|
Orhan Dogan li gel hezaran hate defîn kirin
02 Tîrmeh,2007
weþandin:18:39:21 (GDK)
ÞIRNEX,bakûrê Kurdistanê --
Orhan Dogan li Cizîrê bi merasîmeke bêhempa hate definkirin. Beriya
definkirinê li ber avahiya DTP’a Cizîrê parlementera DEP'ê ya berê Leyla
Zana axaftinek kir û wiha got: "We ew bi awayekî serbilind ji bo Kurdistanê
kir zava."
Cenazeyê Parlementerê DEP'ê yê berê û têkoþerê azadiyê Orhan Dogan pêr di
saetên serê êvarê de gihiþte Navçeya Cizîra Þirnexê. Li vir ber bi Qada
Otogarê ve meþek ku bi sed hezaran kes beþdar bû hate lidarxistin. Di dema
meþa 2 saetan dom kir de ji ber zêdebûna girseyê car car îzdîham çêbû. Beþek
girseya li qadê cih nebû bi neçarî derkete ser Bedenên Cizîrê. Di dema meþê
de bênavber slogana, "Rêhevalê Rojê nemir e", "Anîna aþtiya me bi te re
hêviya wê dikir deynê me yê namûsê ye" hatin avêtin û pankarta gotina Orhan
Dogan a wekî, "Anîna aþtiyê ya Tirkiyeyê deynê me yê namûsê ye" li ser
nivîsî ya mezin hate vekirin.
KEÇA WÎ AYÞEGUL AXIVÎ
Keça Orhan Dogan a mezin Ayþegul Dogan di torenê de axaftinek kir û wiha
got: "Kedeke mezin a bavê min li ser vî gelî û li ser me heye. Em ji wî re
deyndar in. Dayîna vî deynî dijwar e. Serê gelê me sax be. Ew þehîdê vî gelî
ye."
Piþtî Ayþegul Dogan, Parlementera DEP'ê Leyla Zana bi kurdî axaftinek kir û
bal kiþand ser jiyana rûmetdar a Orhan Dogan. Zana ev tiþt gotin: "Roj hene
mirov cejnê pîroz dike. Roj hene mirov þînê dike. Divê em di cejnê de cejn û
di þînê de jî þîn bikin. Me îro zarokê Kurdistanê bi awayekî serbilind anî
hizûra we. Ew her tim ji bo vî gelî xebitî. Her tim digot, 'Di dema têkoþînê
de ez her tim 24 saetên rojê 4 saatan radizêm û 20 saetan dixebitim. Ez ji
bo keda xwe bidim gelê xwe vê yekê dikim. Lê ev yek jî ji min re kêm tê.
Xwezî rojek ji 24 saetan zêdetir bûya'. Îro we Orhan Dogan bi awayekî
serbilind ji bo Kurdistanê kir zava. Orhan her tim ji bo aþtî û biratiyê
hewl dida. Ne mimkûn e ku ez Orhan bi du peyvan ji we re bêjim. Wî tu caran
peyva ez bi kar neanî. Her tim 'gelê min' got. Her tim soz da gelê tirk û
Kurdistanê û ji bo azadiyê têkoþî. Berî niha we cizîriyan Orhan kir
parlementer. Lê îro ji Serhedê heta Botanê her kes Orhan wekî wekîlê xwe
dibîne. We ev xelat da Orhan. Lazim e hûn xwedî li vê jî derkevin. Ez
îradeya vî gelî baþ dizanim. Ez dizanim ka dê kî çawa bîne ku derê. Dostên
rêhevalê min ê rêzdar, hûn hemû xêr hatin. Ew kesek her tim pêþiya xwe
didît. Her tim digot ez dê jiyana xwe fedayî aþtiyê bikim. Heta peyva xwe ya
dawiyê di aþtiyê de israr kir. Hêviyeke wî ya wiha mezin jî ji dostên wî
hebû. Aþtî bi kedê tê. Rêhevalê me ev ked da û canê xwe jî da. Em îro li
diyarê Mem û Zînê wî bi awayekî bêhempa rê dikin. Ez bejna xwe li ber hemû
dostan ditewînim. Serê we hemûyan sax be."
BÛ MÊVANÊ EVÎNDARAN
Piþtî axaftinan girseyê careke din bênavber sloganên, "Þehîd namirin",
"Ocalan" avêtin. Her wiha di dema torenê de slogana, "Baykal dê hesabê bide"
jî hatin avêtin. Piþtre cenazeyê Dogan ji bo definkirinê birin Goristana
Asrî ya li piþt Tirba Mem û Zînê. Dogan li goristana malbatê ya ku dayik û
bavê wî lê hate veþartin.
KONÊN SERSAXIYÊ
Bi boneya sersaxiya Orhan Dogan li Cizîrê konên sersaxiyê hatine vekirin û
malbata Dogan li vir sersaxiyan qebûl dikin. Her wiha li gelek deverên din
ên bakurê Kurdistanê ji bo Dogan sersaxî li avahiyên DTP’ê têne qebûlkirin.
Namzetê Serbixwe yê ‘Hezar Hêviyan’ ê Edenê Nazmî Gur navê Orhan Dogan li
bûroyeke xwe ya xebatên hilbijartinê kir.
Turk îro sersaxiyê qebûl dike
Namzetê Serbixwe yê Parlementeriyê yê ‘Hezar Hêviyan’ yê Mêrdînê Ahmet Turk,
ji bo siyasetmedarê kurd û parlementerê berê yê DEP’ê Orhan Dogan ê jiyana
xwe ji dest dabû, îro dê li avahiya DTP’a Qoserê serdanên sersaxiyê qebûl
bike. Turk ku vekirina bûroyên hilbijartinê yên Dêrik û Þermexê betal kirin,
wê îro ji Cizîrê vegere Mêrdînê. Turk, ji sibê de wê ji ber þîna 3 rojî ku
hatiye îlankirin, li avahiya DTP’a Qoserê serdanên sersaxiyê qebûl bike.
(Dîha)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû
Naveroka Beþa Kurdistan
|