|
Di Newroza Amedê de axaftinên balkêþ; 'Ji paketa AKP kundir derket'
22
Adar, 2008 weþandin:00:45:32 (GDK)
AMED,
bakûrê Kurdistanê -- Di pirozbahiya Newrozê ya Amedê de Leyla Zana serokê
koma DTP Ahmet Turk û serokê
þaredariya Amedê Osman Baydemîr axaftinên girîng û balkeþ pêþkeþ
kirin.
Þaredarê Bajarê Mezin ê Amedê ku
di pîrozbahiya Newrozê de axivî balikþand ser 'paketa' AKP'ê da xuyand ku ev
paket ji sala 1976'an heta niha tê rojevê û êdî tama kurdir jê tê. Baydemîr
daxuyand ku di cejnan de mirov dikenin, þah dibin lê di saya serê paketa wan
a þer jê derketî de her roj li welatê me xemgîn derbas dibe. Baydemîr
derbirî ku gelê kurd gelê berê nîne û ji bo aþtiyê niha destê xwe dirêj
kiriye.
Di Newroza Amedê ku bi beþdariya sedhezaran kesan pêk tê yekem axaftine
Þaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr kir. Baydemîr wekî malovan
xêrhatina gelê Amedê û mêvanan kir. Baydemîr bi gotina, "Îro roja Newrozê
ye. Hûn bi xêr hatin. Hezar caran hûn xêr hatin. Ser çavan hatin. Em bi we
rûmetin. Em xizmetkarên we ne û bi hatina we rûmetdar in" dest bi axaftina
xwe kir. Baydemîr derbirîn ku ew heta niha bi rûyek spî derketine hizûra
gelê Amedê û wiha axivî:
'Îmha û înkar kurdan naqedîne'
"Înþallah Xwedê dê me li hemberî we rû spî bike her tim. Dilê me, daxwazên
me meþa me bi we re yek e. Hevalno dostno, dayikno, birano, çend roj berî
niha em ji Diyarê Ehmedê Xanê, çûn Herêma Kurdistana Federal. Me silav û
germahiya we ji wan re bir. Li Helepçeyê, Duhok, Hewler, Silêmaniyê dengê
biratiyê, aþtiyê, hezkirin û dostaniyê me ji we re anî. Bi dilûcan ji Amedê
heta Hewlêrê, Qamiþloyê, Mahabadê, Bexda û Þamê ez Newrozê li gelê kurd û
gelên Rojhilata Navîn Pîroz be. Cejna we pîroz be. Newroz îro di nava
þahiyek mezin de derbas dibe. Hemû rojên we wiha be. Niha bi sedhezar
dixwazin êdî þer bi dawî bibe. Kurd êdî ne kurdên berên e. Cîhan guherî,
Rojhilata Navîn guherî. Ligel vê yekê demokrasî pêþ ket. Lê Hikûmet hêj li
cihê xwe radiwestin. Çareseriyek bi birîndarkirin, kuþtin, înkar û îmhayê
tune ye."
Baydemîr
di axaftina xwe ya ku car car bi sloganên, "Qatîl Erdogan" hate birîn de,
destnîþan kir ku bila hemû gelên Rojhilata Navîn bizanibe gelê kurd,
dostaniya wan dixwaze. Baydemîr wiha pêde çû: "Em biratiya gelên fars, ereb,
tirk ên li Rojhilata Navîn dixwazin. Lê li hemberî vê yekê lazim e gelên
Rojhilata Navîn jî destê gelê kurd bigirin. Niha mêvanên me li qada Newrozê
hene. Mêvanên me ji Suriyeyê hatin. Ew dostên gelê kurd in û li ser çavên me
hatine Amedê. Ez bi dil û can bi hestek ji xwe bawer, dibêjin di nav 8 salan
de me xizmetek 80 salan nehatî dayîn da.
Me kuçe û kolanên Amedê ji heriyê
xilas kirin. Morala gelê me ji her demê zêdetir bilind bû. Þaredarên me van
xizmetan ji bo we dikin. Wekî þîrê paqij ê diya we li we helal be. Bawer
bikin ev serkeftin ne tenê ya þaredariya we ye. Ev serkeftin serkeftina
Amedê ye. Keda herî mezin jî ya we ye. Ku hûn nebin, em tunin."
'Dixwazin gelê kurd bi birçîbûnê terbiye bikin'
Di axaftina xwe de Baydemîr balkiþand ser gotegota Hikûmeta AKP'ê tîne ziman
û paketa AKP'ê þibande girara kundir.
