|
Piþtî mîtînga namzetên DTP yî ku zêdetirî 100 hezar kes beþdar bû, alozî ji
ber provakasyona polîsên Tirk derket
19 Tîrmeh,2007
weþandin:15:46:32 (GDK)
|

Osman Baydamîr
jî di mitîngê de axaftinek pêþkeþ kir |
HAWAR DENGÛBAS,AMED,Kurdistan --
Mîtîngên li Kurdistanê bi mîtînga mezin
a Amedê bi dawî bûn.
Bo
hilbijartinên di 22 Tîrmehê 3 roj ma.Doh namzetên serbixwe ya DTP bi
beþdarîya bi dehhezaran kesî mîtîngek pêk anî.
Piþtî mîtîngê bi pravokasyona
polîsên tirk hersa gel zêde bû êrîþî avahiyên partiya MHP û DP'yê,hate
kirin li ser vê yekê di navbera polîs û girseyê de demeke bi pevçûn derbas
bû.
Li ser mudaxaleya panzêrên polîsan
girse kete nav taxên Amedê.
Di destpêka mîtÎngê de di nuqteyên
lêgerînê de, polîsan bi hinceta lêgerînê ji jinan xwestiye ku cilên xwe
vekin. Lê jinan nerazîbûn nîþan dan û daketin qadê. Polîsan di nuqteyên
lêgerînê de ji kesên dixwest bikevin qada mitîngê xwest ku nasnameyên xwe
nîþan bidin.
Leyla Zana;"Em bo cara dawî destê xwe dirêj
dikin"
Parlementera berê ya DEP'ê Leyla
Zana ku di mitîngê de axaftinek bi kurdî kir, rastî eleqeyek mezin hat. Zana
got: Ev cara dawî ye em destê xwe dirêj dikin. Êdî em destê xwe dirêjî kesî
nakin. Bila bi hesasiyeta me nelîzin. Ev cara dawî ye."
Di mitîngê de, Namzetên 'Hezar
Hêviyan' yên Amedê, Gultan Kiþanak, Aysel Tugluk û Selahattîn Demîrtaþ,
Wekîlê Hevserokên DTP'ê Nurettîn Demîrtaþ, Parlamentera berê ya DEP'ê Leyla
Zana, Serokê Rêxistina DTP'ê ya Amedê Hîlmî Aydogdu, Þaredarê Bajarê Mezin ê
Amedê Osman Baydemîr axaftin kirin.
Dozgeriya Komarê ya Amedê ji ber
axaftina mitînga Amedê, der barê endama Desteya Rêveber ya DTP’ê û
Parlamentera berê yê DEP’ê Leyla Zana de lêpirsîn da destpêkirin. Mitînga
Namzetên ‘Hezar Hêviyan’a Amedê pêr li qada îstasyonê hate lidarxistin û
zêdetirî 100 hezar kes beþdar bûn.
Polîsên
Tirk provakasyon pêk anîn
|

Piþtî mîtîngê Kurdan
êrîþî buroyên partîyên dij-Kurd wek MHP kirin |
Polîsên tirk ji destpêka mîtîngê
heta dawiya mîtîngê bi hêrsî nêzîkî beþdarvanên mîtîngê bûn.Bi nîþan dayîna
copan û bi mumaleya hiþk hêrsa gel zêde kirin.
Bi pravokasyona polîsên tirk hersa
gel zêde bû êrîþî avahiyên partiya MHP û DP'yê,hate kirin li ser vê
yekê di navbera polîs û girseyê de demeke bi pevçûn derbas bû.
Di mudaxaleya ku bi awayekî tund
hat kirin de, gelek zarok,keç û jin jî hebûn. Polîsan li semtên Ofîs û
Baglarê tedbîrên ewlehiyê yên berfireh girtin.PolÎsên tirk bi vayekî tund bi
taybetî jin û keçan bi erdê kiþandin û lêxistin.
Polîsan kevir û copan mudaxaleyî
girseyê kir. Di encama kevirên ku polîsan bi ser girseyê de barand, gelek
kes birîndar bûn. Polîsan mudaxaleyî çapemeniyê jî kir. Polîsên ku
mudaxeleyî girseyê kirin, bûn sedema birîndarbûna gelek jin û zarokan. Ciwan
piþtî bûyerê, bi ber bi Baglarê ve meþiyan. Hate ragihandin ku demeke dirêj
li taxa Baglara Amedê xwepêþandana ciwanan dom kir û ciwan rastî êrîþên
polîsan hatin.
Gelek
cihên Kurdistanê mîtîng hate li dar xistin û mîtîn bi dawî bû
Doh her weha li Bedlîs û navçeya Amedê Ferqînê jî mîtîngên
hilbijartinê pêk hatin. Bi deh hezaran kes di mîtîngan de piþtgiriya xwe
eþkere kirin û ji ber þerxwziyê dikin, li dijî AKP, CHP û MHP nerazîbûn
nîþandan. Mîtînga li Bedlîsê li kêleka Rawesgeha Mutkî ya berê pêk hat û
tevî baranê bi hezaran kes beþdar bû. Endamê Desteya Rêveber a Navendî yê
DTP Selîm Sadak di mîtîngê de destpêkê axivî.
Namzetên hezar hêviyan li Mûþê jî
mîtîngeke lidarxistin.Nêzî 30 hezar kes li ber þaredariya Mûþê kom
bûn.Hevserokên DTPê Nurettîn Demirtaþ û Selma Irmak, parlamenterê parlamena
Elman Giyasettîn Sayan, Endamên Meclîsa Partiya DTPê, þaredar û nûnerên
gelek saziyan beþdarî mîtîngê bûn.
Yek ji mîtîngên namzetên Hezar
Hêviyan îro li Sêrtê pêk hat.Beriya mîtîngê bi hezaran kes li ber buroya
namzetên Hezar Hêviyan Osman Ozçelîk kom bûn, meþiyan û slogan qêriyan. (HAWAR
DENGÛBAS / Dîha)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû
Naveroka Beþa Kurdistan
|