|
Agirê Newroza 2008'an li gelek bajarên Kurdistanê pêket
16
Adar, 2008 weþandin:01:34:43 (GDK)
AMED
, bakûrê Kurdistanê -- Amed, Batman, Wan, Mêrsîn û Edene jî di nav de,
li gelek bajar û navçeya doh bi þev, agirê Newrozê pêxist û starta
pîrozbahiyan da. Pîrozbahiya li Amedê doh bi þev li kêleka Yenî Yaþam
Atolyesiyê pêk hat. Serokê DTP`a Amedê Necet Atalay, Serokê Giþtî yê
Pêþxistina Civaka Sivîl Nadîr Yildir jî di nav de, bi sedan kes tevlî
pîrozbahiyê bûn. Bi sedan kesan bi stranên Koma Agirê Jiyan govend girtin.
Li Batmanê jî, pîrozbahiyên
Newrozê bi fîþekên hewayî dest pê kir. Pîrozbahiya Newrozê doh êvarê li
Daristana
Yaþar Kemal a Bajêr bi fîþekên
hewayî û vêxistina agir
dest pê kir.
Þaredarê Batmanê Huseyîn Kalkan û
alîkarê Serokê Rêxistina DTP'a Batmanê M. Þirîn Tekîk, gelek nûnerên saziyên
sivîl yên civakî jî beþdarî pîrozbahiyê bûn. Kesên tevlî pîrozbahiyê bûn,
fîþekên hewayî teqandin, adir dadan û li dora agir govend girtin.
Agirê pêþî li Amedê pêket
Li Amedê yekemîn agirê Newrozê bi beþdariya
sedan kesî bi coþ hate pîrozkirin. Li Êlihê jî pîrozbahiyan bi fîþekên
hewayî dest pê kirin. Her wiha li Îzmîr û Mûþê jî pîrozbahiyan dest pê
kiriye.
Komeleya Welatiyên Azad a Hasirliyê, yekemîn agirê Newroza 2008’an pê xist.
Di pîrozbahiyên bi hezaran kes beþdar bûn de, lastîk hatin þewitandin û
agirê Newrozê bilind bû. Di pîrozbahiyên ku Serokê Rêxistina DTP’ê ya Amedê
Nejdet Atalay, Serokê Giþtî yê Komeleya Pêþvebirina Civaka Sivîl Nadîr
Yildirim jî beþdar bûn de, koma mûzîkê ya herêmî ya bi navê Agirê Adarê
derket ser dikê. Her wiha li bajarên bakûrê Kurdistanê bernameyên pîroz kirina Newrozê jî hêdî hêdî
diyar dibin.
Her wiha li gor agahiyan hunermenda dengxweþ
ya Kurd, Þehrîbana Kurdî dan weþana Agirî, qirar e ew beþdarî Þahiya Newroza
2008’an a Hewlêrê be. Þehrîban roja 18’ê Adara 2008’an li balafirxaneya
Hewlêrê peya dibe û bi dengê xwe ê xweþ û zelal, dê coþê bide þahiya Newroza
îsla li Kurdisdistaa azad.
Kurdistana azad li benda Þehîrbanê ye û Newroza 2008’an dê bi stiranên wê
coþ û germahiyek taybet hebe.
(Dîha,
pna)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|