|
Bi doza ser AKP rojeva esasî diguherînin û dê AKP bi hêztir bikin
16
Adar, 2008 weþandin:00:34:32 (GDK)
Serdozgêrê
Dadgeha Bilind ya Komarê ya Tirkiyeyê Abdurrahman Yalcinkaya serî li Dadgeha
Destûrê ya bilind da ku partiya AKPê bê girtin. Dozgêr îdîanameya xwe þand
Dageha Destûrê ku tê de îdîa dike, AKP bûye navenda kiryarên li dijî laikî
yê.
Dozgêr di îdîanameya xwe de herwiha dixwaze 71 AKPyî ku tê de serokwezîr
Erdogan û Serokkomar Gul jî hene 5 salan ji siyasetê
bêne dûrxistin. Piþtî vê buyerê AKP bi serokatiya Erdogan civiya.
Di dawiya civînê de cîgirê serokê AKP-ê Dengîr Mîr Mehmed Firat daxwiyaniyek
da û bi tundî li hember dozgêr rawestiya, got: "AKP ê xwedî li emanetêk
millet dayiyê derkeve".
DTPê jî rexne li biryara serdozgêr derket û got: "Ev gav ji bo demokrasiyê
bextreþî ye.”
CHP û DSPyê jî diyar kirin ku gelek normal e dozeka wiha li hember AKPê
vebe, stendina pirraniya dengên xelkê wî mafî nade partiyekê ku ew li dijî
laisizmê tevbigere.
Dixwazin AKP
bihêztir bikin
Wek tê zanîn midaxeleya arteþa
Tirk a di meha nîsanê bû bû sedema bi hêz bûna AKP di hilbijartinên 22ê
tîrmehê de.
Wisa xuyaye ku hikumeta AKP piþtî vê pêþketinê jî di hilbijartinên herêmî de
dê piþtgirya li AKP zêde be û dengê xwe zêdetir bike. AKP ku di mehên dawî
him bi xirab bûna aboriyê û him jÎ bi têk çûna li kurdistana azad û
polîtîkayên dijî azadiya gelê Kurd piþtgiriya li bakûrê Kurdistanê ber bi
kêm bûnê ve diçû.
Reaksiyonên hember dozê
Ev nûçe di medyaya cîhanê de cihekî girîng girt û ji raya giþtî ya
cîhanê de jî daxuyaniyên nerazîbûnê hat. HÝnek ji wana wisa bû;
Parlemantoya Awrûpayê, Cîgirê
Serokê Grûba Sosyalîst, Jan Marinus Wiersma : Min di jiyxana xwe ya siyasî
de tiþtekî wisa nedîtîbû. Ev yek dide diyarkirin ku edaleta Tirkiyê bêteref
nîne.
Endamê Parlemantoya Awrûpayê, Grûba Keskan, Cem Özdemir : Bila dewletê ji
xwe re gelekî din hilbijire. Ev doza hanê ji bo ji sedî 50 gelê Tirkiyê re
vê mesajê dide, ku ”hûn ne parçeyek ji vê welatî ne.” Eger DTP jî were ser,
dihête wê wateyê ku ji sedî 50 jî pir zêdetir gel ne ji vê dewletê ye, yanê
dewlet dive ji xwe re gelekî din bibîne.
Endamê Parlemantoya Awrûpayê, Joost Lagendijk : Ji Tirkiyê re dozger û
ferwerên layiqê sedsala 21. lazim in. Ez di nava þokê de me, ez nikarim vê
doze cidî bigrim. Dozgerekî çawa tiþtekî wisa xeyrî cidî dikare bike, fêm
nakim. Ev nûçeyeke gelek xirav e ji bo Tikrkiyê. Îmaja Tirkiyê li Awrûpayê
darbe xwar. Ez bawer dikim hakim vê doze red bike.
Rojeva esasî diguherînin
Wekîla Serokê Koma Meclisê ya DTP-ê Fatma Kurtalan li ser doza girtina Ak
Partî got:"Ev þermeke demokrasiyê ye. Divê girtina partiyan ji rojeva
Tirkiyeyê derkeve."
Kurtalan li ser doza girtina li Ak Partî nerazîbûn nîþan da û got; "Ji ber
fikrên wê yên siyasî girtina partiyeke eybeke demokrasiyê ye. Divê Tirkiye
êdî ji nav ev kirinên derveyî demokrasiyê rizgar bibe. Li Tirkiyeyê her
partiya siyasî divê fikrên xwe bi awayekî azad biparêze. Divê bi girtinê re
rû bi rû nemîne. Divê girtina partiyan ji rojeva Tirkiyeyê derkeve."
Wekîlê Serokê Koma Meclisê yê DTP'ê Selahattin Demirtaþ jî got ku di
demokrasiyan de partî ji aliyê gel ve têne girtin û wiha berdewam kir: "Di
demokrasiyan de hilbijêr di hilbijartinan de bersiva partiyan dide. Lewre
partiyeke sedî 47 deng girtibe, ji nava xwe serokomarekî derxistine girtina
wê kêmasiya demokrasiyê nîþan dide. Fikra wê çi dibe bila bibe em li dijî
girtina partiyan in."
(Dîha
/ HAWAR DENGÛBAS)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|