|
Þaredarê Colemergê Metin Tekçe:Em
tirkbûyînê qet napejirînin!
01 Tîrmeh,2007
weþandin:16:43:43 (GDK)
Bûroya hilbijartinê ya DTP ê li
Hekariyê vebû. Bi mûnasebeta vekirina bûroyê de þaredarê Hekariyê Metin
Tekçe axaftinek kir. Axaftina Tekçê berê xwe da beyanên serfermandariya
leþkerî ya Tirkiyê-GKM ê.
Wisan got Tekçe: Li Tirkiyê tiþtê ku ji kurdan tê xwestin, bêdengî ye.
Pejirandina tirkbûyîn e. Nayê pejirandin ku kurd qala perwerdeya bi zimanê
kurdî, jiyana azad û azadiya nasnameya xwe bikin. Kurda di 30 salên þerê
qirêj de fedekariyên mezin da. Îro jî ji kurdan fedekariyên zêde tê xwestin.
Pêwîst e dewlet li hemberî kurdan nêzîkayiyek e bidil bike.
Tekçe di nava axaftin xwe de li ser beyana GKB rawestiya. Li gorî nûçeya
Gever Yuksekovayê, Tekçe dîtina xwe li ser beyanê wisan got: Beþek ji beyanê
berê xwe ne li AKP ê û ne jî hilbijartina serekomartiyê bû. Di beyanê de,
kesên ku nebêjin "Ne mutlu Turkum Diyene" mîna neyaran hatiye îlankirin. Em
jî dibêjin, em hevwelatiyên Komara Tirkiyê ne. Em ji Tirkiyê ne, lê em kurd
in. Em tu caran nebûne tirk û em ê qet nabin tirk!
Tekçe, di dawiya aaftina xwe de piþtgiriya xwe ji bo berendamê parlementoyê
Esad Canan nîþan da: Li Hekariyê heta roja me dîrok hatiye nîvîsîn. Emê di
22 temûz ê de carekî din, bidestxistina 3 parlementerê din, rûpelek nûjen
bidin nîvîsîn. Hekarî, berî niha û pêþerojê dê rêberiya azadiya kurda û
têkoþîna civata kurda bike.
(Zarathustra News)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû
Naveroka Beþa Kurdistan
|