|
DTP li Kurdistan û Tirkîye dest bi mîtîngan kir
16 Tîrmeh,2007
weþandin:17:12:38 (GDK)
HAWAR,AMED,Kurdistan --
Di qelaya siyasîya Kurdan Diyarbekîrê li
beramberî nemzetan seribxwe yên DTP nerazîbûn heye.
Bo
hilbijartinên di 22 Tîrmehê 4 roj ma.
Bi îddaya temsîl kirina
Kurdan DTP bi berendamên serbixwe tevlî hilbijartinana dibe.KADEP û HAK-PAR tevlî hilbijartinan nebûn.
Bi nêzîk bûna
dema hilbijartina giþtî ya 22 Tîrmehê xebatên propaganda bo hilbijartinan jî
zêde dibe.
Li bakûrê Kurdistanê DTP dest
mîtîngan kir.Namzetên serbiwe di mîtîngan de li þûna ku pirsgirêkên neteweyî
,sosyal û aborîya milletê Kurd bînin ziman bê navber dilsozîyên xwe yên
unîterî û yek perçeyîya dewleta Tirk tînin ziman.
Dest bi mîtîngan kirin
Li Wan,Edene,
Semsûr,Stenbol,Dêrsîm, li navçeya Amedê Erxeniyê, li Bursa, Antalya,
Manîsa,Dîlokê û Gevera Colemêrgê mitîngên namzetên serbixwe pêk hatin. Di
van mitîngan de girseyên 10 hezaran pêk hatin civiyan.
Li Semsûrê jî girseyê di mitîngê namzetê 'Hezar Hêviyan' yê Semsûrê Doç. Dr.
Ahmet Înan. Înan di mitîngê de axaftinek kir û bang li Serokwezîr Recep
Tayyîp Erdogan kir û wiha got: "Me tekane dewlet fam kir. Ji ber ku xwîna me
jî heye tê de. Baþ e ev teknetew a ku tu dibêjî çi ye? Tu kurdan înkar dikî?
Tayîbo! Xwelî li serê feraseta te be. Ma bisilmanî ev e?" her wiha namzetê
serbixwe yê 'Hezar Hêviyan' yê Colemêrgê Hatem Îke ku di mitînga 'Hezar
Hêviyan' a li Geverê hate lidarxistin de axivî, wiha got: "Di pêvajoya
hilbijartinê de Serfermandariyê Colemêrg û Sêrt wek herêma qedexe îlan kir.
Ev ambargoyeke aborî, civakî û siyasî ye. Gelê kurd naxwaze êdî bi birçîbûnê
were terbiyekirin."
Mitînga ‘Hezar Hêviyan’, li Stadyûma Navçeyê ya Geverê hat
lidarxistin. Ji 10 hezarî zêdetir kes, ji taxan, bi meþ hatin. Namzetên
‘Hezar Hêviyan’ yên Colemêrgê Hatem Îke, Sebahattîn Suvagci, Hamît Geylanî,
Endamên PM’ya DTP’ê Ferhat Tarhan û Alaattîn Ege, rêveberên DTP’ê yên
Colemêrg û navçe û bajarokên wê beþdarî mitîngê bûn.
Mitînga Amedê roja çarþemê ye
DTP’a Amedê bi mebesta mitînga
namzetên ‘Hezar Hêviyan’ a Amedê ku dê di 18’ê tîrmehê de pêk bê bi
beþdarbûna namzetên serbixwe û þaredarên Kayapinar û Baglara Amedê daxuyinek
da çapemeniyê.
Serokê DTP’a Amedê Hîlmî Aydogdu
li ser aloziya pisûlaya dengan rawestiya û anî ziman ku ew mal bi mal li
Amedê digerin û gelê Amedê ji bo ku di dengdanê de tevilhevî çênebe hiþyar
dikin. Aydogdu li ser mitînga namzetên serbixwe ya 18’ê tîrmehê jî rawestiya
û bang li gelê Amedê kir ku tevlêbûneke xurt di mitîngê de pêk bîne.
Dibe ku ketine parlemenê rê li çaraserîya hin pirgirêken neteweya Kurd veke
Li pêþîya Kurdên bakûrê Kurdistanê gelek kêþeyên bingehîn wek perwerdeya bi
zimanê kurdî,pêþxistina aborîyê û ji holê rakirina bê karîyê,bi temamî
serbest berdena weþanên bi Kurdî,rakirina qedexeyên ser navên Kurd(navên
gund û bajaran),di resmîyetê de pejirandina navê "Kurd",bi kar anîna zimanê
Kurdî di kamûyê de,guherandina helwestên dewleta Tirk û civaka Tirk hember
Kurdan, û heta çareser kirina problemên civaka Kurd ku di nava þerê dijî
Kurdan a 30-40 salên dawîn de pêk hatine.
Wek tê zanîn li Tirkîye 3 partiyên
di çerçoveya mafên Kurdan de dixebitin hene.Yekem KADEP a Serafettîn
Elçî,dûyem DTP ku di xêza PKK de ye û di salên dawî de di politikaya wan de
ber bi Kurdistanî bûynînê de hin guhertinên girîng derketi be holê jî hê
bandora îmralî ser DTP serdest e.Partiya sêyemîn jî HAK-PAR e ku serokê wê
partiyê Sertaç Bucak e.(HAWAR
DENGÛBAS / Dîha)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû
Naveroka Beþa Kurdistan
|