeke biçûk ya Kurdên ku dengê xwe didan DTP jî dengê dan
AKP.Her çiqas hessasîyeta wana neteweyî hebe jî ji ber dirêj bûna têkoþîna
rizgariya kurd hin kes eciz bûne û hessasiyetên wan a aborî derketîye pêþ û
baweriya wan bo têkoþina rizgarîyê nemaye.
12•
Bê politikayî ya DTP di warê
hessasîyetê Îslamî ya Kurdan de: Kurdên bakûrê
Kurdistanê xwedî hessasîyeta olî ne.DTP politikayeke li gor vê yekê
nemeþand.Piraniya Kurdan Misilmanin.Lê DTP tenê got em azadiya hemû
olan diparêzin.Ma kalekî 60 salî ya ji gûndê Ferqînê çi ji vê gotinê fem
bike.Di vê mijarê de bo zêdetir kirina hiþmendiya gelê kurd ger pêwist bûya
divîya bû kêm be jî siyaseteke populîst jî bihata ba meþandin.Divîya bûbehsa
azadiya serpûþa jinan,perwerdeya dînî bikin,biçin mizgeftan û hwd.Divîya bû
ku bi grubên olî ya Kurdan re têkîlîyeke germ û nêzîk deynin.Bi tenê serê
xwe rojî girtin an jî nimêj kirin ne bibandor e.Lê DTP þûna bo bidest
xistina mafên netweyî ya Kurdan hewl bide zêdetir politikayên xwe li dijî
kevneþopiyên Kurdan û bi rastiyên hezar salî yên civakî ya Kurdan re hereket
kir.Meseleyên ku piþtî bidest xistina mefên bingehîn û neteweyî ya kurdan
divîya bû bêne çareser kirin bi zimaneke xirabkar xistin pêþiya hemû
tiþtan.Modernzim,pêþketin,hessasiyetên civakî û nasnameya Kurd bi avayekî
rêkûpêk lihevnekirin.Yanî mimkun bû ku girseke mezin ya kurdên ne xwedî
hessasiyetên nasnameya Kurd in jî bi lihevkirina wan hemû hessasiyetan xwedî
li nasnameyên xwe derkevin.Yanî girînge ku bi rêz girtin û derxistina
pêþ ya wan hessasiyan olî û civakî, bi hereket kirina li gor realite û
pêþketina cîhanê û bi dest xistina mafên neteweyî ya Kurdan bi ahengî bêne
praktîze kirin.
13• Nermtîya AKP: AKP dijeyatiya Kurdan
nekir.Polîtîkayên AKP li hemberî Kurdan li gor hemû partiyên ku li
desthilatdar bûne, nermtir û erênî bû û hin gavên biçûk jî avet.Ev
yek jî bû sedem ku kurdên ku daxwazên wan ên netweyî ne gelek pêþ de ye û
dîtin ku AKP dikare hin tiþan bike û tiþtên AKP dike besin dengê xwe dan
AKP.Her wiha asteng kirina li beremberî daxwaza opresyona leþkerî bo
Kurdistana azad ya arteþa Tirk ji alîyê AKP ve jî sedemeke din a erênî bo
AKP bû.
14• Serokkomarî û
mexduriya AKP:Hin Kurd jî fikirîn ku
AKP jî weke Kurdan mexdur û mezlum e.Ji ber vê yekê jî AKP dikare
rewþa Kurdan baþtir fam bike.Bi
taybetî jî di mijara hilbijartina serokkomariyê de reaksiyonên hemberî AKP
bû sedema vê hestê.
15• Xebatên xirab ya
þaredariyên DTP: Xebatên þaredariyên
DTP ku ne zêde serkeftî bûn bû sedema daketina dengên DTP.Bo
þaredariyên DTP gilî û gazincên gelek zêde ye.gelek kes ji ber karên nebaþ
ya di nava þaredariyan ji DTP veqetiyan.Hinekan çûn nav refên AKP.Hemû kesên
ku AKP veqetiyane an jî dengê xwe dane AKP ne asîmîle bûne.Gelek kes hene ku
ji Kurdbûna xwe veneqetiya ne,Kurdîaxefin û girêdayî Kurdbûnê ne di nava AKP
de cîh digirin.Yek ji sedema sereke ya vê yekê jî rewþa þaredariyên DTP
ne.Di
þaredariyên DTP de
gelek îhaleyên cur bi cur de
sextekariyên mezin têne kirin.Rexneyên gel bo DTP herî zêde ji ber xizmetên ne rêkûpêk û
pêþketî,nerêzîya hemberî gel,sextekarî, torpîl,alîgirtin,dizî,rant,berjewendxawazî û bêrêtîye.
