|
Dewleta dagirker a Tirk bi avayekî giran têkçû û ji Kurdistana azad reviya
01 Adar, 2008 weþandin:00:23:43 (GDK)
HATE NÛ KIRIN
AMED
/ HEWLÊR, Kurdistan -- Arteþa dagirker a Tirk piþtî ku li Kurdistana
azad rastî têkçûneke mezin hat doh bi temamî ji Kurdistana azad derket. Ji
ser destpêkirina hewla dagirkeriya artêþa Tirk a xwÎnxwar hefteye bi dawî
bû.
Berpirsyarê Têkiliyên PDK'ê Sefîn
Dîzayin, derbarê rawestandina operasyona dersînor a arteþa Tirk de, ragihand
ku wan
agahiyek wiha bihîstiye lê, tiþtekî fermî nehatiye ji wan re. Wezîrê Karê
Derve yê Iraqê Hoþyar Zebarî jî diyar kir ku tu leþkerên
arteþa tirk li axa Kurdistana Federal de nema ye.
Serfermandariya Giþtî ya Tirk di
malpera xwe ya fermî de têkildarî vekiþiya operasyona dersînorî daxuyaniyek
weþand. Di daxuyaniyê de nûçeyên derbarê paþvekiþiyanê de hatine dayîn,
nehatin derewandin.
Gelê Kurdistanê doh jî li kolanan
dewleta Tirk þermezar kirin
serhildanên Kurdan li dijî
dagirkeriya dewleta tirk li seranserî
Kurdistan û Cîhanê mezitir bû.
Têkçûneke dîrokî
Artêþa tirk bi
def û zirneyan çû bo êrîþ kirinê , bi cenazeyan û moralê têkçûyî paþde
vegeriya. Zap ji leþkerên tirk re bû goristan û darbeyên mezin artêþa tirk
xwar. Artêþa tirk piþtî opersyonên hewayî yên du mehan, di 21'ê sibatê de,
bi coþ û heyecaneke mezin ji herêma Zap'ê dest bi tevgera hewldana
dagirkeriya Baþûrê Kurdistanê kir. Artêþa tirk di heman demê de jî, wekî
berê di bin pêþengiya çapemeniya tirk de, þerê psîkolojîk da destpêkirin.
Serfermandariya tirk di roja yekemîn de, wêne û dîmenên operasyonê weþandin
û çapemeniya tirk jî, bi wan dîmenan kete nava pêþbaziya pesndayina artêþ û
leþkeran. Serfermandariya artêþa tirk navê operasyonê 'Roj' danî û
çapemeniya tirk jî ev gotin ji xwe re kir beniþt û manþetên wekî 'Wê Roj
çiyayê Kandîlê bihelîne' avêtin.
Lê belê
demekî kin de balona çapemeniya tirk teqiya 'Roj' a medyaya tirk bû tarî û
berê wan çû cenazeyan. Gerîlayan li Zap û li gelek deverên din, yekîneyên
tirk xistin kemînê û bi dehan leþkerên tirk kuþtin. Hate zanîn ku, di encama
þeran de, zêdetirî 100 leþkerên tirk kuþtine û gelek jî, ji ber rewþa hewayê
kufilîne. Ajansa nûçeyan a Peyamner doh di nûçeyeke xwe de anî ziman
ku, hêzên tirk ji Baþûr, cenazeyên 81 leþkeran birine û hê gelek cenaze jî
li cihê þeran in. Artêþa tirk hewl da wendahiyên xwe veþêre û ji bo vê
çapemenî jî tehdît kir, lê belê dîsa jî nekarî beþek mezin ya wendahiyên xwe
veþêre. Serok-komarê tirk Abdullah Gul çûyina xwe ya welatên Afrîkayê betal
kir û Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan, Serfermandarê tirk Yaþar Buyukanit jî
di nav de, rayedarên payabilindên tirk, mecbûr man hemû plansazî betalkirin.
Tevgera bejayî
ya arteþa Tirk di 20'ê sibatê de daye destpêkirin, 8 roj dewam kir. Li gorî
daxuyaniyên ku Serfermandariya Giþtî ya dewleta Tirk û PKK'ê dane, bi sedan
kesan jiyana xwe jidest da. PKKê diyar kir ku di nav heftiyek de 108 leþker
mirine û 5 endamên wan heta niha jiyana xwe ji dest dane,. Dîsa di
operasyonê de helîkopterek ket, di êrîþa hewayî de li Duhokê pire hatin
hilweþandin. Cerdevanên ku nexwestin herin operasyonê, hatin binçavkirin.
