|
Li Amedê kriza 'qada Newrozê'
15
Adar, 2008 weþandin:16:34:20 (GDK)
AMED
, bakûrê Kurdistanê -- Komîteya Amadekar a Newroza Amedê ku wekî
pîrozbahiya herî mez a girseyî ya Rojhilata Navîn tê zanîn û bisedhezaran
kes tevlî dibin, ji bo ku pîrozbahî li Qada Newrozê ya bi Baglarê bi taybetî
hatiye çêkirin bê lidarxistin, serî li walîtiyê da, lê serlêdan nehat
qebûlkirin.
Li ser vê yekê ji bo ku 'krîza
qada pîrozbahiyê' ji holê bê rakirin, ketin dewreyê.
Li aliyê din DTP'ê diyar kir
ku heke destûr neyê dayîn, ewê pîrozbahiya navendî pêk neînin. Ev biryara
DTP'ê wekî "Dibe ku Amedê wekî salên 1990'an li dehan cihan pîrozbahî bên
lidarxistin" hate þîrovekirin.
Komîteya Amadekar a Newroza Amedê ku wekî pîrozbahiya herî mez a girseyî ya
Rojhilata Navîn tê zanîn û ji sala 2000'î û vir ve her sal di navbera 500
hezar û milyonekî de mirov tevlî dibin, ji bo ku pîrozbahî li Qada Newrozê
ya li rex Kooperatîfa Zumrut û piþt Goristana Yenîkoyê bi taybetî hatiye
çêkirin bê lidarxistin, serî li Walîtiya Amedê da. Lê walîtiyê bi hinceta
"Li gorî biryara beriya niha hatiye girtin, pîrozbahiyên Newrozê ancax li
qada Fuarê dikarin bên lidarxistin. Qada Newrozê diyar e.
Qada Fuarê ye" serlêdan red kir û
bû sedema krîzê. Li ser vê yekê heyetek ji Þaredarê Bajarê Mezin ê Amedê
Osman Baydemîr û Serokê Rêxistina DTP'ê ya Amedê Necdet Atalay pêk tê, bi
Walî Huseyîn Avnî Mutlu re hevdîtin pêk anî. Lê Mutlu di hevdîtinê de heman
hincet dubare kirin û erênî nêzîk nebû. DTP'ê jî diyar kir ku li qada Fuarê
înþaat hatine çêkirin, lewre jî ne mumkun e ku pîrozbahî li wir bêne
lidarxistin, gel her sal gelek zehmetiyan dikiþîne û biryara xwe ji bo ku
pîrozbahî li qada nû bê lidarxistin dîsa ragihand walîtiyê.
Hiþyariya '28 ê Adarê'
DTP'iyan her wiha destnîþan kir ku heke ji bo qada nû destûr neyê dayîn, ewê
pîrozbahiya navendî li dar nexin, wê înîsiyatîfê ji gel re bihêlin û
daxuyand ku ji bûyerên dibe derkevin jî wê walîtî berpirsyar be. Li ser vê
helwesta Walî Mutlu, rêxistinên civakî yên sivîl ku di nava wan de komeleyên
karsaz û pîþesazan jî hene, bi awayekî awarte hatin cem hev û biryar girtin
ku hewldanek nû bidin destpêkirin. Rêxistinên civakî, bal kiþandin ku heke
destûr pîrozbahiya navendî neyê dayîn, wê li Amedê bûyerên wekî yên di 28'ê
Adara 2006'an de destpê kirin û bi rojan dom kirin, destpê bikin û fikarên
xwe yên di vê mijarê de anîn ziman.
'Helwesta walîtiyê nêzîkahiyek siyasî ye'
Ji bo ku krîz xilas bibe, Serokê GUNSÎAD'ê Þah Îsmaîl Bedîrhanoglu, Serokê
Odeya Bazirganiyê ya Amedê Mehmet Kaya, Serokê MUSÎAD'ê Ahmet Ocal û Serokê
DÎSÎAD'ê Raîf Turk, bi Wezareta Karên Hundir û parlamenterên AKP'ê yên
herêmê re ketin têkiliyê, lê heta niha ji bo qada nû ya Newrozê tu pêþveçûn
çênebûne. Hewldan hîn jî didomin. DTP'ê jî ragihand ku walîtî ji bo ku
pîrozbahiya asteng bike nêzîkahiyek siyasî nîþan daye û heke di zûtirîn demê
de pirsgirêk neyê çareserkirin, wê daxuyaniya pêwîst bidin û wê wekî salên
90'î Newroz li dehan cihên bajêr bê pîrozkirin.
Amadekariyên ji bo pîrozbahiyê didomin
Di vê navberê de li qada Newrozê ku DTP dixwaze pîrozbahiyê lê lidar bixe,
amadekarî bênavber didomin. Nêzî 2 hezar kes li tevahiya taxên bajêr û
navçeyan mal bi mal digerin, li aliyê din li qada Newrozê sehneyek 300
metrekareyî tê çêkirin. Her wiha bi dehezaran afîþên ji potan hatine çêkirin
ên rengareng, bi hezaran afîþên Newrozê û belavok wê li bajêr bêne
belavkirin. (Dîha)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|
|