|
HAK-PAR Broþora ‘Ray û Pêþniyarên ji bo Çareseriya Pirsgirêka Kurd û
Demokrasiyê’ belav kir
08 Tîrmeh,2007
weþandin:11:12:31 (GDK)
Partiya Maf û Azadiyan, ji hêlek
din ve jî di derbarê helwesta xwe ya hilbijartinan de belavokek û di derbarê
çareseriya pirsgirêka Kurdî de jî bi navê ‘Ray û Pêþniyarên ji bo Çareseriya
Pirsgirêka Kurd û Demokrasiyê’ broþorek amade kir. Bi sedhezaran ji van
belavok û broþuran, li bajar û bajarokên Kurdan û herweha li bajarên Tirkiyê
ku Kurd lê dijîn, hatin belavkirin.
Broþora navborî ji pênc beþan yên wek “Kurd û Pirsgreka Kurdî”, “Pêwendiyên
li gel YE yê”, “Herêma Federeya Kurd û Pêwendiyên Navneteweyî”,
“Hilbijartin” û “Daxwazî” pêk hatiye.
Di hemu beþan de þîroveyek siyasî ya mêjuyî ku bingeha pirs û pirsgirêkan tê
de cih giritye, hatiye kirin û li ser vê bingehê rojev û pêvajoya kut êde
derbas dibin, taleb û daxwazên ji bo çareserkirina pirs û pirsgirêkan hatiye
pêþkêþkirin.
Herweha, di broþora navborî de li ser pirs û pirsgirêka Kurdî hatiye
sekinandin û ev pirsgirêk, ji gellek aliyan ve hatiye nirxandin. Di dawiya
broþorê ango beþa daxwazan de jî, banga sazkirina aþitiyê hatiye kirin û
hinek ji daxwazên Partiya Maf û Azadiyan ku di broþora navborî de hatine
rêzkirin, weha ne;
“Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdî ya bi rêka aþitî û demokrasiyê, divê
çek bên bêdengkirin û dev ji tundiyê were berdan.
Divê di þuna Destûra Bingehîn ya 12ê Îlonê ku ji aliyê leþkeran ve hatiye
amadekirin, de destûrek nû ya li gor huqûqa navneteweyî ku hebûna Gelê Kurd
jî bipejrîne, bê amadekirin.
Divê rê li ber Partiyên Kurdî jî bê vekirin daku bi azadî bikaribin syaset
bikin.
Divê Ligel zimanê Tirkî, zimanê Kurdî jî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê
û ji dibistana serateyî û heta zanîngehê li dibistanan were bikaranîn.
Divê navên gund, bajar û bajarok û hêl û deverên Kurdistanê ku bi riya zerb
û zorê hatine guhertin, li ser esilên xwe bêne vegerandin.
Divê madeyên nedemokratîk yên di nav yaseyan de bên guhertin û di cihê wan
de sîstemeke li gor pêvajoya Yekîtiya Ewrûpayê ya demokratîk, adilane û
huqûqî bê avakirin.
Divê sistema yekane ya hiyerarþîk ya navendî bê guhertin û di cihê wê de
sîstemek pirrengî, pirrdengî û federal bi destûra bingehî bê pejirandin.
Divê hemû memuriyetên dewletê yên wek walî, qaymeqam û mudurê emnî ji aliyê
xelqê ve bên hilbijartin.
Divê rêjeya hilbijartinê bê rakirin daku her birr û alî di parlementoyê de
bên temsîlkirin.
Divê sîstema bace adîlane be, bac li gor hatiniya kesan bê wergirtin.
Divê sedemên paþvemayina herêmên kurdan yên ji aliyê aborî û civakî ve
zûtirîn bên guhertin û hatiniyên sererd û binerd ji bo berjewendiyên vê
xelqê bên bikaranîn û ji bo betalî û belangaziyê projeyên taybet bên
amadekirin û bên bicîhanîn.
Divê Kurdên ku bi destezorî ji cîh û warên xwe hatine koçkirin, li cihên wan
bên vegerandin û zerarên wan bên dayîn.
Divê sîstema cerdevanî û tîmên taybet bê rakirin ku wek li Baþûrê Efrîqayê
hatiye kirin, komîsyonên lêkolînên heqîqatê ku ji zanistan pêk hatiye,
tespîta wan sûcên wek cinayetên qisasnediyar, þewtandina gundan û hwd.
tespît bikin û van kesan bi avakirina dadgehek taybet darezînin.
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû
Naveroka Beþa Kurdistan
|