16• Medya û nekiþandina
Roj TV: Sedemeke din jî
bêdelfetîya di warê medyayê bû.Ji ber asteng kirina Roj tv li bakûrê
Kurdistanê DTP xwe negihand girseye mezin.Jixwe medyaya nivîskî û elektronîk
a kurdî xitabî girseyeke biçûk û zana û hiþmend û bibandor û birêvebir dike.
17• Hêz û reklamên AKP: AKP bi delfetên xwe
yên mezin li her derê bakûrê Kurdistanê mîtîngên þanedar û bibandor pêk
anî.Bi avayekî pêþketî li her cihê Kurdistanê birexistin bû û reklameke
bibandor çêkir û çû gelek malan.Di bajarên Kurdan de afîþ,poster,belavok û
reklamên AKP ji DTP 10 car zêdetir bir.
18• Êrîþên PKK: Êrîþê demên dawî ya
PKK bû sedem ku partiya þoven MHP bikeve parlementoyê û ji ber êrîþan
pêþiya Kurdan di xebatên hilbjartinan de hate asteng kirin.
19• Pêþveçûna tevgerên
Îslamî li Kurdistanê: Ji ber ku li
Kurdistanê tevgerên îslamî ji nû ve pêþ diçin û di serî de cemaata
Fettulahçîyan bi avayekî pir xurt birextin dibe û dibistanan ava dike.AKP jî
feydaya vê bilind bûna herketên îslamî bikaranî.
20•
Baþ îzah nekirina hîsa Kurdbûnê:DTP bi avayekî baþ
hîsa aîdîyetîya Kurdbûnê dernexist pêþ,girîngîya bi destxistina mafên
neteweyî û sîyasî ji bo milletekî baþ îzah nekir.Bersiva pirsa "Çima divê
ku mirov bo bidest xistin û pêþxistina maf û nirxên neteweyî jî têbikþe û ev
yek cihê di jiyanê de çiqas girînge?" neda.Hîsa "Ez dikarim bi dest
xistina mafên xwe yên neteweyî zêdetir pêþkevim û problemên xwe yên aborî û
yên din jî çareser bikim.
21• Asîmîlasyon û
entegre bûn: Derketiye holê ku di
pêvajoya 4 salên dawîn beþeke din ya Kurdan asîmîle an jî entegre bûne. DTP jî bo
rê li girtina li ber asîmîle bûna baþ hewl neda ye.DTP girîngîya ku hewce
dikir neda ziman û çanda kurdî û bi tesîra îmralî polîtîkayên kurdewar
nemeþand.
22• Listikên AKP: AKP
li hinek cihan de bi tehditan,bi
waadên kar dayînê û bi belavkirina pere,xwarin, qerta kesk gelek Kurdan
xepand.
23• Stratejîya þaþ ya
DTP ê giþtî: Azad bûna neteweyekî
tenê ne girêdayî problemên neteweyî yê. Netweyek tenê bi dîrok,çand,ziman û
problemên xwe yên siyasî nayê îfade kirin.Netew her wiha bi aboriya xwe,ola
xwe,bi nirxên civakî û bi gelek tiþtên din pêk tê.DTP him di meseleyên
siyasî de ne zelal bû û him jî problemên din qet bilêv nekir.Gelan di
têkoþînên xwe de tenê bi girseya ku xwedî hessasîyeta neteweyî ne þer
nakin.Li gel girseya ku xwedî hessasîyeta neteweyî ne,girseya ku xwedî
hessasîyeta olî ne,girseya ku xwedî hessasîyeta aborî ne jî divê bê
yekxistin û têkoþîn bê meþandin.
