|
Hîmê projeyê sînemaya Oskar li bajêrê Duhokê tê danîn
02 Tîrmeh,2007
weþandin:22:38:46 (GDK)
DUHOK,Kurdistana
azad -- Þîretkarê hunerî yê serokê hukûmeta Kurdistanê Helkewt Zahir di
bêjedanekê de ragihand, ku dê di van çend rojên bihên de hîmê bingehînê
projeyê sînemaya Oskar li bajêrê Duhokê bihê danîn.
Zahir got: hukûmeta Kurdistanê di çarçêweyê kar û projeyên xwe yên
xizmetguzarî de pîkolê dike, ku rewþa sînemayê li kurdistanê vebijîne..
Hukûmet kar jî ji bo diristkirina holên sînemayan dike, da ku em jî wek hemû
gelên cîhanê bi rêya sînemayê behsa êþ û azarên milletê xwe bikin.. piþtî ku
me di 17 ê meha derbasbûyî de hîmê bingehînê sînemaya Oskar li bajêrê
Hewlêrê danî – ku ji alîyê kertê taybetî ve dihê bi cihanîn – me biryar daye
ku di evan rojên bihên de em hîmê bingehînê sînemaya Oskar li bajêrê Duhokê
jî daynin.. ev jî dê bi rêya kertê taybetî bihê bi cihanîn.. me biryar daye,
ku em li bajêrên dinên kurdistanê jî hîmên projeyên weha daynin.(Pna)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû
Naveroka Beþa Kurdistan
|