|
HAK-PAR serdana bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê dike
11 Tîrmeh,2007
weþandin:23:29:00 (GDK)
AMED,Kurdistana
azad -- Heyeteke Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) bi minasebeta agahdarî
dayîna li ser helwesta xwe ya hilbijartinên 22ê Tirmehê, dest bi gera li
bajarên bakurê Kurdistanê kir.
Hatiye ragihandin ku ev heyet, di bin serokatiya Serokê Giþtî yê Hak-Parê
Sertaç Bucak de damezrandin û ji Cîgirên Serokê Giþtî Hasan Dagtekin, Mazhar
Zumrut û Endamên Saziya Serokatiyê Yilmaz Elçi, Þeref Yalçin, Nevzat Teker û
Fehmi Demir pêk hatiye û wê beþa yekem ya vê gera wan, li bajar û bajarokên
wek Batman, Qurtalan, Sêrt, Bedlîs, Wan, Colemêrg, Agirî, Erzerom, Mûþ,
Çewlig, Meletî û Elezîzê were pêkanîn. Herweha, hatiye ragihandin ku armanca
serdana heyeta Hak-Parê ya li bajarên Kurdistanê, di çarçoveya hilbijartinan
de ye û rewþa civakê di cîh de dîtin û lêgerîn li ser bê kirin e.
Herweha, heyeta Partiya Maf û Azadiyan wê di çarçoveya vê serdanê de bi
pêgirên partiya xwe û herweha welatparêzên Kurd yên li van bajaran re
hevdîtin pêk bîne û ew bajarên ku þaxên partiya wan lê tune, bingeha
avakirina þaxên xwe amade bikin û herweha, di derbarê helwesta xwe ya
hilbijartinan de xelqên van bajaran agahdar bikin.
Heyeta Partiya Maf û Azadiyan di 6ê Tirmehê de ji bajarê Êlihê (Batman) dest
bi gerê kir û piþt re jî li navçeya Misirc (Qurtalan) û bajarên Sêrt û
Bedlîsê domand û li van bajaran civîn lidar xistin û bi gellek welatparêzên
Kurd re hevdîtin pêk anîn.
Heyeta navborî, herweha di 7ê Timehê de jî serdana Þaxê Hak-Parê ya bajarê
Wanê kir û ligel Endamê Meclisa Partiyê Ýlhan Guneri û Serokê þaxê Wanê
Mehmet Baydar, endamên Birêvebiriyê Muzaffer Kizil, Tayyip Kizilyildiz û
Menaf Kiran serdana navçeya Baþqelê û bajarê Colemêrgê kirin.
Hatiye ragihandin ku Serokê Giþtî yê Hak-Parê Sertaç Bucak, di heman rojê de
li bajarê Colemêrgê beþdarê bernameya radyoya mehelî ya bi navê “Hakkari FM”
bûye û bîr û rayen xwe yên di derbarê hilbijartinan de anî ziman.
Sertaç Bucak di axaftina xwe ya bernamê de bal kiþan li ser pirs û
pirsgirêkên gelê Kurd yê herêmê û weha got; “Wek partî sedemê hebûna me,
pirsgirêkên xelqê me kul i benda çareseriyêne, ye. Rewþa herêmê, bi me dide
nîþandan ku rûdanên heyî, xelqê me xistiye nav fikareyek mezin. Bi taybet,
di hatin û çundina van bajaran de, seyterên hêzên ewlekarî, di mirov de
hîsên wek mirov ji sînorek derbas bûye û çuye dewletek din, peyda dike. Gel
ji van hilbijartinan bêhêvî ye û li bendê nîn e ku wê piþtî hilbijartinê,
guhertinên bingehîn pêk werin.
Hêzên welaparêzên Kurd di nav lêgerînê de ne û li benda me ne ku em, xebatek
bitesîr bidomînin. Ew jî dizanin ku bi yên heyî, nikarin encamek birêkûpêk
bidest bixînin. Bi taybet, ciwanên Kurd ji rewþa heyî razî nîn in û di
derbarê pêþerojê de di nav fikarê de ne û ji me daxwaz dikin ku em, bi
pêngavên berbiçav derkevin holê. Bi kurtî, wezîfeyek birumet û giran li
benda me ye. Hêvîya gel ji me ew e ku em bi helwestek hevpar ya neteweyî
derkevin rê. Bi taybet, daxwaza me ya federasyonê, li ser gelê Kurd tesîrek
erênî peyda kiriye.”
Herweha, hatiye bidestxistin ku serdana heyeta Partiya Maf û Azadiyan ya li
bajar û bajarokên Herêma Bakurê Kurdistanê dom dike.(Pna)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû
Naveroka Beþa Kurdistan
|