Baydemîr anî ziman ku dixwazin birçîbûnê bikin qedera gelê kurd û wiha
domand: " Em vê yekê qebûl nakin. Her roj ez rewþa gelê me dibînim. Ez bi we
re van êþan dijîm. Lê bi îzna xwedê em dê vê rewþê bi hev re biguherin. Ev
ne qedera gelê kurd e. Ev rewþ encama polîtîkaya hikûmetan e. Hemû
dewlemendî ji bo þer tên xerckirin. Aþtî tenê bi paketên wan nayê. Niha
paketek din aþkera dikin. Ez bi baldarî lê dinêrim. Di paketa wan de çi
derket? Ez bêjim. Îro Newroz e, roja ken û þahiyê ye. Lê di paketa wan de
þer derket. Ji 1976'an heta niha behsa paketan dikin. Çiye ev paket GAP.
Hemû hikumet vê yekê dikelînin, dikelînin datînin berî me. Mîna xwarina
kundir. Lê ku her roj hûn kurdir bikelînin nayê xwarin. Ku ev paket kundir
nebin jî de rewþa kundir de ye."
'Erdogan asîmîlasyona sûcê mirovahiyê dike'
Di dawiya axaftina xwe de Baydemîr polîtîkaya AKP'ê ya li hemberî gelê kurd
werkî 'alevere dalevere' nirxand û ev tiþt agotin: "Ji bo pêþketina herêmê
tenê nêrînek hikûmetan heye. Ev nêrîn jî alevere dalevere Mihemedê kurd here
nobetê. Li Almanyayê Erdogan dibêje asîmîlasyon sûcê mirovahiyê ye. Ev ras
te. Asîmîlasyon sûcek mezin û sûcê mirovahiyê ye. Ez niha bang li wî kesê ev
gotin kirî dikim. Þaredarê Surê Abdullah Demîrbaþ ji ber ku xebatên kurdî
kirin ji wezîfeyê hatin avêtin. Pekî ev sûcê mirovahiyê nîne? Ji ber ku
þaredarên kurd kurdî diaxivin rastî dozan tên. Ez doz tenê ji dadgeha
dernakevin. Ji AKP, ji Wezareta Karên Hundir derdikevin. Pêþiyê mifetiþên
Wezareta Hundir tên lêkolînê dikin û piþtre Wezîrê Karê Hundir dibêje bila
ev bên darizandin. Ev polîtîkaya hikûmetê ye. Niha dibêje em dê qanalek
kurdî vekin. Lê ku hûn kurdî qedexe dikin, þaredarê nbi kurdî diaxivin ceza
dikin, hûn dê çawa qanala kurdî vekin. Ev çi parêz e û çi sîr xwarin e. Li
gorî dozên li min hatine vekirin lazim e ez 130 sal di girtîgehê de bimînim.
Lê ez çiqas zêde bijîm 50 sal tir e. Cardin ez ji wan re 80 sal deyndar
dimînim. Gelên Rojhilata Navîn jî ji min re hezar sal deyndar in. Lê çiqas
dijwarî hebe ji bo xizmeta we ez dê bijîm û bêjim xêr hatin. Helepçeyê
dawiya zaliman û destpotan nîþan da. Lê gelê kurd hêj li ser piyan e."
'Ez li ber coþ û têkoþîna we bejna xwe ditewînim'
Serokê Koma DTP'ê Ahmet Turk ku di
Newroza Amedê de axivî, operasyon dersînorî bi tundî þermezar kir û Erdogan
bi meþandina polîtîkaya mexdûriyetê sûcdar kir. Turk balkiþand ser coþ û
têkoþîna gelê Amedê û wiha got: "Lazim e vê peyama we bigirin. Min coþ ji vê
sekna we girt. Piþtî vê yekê dibe ez bimirim lê ez bawerim ku ev têkoþîn dê
heta dawiyê dom bike. Ez li ber coþ û têkoþîna we bejna xwe ditewînim.
