|
Li Meletiyê DTP xebatên bo hilbijartinê pêþ dixe
09 Tîrmeh,2007
weþandin:12:07:4 (GDK)
MELETÎ,bakurê Kurdistanê --
Namzetê ‘Hezar Hêviyan’ ya DTP yê Meletiyê Mustafa Turk, di çarçoveya
xebatên hilbijartinê de, li Navçeya Yazihanê buroya hilbijartinê vekir. Turk
ku di vekirinê de axivî, diyar kir ku namzetên ‘Hezar Hêviyan’ dê di 23'yê
tîrmehê de biçin meclîsê. Turk, anî ziman ku ew ê meclîsê ji bo çareseriya
pirsgirêkên civakê bikar bînin.
Turk, piþtre hilberînerên zerdeliyan ên li baxçeyan dixebîtin ziyaret kirin.
Turk ku çûn bajaroka Enzek a Navçeya Darendeyê jî, li qehwexaneyê civîn li
dar xist. Turk, li vir esnaf jî ziyaret kirin û piþtre gundên Balaban,
Þendere û Galolar û nehiyeya Kurecîk ên navçeya Akçadagê ziyaret kirin û
pirsgirêk guhdar kirin. Turk li vir xîtabî gel kir û deng xwestin.(Dîha)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû
Naveroka Beþa Kurdistan
|