Hate diyarkirin ku 3 leþkerên di pevçûnê de birîndar bûn, qerisîn. Jiyana
gundiyên li derdora herêmên pevçûnê, ji ber dengê balafir, helîkopter, top û
çekan bû kabûs.
Nekarîn þikestina xwe veþêrin
Artêþa tirk hewl da kuþtiyên xwe
veþêre, lê belê ji ber nûçeyên medyaya kurdî, nikare bigihêje vê armanca
xwe. Serfermandariya artêþa tirk li ser nûçeyên rast û bêsansor yên
medyaya kurdî, mecbûr ma, wendahiyên qebûl bike.
Fermandariya giþtî ya tirk têkçûna xwe bi daxuyaniyan dixwaze veþêre lê belê
PKK daxuya kirin ku artêþa tirk têk çûye. PKK'ê di daxuyaniya xwe de da
zanîn ku di roja 8. a hewldana dagirkeriyê de li herêma Zapê artêþa tirk ti
gir û nuqteyên stratejîk bi dest nexistine û neçar vekiþiyaye.
Çavkaniyên herêmî jî diyar kirin ku, di nava hefteyekê de ji Baþûr 81 cenaze
çûne Tirkiyê.
Her wiha hate
hîn bûn ku hêzên tirk ji Baþûrê Kurdistanê cenazeyên 30 leþkerên din rakirin
Amedê. Artêþa tirk ji bo ji raya giþtî veþêre jî, 30 cenaze bi kamyoneke
sarinc ya goþ, birine Amedê. Li gorî agahiyan, hêzên tirk cenazeyên 30
leþkeran kirine nav kamyon û vê sibê birine Morga Nexweþxaneya Fakulteya
Tipê ya Zanîngeha Dîcle ya Amedê. Rayedarên Zanîngeha Dîcleyê, nexwestin
derbarê mijarê de agahiyan bidin. Hêzên tirk doh êvarê jî, cenazeyên 3
leþkeran bi helîkopterekî birîbûn Amedê û ji wir jî þandibûn bajarên lê
leþker hatine dinê.
Divê êdî Kurd bi stratejiyeke hevbeþ
tevbigerin
Desthilatdariya Kurdistanê ji ber ku diplomasiyeke xurt pêkneanîn di raya
giþtî yê Cîhanê de seneryoyên dewleta Tirk bêtir hate pejirandin. Her wiha
ji ber poltikayên ne bi îstîqrar ya hikumeta Kurdistanê bû sedema zirar
dîtina prestija Kurdan bi taybetî di hêla dîplomatîk de. Diviya bû ku riya
operesyona Tirkan bi her avahî hatiba girtin. Rayedarên Kurdistana azad heta
niha peyva dosteyatiya bi dewleta Tirk bernedan û pesna AKP dan.
Hikumeta Kurdistanê rastiyan û armancên bingehîn a tirkan baþ îzah nekirin û
her Kurd hêza xwe, bibiryariya xwe û mafdar bûna xwe baþ nîþan neda. Diviya
bû ku riya operesyona Tirkan bi her avahî hatiba girtin.
Hikumeta AKP
ku di destpêkê de bi gotinên þêrîn Kurdan xepand û bi Mislimantiyê dengên
Kurdan girt niha ji bo parastina desthilata xwe bi hevkariya ordiya Tirk
bombe dibarine ser Kurdistanê.
Di roja me de
li gel hemû pêþketin û detkeftiyên sîyasî,aborî,leþkerî,polîtîk,rexistinî,
dîplomatÎk û li gel piþtgirîya perçeyên din ya Kurdistanê qet ne mimkune ku
dijminên kurd li Kurdistana azad serkevin. Pêwîste Kurd nêzî hev bibin û
stratejîyeke neteweyî,mayînde û pêþketî pêkbînin. Divê hemû gelê Kurd bi
yekrezî tevbigerin da ku planên Tirkan pûç were derxistin. Di salên dawî de
wekî hemû karesat û êrîþên mezin Kurdan nêzî hevûdin kir. Di vê pêvajoyê de
jî Kurd divê nêzîkî hev bibin û hiþmendîya Kurdeyatî bilind bikin.
( HAWAR DENGÛBAS /
Dîha,Reuters,Puk media,Peyamner )
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
          
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|