|
Ji ber ku ne Diyarbekîrîne ne û ji ber ku Kurdî nizanin nerazîbûna gel
hemberî namzetên DTP heye
13 Tîrmeh,2007
weþandin:03:39:21 (GDK)
HAWAR,AMED,Kurdistan --
Di qelaya siyasîya Kurdan Diyarbekîrê li
beramberî nemzetan seribxwe yên DTP nerazîbûn heye.
Li Tirkîye û bakûrê Kurdistanê bo
hilbijartinên di 22 Tîrmehê tenê hefteyek ma.Kurd bo wan hilbijartinan bereyeke
yekgirtî ava nekirin.KADEP û HAK-PAR tevlî hilbijartinana nebûn.
Ser navê
Kurdan DTP bi berendamên serbixwe tevlî hilbijartinana dibe.Bi nêzîk bûna
dema hilbijartina giþtî ya 22 Tîrmehê xebatên propaganda bo hilbijartinan jî
zêde dibe.
Li bakûrê Kurdistanê namzetên ku
ser navê tevgera siyasî ya Kurdan hatine destnîþan kirin li gelek deveran
rastî rexneya gel tên.
Di serîde jî qelaya siyasîya
Kurdan Diyarbekîrê li beramberî nemzetan seribxwe yên DTP nerazîbûn heye.
Profîla namzetên DTP ecêb e
Li Amedê 4 berendamên DTP
heye.Amed wek 4 herêmên hilbijartinê bo wan berendaman hatine parve kirin.
Gultan Kýþanak: Rêza di pisûlayê de: 30. Herêma ji bo dengdayînê:
Suriçi, Hezro, Farqîn, Karaz, Licê, Hênê, Pasûr.
Akin Birdal: Rêza di pisûlayê de: 23. Herêma ji bo dengdayînê:
Yeniþehir, Çinar, Bismil, herêmên ku bi navendê ve girêdayî ye; beldeyên
Bagivar, Çarikli û Ozekli.
Aysel Tugluk: Rêza di
pisûlayê de: 19. Herêma ji bo dengdayînê: Baxlar.
Selahattin Demirtaþ: Rêza
di pisûlayê de: 4. Herêma ji bo dengdayînê: Kayapinar, Gêl, Erxenî, Çêrmûg,
Çingûþ, Pîran û gundên bi navendê ve girêdayîne.
Ger ser wan berendamên ku ser navê
kurdan û bo çareser kirina kêþeya Kurd û Kurdistan hewl didin analîz bikin
rewþeke ecêb derdikeve holê û ew rewþ jî dibe nerazîbÛna gel û beralî bûna
ber bi partiyên Tirkan di serî de AKP yê.
Aysel Tugluk ji Dêrsimê
ye.Zimanê Kurdî nizane bi dayikên Kurd re bi Tirkî diaxife.Heman aysel
tugluk çend hefet bihûrî ,
di nivîsek xwe ya rojnameya Radîkal de rûyê xwe yê veþartî û niyeta xwe ya
eslî derxisti bû holê û ji Kurdan daxwaz kiri bû ku Komara Tirkiyê wek
welatek dagirker bi nav nekin. Tugluk, her wiha doza parastina sînorê
Mîsak-i Mîllî kiri bû û diyar kiri bû ku Tirkiye, di bin xeteriya Peymana
Sevrê de ye.
Akin Bîrdal ji bajarê
Tirkan ya Nîgde yê ye.Her çiqas wek kesekî demokrat tê nasîn jî ne xwedî
riheke kurdewar e û zimanê gelê kurd nizan û bi avayekî xwezayî hewl dayîna
wî ya bo çespandina qanûnîya mafên çandî wek ziman,perwerde,weþan û hwd.
gelek dijwar e.
Gulten Kiþanak
ji Elezîzê ye.Kiþanak jî
zimanê Kurdî nizane.
Tenê Selahattîn Demîrtaþ ji
Amedê ye û zimanê kurdî dizane û nêzî pirsgirêkên gelê Kurd e.
Di profîla namzetên hin bajarên di
ya Kurdan de jî rewþeke wisa heye.