Divîya bû ne li þûna
îdolojîya çepgirîyê ji bo
Kurdên çepgir,rastgir,alîgirê PKK,ne-alîgirê PKK,Kurdên netewsperest,Kurdên
lîberal,Kurdên dîndar, Kurdên karker,Kurdên Elewî,Kurdên ku federasyonê
dixwazin Kurdên xwedî nerîneke cûda ne û hwd.. polîtÎka bihata bijartin.Ango
DTP bi parastina îdolojiyeke nikare bibe partiyên Kurdan tenê dibe
paritya beþeke Kurdan.Lê delfeta kurdan bo vê yekê nîne.Kurd li bakûrê
kurdistanê ne xwedî dewlet an jî eyaletin ku wek partiyeke îdolojîk were
hereket kirin.Divîya DTP bûya paritiya navnedîya Kurdan.Piþtî bidest xisitna
mafên bingehîn ya kurdan dibe ku Kurdan li bakûrê Kurdistanê partiyên cûda û
îdolojîk jî avabikin.
Gelê Kurd ji Kurd bûna xwe
veneqetiyaye.Bi dehan salin Kurd gelekî berdel dan.Gelek westiyan. Lê hedef
pêk nehat.Lê piranî hê jÎ girêdayî eslê xwe ne.Xwedî hessasîyetên kurdewarî
ne jî.Lê êdî Kurd ji bo ku bijî,ji bo nifeþek nû yê baþ pêk be û bihêz be û
weke mirov bijî dixwaze ku li gel pirsgirêkên neteweyî problemên xwe yên din
jî bê çareser kirin.Dixwaze ku hemû daxwazîyên wî bê dîtin.Hemû hessasiyetên
wî bê fem kirin.Wê demê têkoþîna bo nirxên neteweyî jî watedartir
be.Gelê bakurê Kurdistanê hê jî amadeye ku piþtgirîyê bide tevgerên xwe yên
siyasî.Ger partiyeke Kurd ya xwedî perspektîfeke xurt,xwedî
projeyên eþkere him di warê pirsgirêka Kurd de û him jî di problemên
aborî û civakî û rojane de,xwedî kadroyên pêþketî,profesyonel,rast û
dirust,nêzî gel,bê dêk û dolab,xwedî biryarên li gor daxwaza îredaya
Kurdan,xwedî hestiyarîya olî û nirxî, xwedî politikayên
Kurdewar û heman demê de serbilind û heman demê de hevgirtî û heman demê
de ne-kemalîst,ne bêserûpê ,xwedî zimaneke vekirî,eþkere, zelal
û nêzî zimanê gel û bi her avahî cidî û xwedî metodên modern û
pêþketî û xwedî namzetên nêzî gel,ji nava gel,gor daxwaza gel,bi
tecrube û cidî û ji karên qirêj,ji dizî,ji sextekarî,ji bêhurmetî,ji
dêk,dolab,fesadî,berjewendxwazî dûr û xwedî biryarên birûmet û nêzî
gel û dûrî þer û nakokÎyên navxwe hwd.. di holê de bûye piraniya
Kurdên ku dengê xwe dane AKP wê bidana wê partiyê.Lê li hemberî zimanê
zelal û nêzî gel,nêzî nirxên olî û sosyal û însanî,hêz,profesyonelî,
çalakî,bi biryarî û propganda û xebata xurt ya AKP partiyeke kurd tune bû ku
Kurdên ku dengê xwe dane AKP dengên xwe bidana wê partiyê Kurd.
Ger partiyeke Kurd û Kurdewar ku
xwedî taybetmendîyên teknîkî û kadroyî û hestîyarî(olî,aborî û sosyal) û
mirovî û zelalîya zimanî û wêrekî de evkêþî AKP hebûya bê guman
Kurdan wê li þuna partiyeke Tirk dengê xwe bidana wê partiye Kurd.
Dibe ku hin sedemên din jî hebin
an jî sedem kêmtir bin.Divê di serî de DTP ,hemû tevgera siyasîya bakûrê
Kurdistanê û Kurdên perçeyên din jî wan encaman baþ analîz bikin û pêþaroja
Kurdistanê hin zêdetir nexin xetere û destkeftîyên heyî jî ji holê ranekin û
berî hemû Kurdên bakûrê Kurdistanê asîmîle bibin hemû mafên netweyî ya
Kurdên bakûrê Kurdistanê bêne bidestxistin.(HAWAR
DENGÛBAS)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû
Naveroka Beþa Kurdistan
|