Piþtî Parlementera DEP'ê Leyla Zana, Serokê Koma DTP'ê û Parlementerê
Mêrdînê Ahmet Turk mafê axaftinê girt. Turk bi pîrozkirina Newroza gel dest
bi axaftina xwe kir, xwest ku Newroz bibe wesîleya aþtiyê. Turk da zanîn ku
gelê kurd ji bo jiyanek azad têdikoþe û ev têkoþîn li hemberî zilm û
kedxwariyê 2 hezar sale didome. Turk di axaftina xwe de balkiþad ser
operasyona dersînorî û rexneyên tund kirin. Turk wiha axivî: "Berî her tiþtî
ez dixwazim bi bîr bixim ku Hevserokê Partiya me Birêz Nurettîn Demîrtaþ ev
100 roje di girtîgehê de ye. Em vê polîtîkayê þermezar dikin. Cardin wekî
hûn dizanin li Parlementoyê operasyona dersînor anîn rojevê. Me sekna xwe bi
zelalî danî holê. Me got operasyon nabe çareserî. Em mafdar derketin.
Operasyona hewayî û bejayî pêk hat. Ka tu encamek hate girtin? Na. Tu encam
nehatin girtin. Bi vî awayî pirsgirêka kurd nayê çareser kirin. Niha êdî li
cîhanê kesên xwedî aqliselîm dibînin ku ev pirsgirêk bi înkar û îmhayê nayê
çareserkirin. Lê yên îdîa dikin ku xwediyên vê komarê ne naxwazin fam bikin.
Li welat û derve çareseriya pirsgirêka kurd dihat nîqaþkirin."
'Erdogan þanoyê dilîze'
Di axaftina xwe de Turd diyar kir ku paþayên sivîl ji bo rojevê biguherin
ketiye dewreyê û wiha pêde çû: "Cardin rojev serobino kirin. Ev nîqaþ ne
nîqaþên laîq û an jî antîlaîqiyê ne. Ev þerê kesên xwe wekî xwediyê komarê
dibînin e. Niha Tirkiye ji demokrasiyê dûr e. Lê Serokwezîr ji bo komarek
demokratîk tiþtek nake. Cardin li ser mexdûriyetê polîtîkayê dike. Lê Birêz
Serokwezîr hûn þanoyê dilîzin. Lê êdî kes bi van polîtîkayan naxape. Hûn bi
ji sedî 47 dengên gel hatin ser kar. Kerem kin komarê demokratîk bibin û
biguherin. Em dê piþtgiriyê bidin. Lê hûn dixwazin bi polîtîkaya mexdûriyetê
gel bixwapînin. Di kurdî de dibêjin 'Dikana Beko du qalib sabûn e wekî
tiþtek din nîne'. Niha Erdogan ji nûve ji bo xwe xilas bike ketiye dû
formulan. Demokrasî karê cesaretê ye. Lazim e ji bo demokrasiyê hûn bedel
dayînê hildin ber çavan. Ji bo wê werin ji bo demokrasî, aþtî û azadiyê em
bi hev re bixebitin. Lê cesareta Erdogan li kû ye. Niha Erdogan dibêje ez
Amed, Êlihê dixwazim. Nizane ev gel cesûr e. Ji bo azadiya xwe canê xwe
daye. Gundên wî vala bûne, zarokên wî canê xwe ji dest dane."
'Parlementerên te çima nayên vir'
Turk gotina Erdogan a wekî, '75 parlementerên min ên kurd hene' rexne kir û
wiha dawî li axaftina xwe anî: "Werin em ji bo demokrasiyê bedelê bidin. Em
ji bo vê yekê hene. Em dixwazin hemû gelên Rojhilata Navîn azad bibin. Em
Tirkiyeyê wekî welatê xwe dibînin. Em li vî welatî dixwazin bi têgihiþtina
hemwelatiyên azad bijîn. Ligel paþayên sivîl û statukoparêzan em dê aþtiyê
ava bikin. Piþtî min ev coþ û þahî, biryarbûn dît, edî çavên min li piþt min
namînin. Dibe rojekê em ji nav we biçin. Lê we nîþan da ku dê ev têkoþîn
heta dawiyê dom bike. Amed bajarek aþtî û demokrasî û azadiyê ye. Em vê
cardin îspat dikin. Hilbijartinên herêmî ji bo me pir girîng in. Niha
sinavek danîne pêþiya we. Amedê dê xwedî li nasnameya xwe derkeve na ne. Lê
Amed dê rûmeta xwe per tim biparêzi. Erdogan dibêje 75 parlementerên min ên
kurd hene. Hûn îro ji bo demokrasî û azadiyê li qadan in. Ku li ser navê we
çûne çima li vir nînin. Çima dengê we nabihîsin. Bila bin em nîqaþ bikin. Em
dibêjin hûn xwedî li gelê xwe derkevin, em dê piþtgriiyê bidin we û bêdeng
bin. Bila tenê laîqî vî gelî bibin. Yên newêrin peyva kurd bînin ziman dê
kîjan mafên we biparêzin. Lazim e gelê me vê pirsê ji wan bike. Em bi
îradeya gelê xwe îro li Parlementoyê we temsîl dikin. Lê bawere kin ku em dê
laîqî we bin. Ku lingên me bilerizin jî em dê li ser piyan bimînin û tu
caran bêzan nabin. Ji ber ku hûn ser bilind bin. Li qadan ev sekna wa
baweriyê dide me. Li ber Têkoþîna we bejna xwe ditewînim."
