|
HAK-PAR:" CHP û MHP, Gelê Kurd wek hedef didin nîþandan"
05 Tîrmeh,2007
weþandin:11:43:31 (GDK)
Serokê Giþtî yê Partiya Maf û
Azadiyan (HAK-PAR) Sertaç Bucak, di derbarê pêkanîna operasyoneke leþkerî ya
li dijî herêma Baþûrê Kurdistanê û propogandayên ji bo hilbijartinê de
daxuyaniyek belav kir. Bucak diyar kir ku partiyên wek CHP û MHPê, li ser
dijminatiya dijî Kurdan polîtîka dikin.
Serokê Giþtî yê Partiya Maf û Azadiyan Sertaç Bucak, bi beþdarbûna Cîgirên
Serokê Giþtî yên Hak-Parê Hasan Dagtekin, Mazhar Zumrut, Vahit Aba, Semir
Guzel û Þeref Yalçin di derbarê pêkanîna operasyoneke leþkerî ya li dijî
herêma Baþûrê Kurdistanê û propogandayên ji bo hilbijartinê de, li avahiya
navenda Partiyê civîneke çapemeniyê lidar xist. Sertaç Bucak, diyar kir ku
hin partiyên siyasî û derûdor, dixawazin bi pêkanîna operasyoneke leþkerî ya
li dijî herêma Baþûrê Kurdistanê, hikumetê bixin kemînê.
“CHP û MHP li ser dijminatiya dijî Kurdan polîtîka dikin”
Serokê Giþtî yê Partiya Maf û Azadiyan Sertaç Bucak, di berdewamiya
daxuyaniya xwe de diyar kir ku partiyên wek CHP û MHPê, propogandayên xwe
yên hilbijartinan li ser dijminatiya dijî Kurdan ava kirine û di belavokên
wan de gelê Kurd, wek hedef hatiye nîþandan. Bucak, ji gelê Kurd daxwaz kir
ku bi dengên xwe bersivek baþ bidin van partiyên nijadperest.
“Divê pirsgirêka Kurdî li gor serateyên navneteweyî bê çareserkirin”
Sertaç Bucak, diyar kir ku desthilatdariya siyasî û leþkerî ya Tirkiyê,
pirsgirêka Kurdî wek pirsgirêkek ewlehî dide nîþandan û weha dom kir; “Divê
pirsgirêka Kurdî li gor serateyên navneteweyî bê nirxandin û bê
çareserkirin. Ev pirsgirêk, bi pêkanîna operasyoneke leþkerî ya li derveyê
sînoran nayê çaresrkirin.”
“DTP bi helwestek neteweyî derneket pêþberê Gelê Kurd”
Sertaç Bucak, herweha bal kiþand li ser helwestan Partiya Civak
Demokratîk-DTPê ya ji bo hilbijartinan û weha got; “DTPê di van
hilbijartinan de rewþa xeter ku Gelê Kurd têde ye, piþtguh kir û bi
helwestek neteweyî derneket pêþberê Gelê Kurd. Ew zîhniyeta ku di cepheya
Kurdî de pirrdengî û pirrrengiyê tehmul neke, wê çawa karibe li seranserê
Tirkiyê vê yekê pêk bîne? Wê encama vê polîtîka û helwesta teng û xelet, di
dawiya hilbijartinan de derkeve holê.”
“Ev biryara bêhuqûqî, nêrîna sistema Tirk ya li dijî Kurdan dide
nîþandan”
Sertaç Bucak, herweha jiwzîfegirtina Serokê Þaredariya Sûrê ya bajarê Amedê
Abdullah Demirbaþ û fesihkirina Meclisa Þaredariyê jî nirixand û weha got;
“Ev biryara di derheqê Serok û meclisa Þaredariya Sûrê de biryarek bêhuqûqî
û li dijî demokrasiyê ye û bi tu þêweyek nayê pejirandin. Desthilatdariya
Tirkiyê bi vê biryara xwe, carek din peymanên navneteweyî û normên Yekîtiya
Ewrûpayê binpê kiriye. Ev biryara bêhuqûqî, nêrîna sistema Tirk ya li dijî
Kurdan dide nîþandan.”
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû
Naveroka Beþa Kurdistan
|