|
Dewleta Tirk niha jî dest bi operasyona xapandina Kurdan kir
NÛÇE: HESEN DILGEÞ
ÞÎROVE: SERHAD B.RÊNAS / HAWAR DENGÛBAS
13 Adar, 2008 weþandin:00:24:45 (GDK)
AMED,
bakûrê Kurdistanê --
Piþtî ku oprerasyona
ku AKP plan kiribû tek çû û arteþa dagirker a Tirk piþtî ku li Kurdistana
azad rastî þikestineke mezin hat û 29ê sibatê de ji Kurdistana azad
vekiþiya niha AKP li pêy hewlên nû yên xapandina Kurdan e.
Hikumeta AKP
ku pirsgirêka kurd wek pirsgirêkek aborî dibîne wekî hikumetên barê
'paket'eke nû ya 'pêþxistinê' eþkere kir.
Serokwezîrê
tirk Recep Tayîp Erdogan ev çend rojin, dîsa bi awayekî veþartî peyamên wekî
ji bo çareseriya pirsgirêka kurd paketek amade dikin, belav dikir.
Lê belê ji
daxuyaniya Erdogan daye rojnameya New York Times yê Emerîkayê diyar dibe ku,
di paketa Erdogan û partiya wî de, projeyên di bin avê de hiþtine herêmên
dîrokî yên Kurdistanê û xerakirina ekolojiya Kurdistanê derket.
Erdogan dîsa
rastiya pirsgirêka kurd ji nedîtîve hatiye û pirsgirêka kurd wekî pirsgirêka
aborî nîþan daye. Erdogan îdîa kiriye ku, bi çêkirina 2 bendav, sîstema
kanalên avdan, çêkirina rêyan, paqijkirina mayinên li sînorê Suriyê û
vekirina kanalekî kurdî, erebî û farsî, pêþiya tevlîbûna ciwanan ya gerîla
bigirin.
Turk:
Peyama Kurdan Newroz e
Serokê Koma Parlamentoyê ya DTP’ê Ahmet Turk ku di civîna koma partiyê de
axivî, nerazîbûn nîþanî gotina, ‘Paketa Hikûmetê ya çareseriyê heye’ da û
wiha got: “Heta niha ji paketa hikûmetê ya çareseriyê þekir û reþte
derketine. Ji bo çareseriyê Makeqanûneke demokratîk û diyalog lazim e.” Turk
kesên dixwazin xwestekên gelê kurd guhdar bikin jî vexwendin qadên Newrozê.
Serokê Koma DTP’ê Ahmet Turk ku di civîna koma partiyê de axivî, mijarên di
rojevê de nirxandin. Turk di axaftina xwe de gotegotinên wekî, ‘Paketa AKP’ê
ya çareseriyê heye’ jî bi tundî rexne kir û banga çêkirina Makeqanûneke
demokratîk û diyalogê kir. Turk bi gotina, “Em êdî ji zordariyên li ser gelê
kurd re dibêjin êdî bes e” dest bi axaftina xwe kir, daxuyand ku ew dixwaze
hemû partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û hemû kesên li Tirkiyeyê
berpirsyar vê gotinê bikar bînin.
‘Guh bidin dengê gel’
Turk dubare kir ku pirsgirêk bi çekan û operasyonan nayê çareserkirin û wiha
dirêjî da axaftina xwe: “Gelê me yê ev 2 mehe helwesta xwe ya demokratîk li
kolanan tîne ziman jî dibêje. Ji kerema xwe guh bidin dengê gel. Em dibêjin
çareseriyê ji gel re bibin. Li cîhanê heta niha gelek pevçûn û þerên wiha çê
bûne lê di encama daxwazên gel ên demokratîk de bi dawî bûne.” Turk, bang li
partiyan kir ku ji bo çareseriya pisgirêkan diyalog bê danîn û Serokê
Meclîsê Koksal Toptan rista xwe bicih bîne. Turk, xwest ku diyalog bi
derengî neyê xistin. Turk, xwerexneyên generalan ên di mijara pirsgirêka
kurd de dane bibîr xist.
Ji bo Newrozê banga daketina qadan hat kirin
Turk, bal kiþand ser wateya cejna Newrozê û wiha dirêjî da axaftina xwe:
“Gel ji bo azadiyê li qadan kom dibe. Em dê Newrozê bi nêzîkatiyek wiha
pêþwazî bikin. Gelê me ji bo ku van peyaman bide wê dakeve qadan. Kesên ku
dixwazin daxwazê gelê kurd fêm bikin bila bên qadên Newrozê. Werin dengê
azadî, aþtî û demokrasiyê guhdarî bikin. Ez ji niha ve ji gelê xwe re spas
dikim. Ez ji niha ve Newroza gelê me pîroz dikim.”