Demîrtaþ bi hilbijêran re hate cem hev
Selahattin Demirtaþ, di çarçoveya
xebatên hilbijartinê de li 18 gundan bi hilbijêran re hatin cem hev.
Demîrtaþ, tevî rêveberên DTP û ÎHDê çû serdanan, li ketina gundan bi coþeke
mezin hat pêþwazîkirin.
Demirtaþ jî tevlî vê coþa hilbijêran bû kete nava govendê. Demîrtaþ, di dema
serdanan de axivî û anî ziman, ku di xeta daxwazên Gel de ew amade ne di
têkoþînê de berdêl bidin..
Girîngîyeke sembolîk ya yekîtîya
Kurdan hebû
Wek tê zanîn li Tirkîye 3 partiyên
di çerçoveya mafên Kurdan de dixebitin hene.Yekem KADEP a Serafettîn
Elçî,dûyem DTP ku di xêza PKK de ye û di salên dawî de di politikaya wan de
ber bi Kurdistanî bûynînê de hin guhertinên girîng derketi be holê jî hê
bandora îmralî ser DTP serdest e.Partiya sêyemîn jî HAK-PAR e ku serokê wê
partiyê Sertaç Bucak e.KADEP ji ber temam nekirina bi rexistin bûyîna xwe
nikare tevlî hilbijartinan bibe û DTP û HAK-PAR tevlî hilbijartinan bibin.
Kurd diviya bû nêzîkî hev bibin û bo têkdana polîtîkayên dagirkeran û standina
mafênn Kurd di gelek waran de berxwe didin.
Li pêþîya Kurdên bakûrê Kurdistanê gelek kêþeyên bingehîn wek perwerdeya bi
zimanê kurdî,pêþxistina aborîyê û ji holê rakirina bê karîyê,bi temamî
serbest berdena weþanên bi Kurdî,rakirina qedexeyên ser navên Kurd(navên
gund û bajaran),di resmîyetê de pejirandina navê "Kurd",bi kar anîna zimanê
Kurdî di kamûyê de,guherandina helwestên dewleta Tirk û civaka Tirk hember
Kurdan, û heta çareser kirina problemên civaka Kurd ku di nava þerê dijî
Kurdan a 30-40 salên dawîn de pêk hatine.
Divê Kurd bi çi avahî be bila bibe di hilbijartinên 2007'an ya Tirkîyeyê de
bikevin parlemena Tirkan û derîyeke nû nav rêbazên têkoþînê tevlî
bikin.Heviya gelê Kurd eve ku KADEP,DTP,HAK-PAR û hemû sazî,rexistin,komale
û navendên Kurd bi yekrêzî tevbigerin û hêza siyasîya Kurdan xurtir bikin.
Ger Kurd bi yekdengî tevbigeriya
na dê
Kurd hêzêke psîkolojîk jî bidest bixandin.Ji ber ku ketina partîyên Tirk bo
meclîsa Tirkîye û ya Kurdan ne heman tiþt e.Ji xwe hemû qedemeyên
dewleta Tirk ji alîyê Tirkan ser esasê Tirk bûyînê tê meþandin û Kurd bi
nasnameyên xwe ne perçeyeke birêvebirîyêne.Ji ber vê yekê jî Kurd wekî
teref(alî / millet) di parlemena Tirk de bê temsîl kirin û divê hemû çîn û
dîtinên Kurdan deng bê standin.Ger Kurd bo parlemena Kurdan bihatana
hilbijartin dê rewþ ne wisa bûya yanî pêwîstîya bo yekÎtî ne hewce bûye lê
rewþ ne wisa ye.Divê Kurdên çepperest,alîgirê PKK,ne-alîgirê PKK,Kurdên
netewsperest,Kurdên lîberal,Kurdên dîndar, Kurdên karker,Kurdên Elewî,Kurdên
ku federasyonê dixwazin Kurdên xwedî nerîneke cûda ne û hwd..
Ji ber di vê parlemantoyê de DTP
wê îdolojîyeke temsîl neke wê hemû Kurdan temsîl bike.Divê hemû polîtîkayan
jî ser vê esasê bê meþandin.
(HAWAR
DENGÛBAS)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû
Naveroka Beþa Kurdistan
|