|
Leyla Zana got "Kurdistan" û rastiyan anî ziman û tirkan dîn har bûn
21 Tîrmeh,2007
weþandin:14:30:27 (GDK)
HAWAR DENGÛBAS,AMED,Kurdistan --
Tirkan li þûna ku rastiyên ku bûne
sedema þer,pevçûn û kuþtin û serhildanên 80 salî ya Kurdan binirxînin
bi tundî êrîþê Leyla Zana û Kurdan dikin..
Beriya hilbijartinan Leyla Zana bi
axaftinên xwe yên dawî mora xwe li rojavê xist.
Leyla Zana di
mîtnga Ixdirê de got: "Ez eþkere vê yekê dibêjim, kurdan çend caran destê
xwe yê aþtiyê dirêj kir.Lê wan gavekê jî neavêt. Ji bo çareserkirina
pirsgirêka kurd pêþî divê efûyeke giþtî bê derxistin û divê derbasî pergala
eyaletê bê kirin, Eyaleta Kurdistanê bê avakirin.
Çêkirina
Eyaleta Kurdistanê Tirkiyeyê parçe nake. Kurd dev ji Kurdistanê bernadin.
Pergala eyaletê dê yekîtiyê çê bike. Van yekan bikin û pêþeroja gelên me
tarî nekin."
Dozgerê Komarê yê Îxdirê der barê
mebûsa berê ya DEP'ê Leyla Zana de ku di mîtînga Hezar Hêvî ya Îdirê de
axivîbû, lêpirsîn da dest pê kirin.
Zana di mîtîngê de gotibû "Divê Tirkiye bi eyaletan bê bi rê ve birin û
Eyaleta Kurdistanê divê bê avakirin" û li ser vê yekê der barê wê de doz
hate vekirin. Dozgerê Komarê yê Îdirê Mustafa Kuçuk da zanîn ku der barê
Leyla Zana û Mehmet Nuri Guney de ku di mîntîngê de axivî bûn ji xala 216'an
û 302'yan a TCK'ê û ji xala 58'an a zagona 298'an lêpirsîn hatiye dest pê
kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi awayeke berfireh lêpirsîn didome.
"Yên ku îro li ser gotinên min hêrs bûne
5-10 sal paþê dê van gotinan bînin cih"
Her wiha îro Leyla Zana li Wanê
bersiva rojnamegeran da û got ku ew di wê baweriyê de ye ku divê Tirkiye
parçe nebe û wiha domand: "Ez zimanê vî gelî me. Min di heman demê de
hêviyên gelê xwe anî ziman. Ez fêdeya Tirkiyeyê di vir de dibînim. Baweriye
min ev e ku yên ku îro li ser gotinên min hêrs bûne 5-10 sal paþê dê van
gotinan bînin cih."
Zana got ku tiþtên min gotin fikrên min in û wiha berdewam kir: "Partî
piþtgirî dide van fikrên min nade, ew dizanin. Ahmet Turk nayê wê wateya
hemû partî. Di nav partiya me de jî fikrên cihê hene."
Di serdanan de Parlementera berê ya DEP'ê Leyla Zana pirsên çapemeniyê
bersivandin û gotinên xwe zelal kirin. Zana bibîr xist ku pergala eyaletê
wekî ku tê fêmkirin, nayê wateya cudaxwaziyê û modeleke çareseriyê ye. Zana
got ku ev pergal li gelek dewletan tê pêkanîn û wiha domand: "Ez bawer dikim
ku pirsgirêka kurd dê bi vê modelê bê çareserkirin. Ev model li gelek
welatan heye. Û wekî ku hinek fêm dikin, nayê wateya cudaxwaziyê." Zana li
ser gotinên Hevserokê DTP'ê yê berê Ahmet Turk ên wekî ku gotibû 'gotinên
Zana ne yên partiya me ne' sekinî wiha axivî: "Ev gotinên min ên þexsî ne.
Ez ji gotinên Ahmet Turk re rêz digirim. Lê ez bawer im ku li Tirkiyeyê
gelek rayedar dê li ser gotinên min bisekinin û binirxînin."
Medyaya Tirkî êrîþî Kurdan dike
Dewleta tirk û medyaya tirkî wekî
her care dîsa ji ber bilêv kirina rastîyên derbarê realîteya kurd û
Kurdistanê de tehemul nekirin û gelek eciz bûn û li þûna ku wan rastiyên
bûne sedema þer û pevçûn û kuþtin û serhildanên 80 salî ya Kurdan binirxînin
bi tundî êrîþê Leyla Zana dikin.
Medyaya Tirkan ku bi tu avahî
himên rojnamgerî û medyayê ve eleqedar nînin her tim bi gotinên qirêj û
dijminahî heqeretê ser milletê Kurd dikin.Di vê mijarê de jî medyaya Tirk
wekîher tim bi tundî êrîþî ser gelê Kurd dike û nirxên neteweya Kurd biçuk
dixînin.(Ajansan
/ Dîha / HAWAR DENGÛBAS)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû
Naveroka Beþa Kurdistan
|