Abdulah
Gul îdda kir ku mixateba pirsgirêka Kurd tune ye
Serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul berî ku ji bo beþdarbûna civîna Rêxistina
Konferansa Îslamê, biçe Senegalê li balafirxaneya Esengoxayê ya li Enqereyê
di civîneke çapemeniyê de li ser hevdîtina wî ya duh ya bi DTPê re got:”Min
guh da endamên DTP-yê û hin tewsiye da wan û nêrînên xwe ji wan re got. Di
parlamentoya Tirkiyeyê de grûba DTP-yê heye. Ez serkomarê herkesî me.”
Gul li ser pirsa” Te îfadeyeke bi awayê ’Divê arîþeya kurd bi riyên aþtiyane
bê çareserkirin’ bikar anî?” got:”Pirsa ku hinek dibêjin kurd, hinek dibêjin
teror û hinek ji dibêjin rojhilatê baþûr, ya Tirkiyeyê ye.Ev ne arîþeya
partiyek û grûbek e. Bes mixatabekî vê meseleyê tuneye. Nêrînên partiyên
siyasî hene. Min nêrînên DTPyê jî guhdar kir. Divê herkes piþtevaniya
çareserkirina vê arîþeya bike."
Hêjayê gotinê ye DTP roja 10/3/2008 jî li gel serokê Parlamentoya Tirkiyeyê
Koksal Toptan civiyabû û nêzî 45 deqîqeyan gotûbêjkiribû.
Li aliyê din,
Cigirê Serokê Koma DTP'ê Selahattîn Demîrtaþ diyar kir ku, ew li bendê ne,
Serokwezîrê tirk Recep Tayîp Erdogan bersiv bide daxwaza wan ya ji bo
hevdîtinekê. DTP'ê, dema hewldana dagirkeriya artêþa tirk de, ji bo fikarên
xwe ragihîne ji Serok-komar, Serokê Parlemen û Serokwezîr rendevû xwestibû.
Serokê Parlemen û Serok-komar biçek derengî be jî, rendevû da DTP'ê, lê belê
Erdogan hê nedaye.
Rûyê rastî ya AKP bi êrîþa ser Kurdistana azad derket holê
Hikumeta AKP ku ji ber gelek sedemên cuda di serî ji qelsiya politikayên DTP
û bi helwestên xwe yên nerm li hemberî Kurdan li bakurê Kurdistanê dengên
xwe zêde kir û piþtî hilbijartinan di meseleyên wek xirabkirina Hesenkêyf,
qebul kirina perwerdeya bi Kurdî û di hin mijarên din de li dijî daxwazên
kurdan helwest vergirt. Piþtî zêde bûna dengên AKP serokê AKP Tayyip Erdogan
jî gort pirsgirêka Kurd hatiye çareser kirin û pirsgirek tenê pirsgirêka
aborî ye..
Tê xwestin ku di hilbijartinên li pêþiya me de jî dengên AKP li Kurdistanê
zêde bibe û Kurd zêdetir entegreyî sîstema Tirk were kirin û li þûna çareser
kirin û pêkanîna daxwazên neteweyî û civakî ya Kurdan bi çend
febriqayan û bi weþanên Kurdî ku dewleta Tirk pêk bîne, gelê Kurd bêne
xapandin.
Lê hêzên siyasî yên Kurd dikarin vê rewþe gor berjewendiyên Kurdan
bikarbînin û riya pûç kirina stratejiya AKP ya engere kirina Kurdan bênavber
anîna rojavê ya daxwaza Kurdan e û xebat kirina bo vê yekê ye..
Hikumeta AKP
ku di destpêkê de bi gotinên þêrîn Kurdan xepand û bi Mislimantiyê dengên
Kurdan girt ji bo parastina desthilata xwe bi hevkariya ordiya Tirk bombe
barand ser Kurdistanê û rûye xwe yê rastî bi êrîþ kirina ser Kurdistana azad
û qedexe û zextên li bakûrê Kurdistanê nîþan da.
Serokwezîrê
tirk Recep Tayîp Erdogan û hevalên wî, xwe ji bo kurdan re þîrîn bidin nîþan
dan daxuyaniyan didin, lê belê di pratîkê de berovajî gotinên xwe
tevdigerin. Erdogan berî hilbijartinên par, peyamên wekî 'ew dixwaza
pirsgirêka kurd çareser bike, artêþ pirsgirêkan derdixe' belav dikir û ji
kurdan deng xwestin, lê belê piþtî hilbijartinên ev gotinên xwe ji bîr kirin
Erdogan hê jî
di her axaftina xwe de dibêje "yek millet û yek dewlet û yek ala" û piþtre
jî behsa çareser kirina pirsgirêka kurd dike. Yanî AKP him kurdan wekî
millet nasnake û him jî ji bo ku hêza xwe ya li bakûrê kurdistanê winda neke
behsa çareseriyê dike.
Pêwîste Kurd nêzî hev bibin û stratejîyeke neteweyî,mayînde û pêþketî
pêkbînin û planên AKP û hemû dijminên Kurdan pûç û vala derxînin.
(HAWAR DENGÛBAS / ajansan)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
          
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|