Roj baþ Erdogan! 10 televîzyonên gelê kurd hene
Parlementera DEP'ê ya berê Leyla Zana di axaftina xwe ya Newrozê de bi tundî
polîtîkayên AKP'ê rexne kirin û bi gotina, "Erdogan dê qanalek televîzyonê
ji kurdan re veke. Ev televîzyon dê bi 4 zimanan weþanê bike. Kurd dibêjin
rojbaþ Erdogan. Ev 10 sale em bi kurdî, tirkî, farisî, erebî û car car
îngîlîzî weþanê dikin. Kurd dibêjin 10 televîzyonên me hene. Tiþtên me bi
îrade û keda xwe bi destxistîn hewce nîne. Kurd diêjin em azadî, nasname û
mafên xwe dixwazin" polîtîkayên AKP'ê þermezar kir.
Newroza Amedê bi beþdariya sedhezaran bi awayek coþ didome. Piþtî Þaredarê
Bajarê Mezin Osman Baydemîr, Parlementer DEP'ê ya berê Leyla Zana axivî.
Zana ku bi pîrozkirina cejna gel dest bi axaftina xwe kir, paketa AKP'ê bi
tundî rexne kir. Zana derbirî ku bi ked û bedela hezaran Newroz ji Kawa heta
niha hatiye û wiha axivî: "Newroz reng, coþ û baweriya gelê kurd nîþan dide
niha. Berê me ev reng, coþ û hebûna xwe vediþard. Lê niha di saya berxwedan
û bedala hezaran kesên canê xwe dan, em bi aþkeratî nîþanî hemû cîhanê
didin. Ji bo em bêjin em kurd in me gelek bedel dan. Her gelek di dîroka xwe
de xwedî roj û sembolên taybet e. Newroz jî rojek sembola gelê kurd e."

'Hewce bi telefona te ya derewîn nîne'
Zana diyar kir ku ew ji þer re dibêjin 'Êdî Bes e' û naxwazin ku ne tukes
bên kuþtin û ne jî tukes bibin qatîl. Zana têkildarî 'paketa' AKP'ê jî axivî
û balkiþad ser meþandina operasyonan. Zana wiha pêde çû: "Niha AKP paketekê
vedike. Dibêjin paketa me ya demokrasiyê heye. Dibêjin dê bi 4 zimanan weþan
bê kirin. Bi erebî, tirkî, kurdî û farsisî. Em dibêjin roj baþ Erdogan, ev
10 sale em bi 4 zimanan weþanê dikin. Bi erebî, kurdî, tirkî û farisî û car
car bi îngîlîzî. Îro 10 televîzyonên kurdî hene. Gelê me bi keda xwe
televîzyonên xwe avakirine. Hewce bi televîzyona te ya derewîn nîne. Roj baþ
roj baþ roj baþ Serokwezîr. Tu gelek dereng mayî. Tiþtên heyîn hewce nîne tu
bidî. Ji kesê di xew de maye dibêjin roj baþ. Lê em dê wan ji wê xewê hiþyar
kin. Pêwistiya me bi televîzyon, torbeyên maqarna û komirê tune ye.
Pêwistiya me bi aþtî, nasname û jiyanek biratî û wekhevî heye. Ku hûn vê
qebûl bikin, em jî qebûl dikin. Dibêje partiya min digirin. Ku partiya min
negirtina min dê gavên mezin biavêtina. Ez dibêjim derew e. Ev 8 sal bi
hilbijartin û derewan qedan din. Em êdî bi derewên tukesê naxapin. Kes
nikare êdî me bixapîne. Em jî naxwazîn partiya wan bê girtin. Bila tu partî
neyên girtin. Bila fikir bi azadî bên ziman. Lê nayê wê maneyê ku cardin me
bixapînin û îradeya me ber bi xwe ve kaþ bikin. Em dê xeletiyan rexne bikin
û rastiyan biparêzin. Em îradeya xwe teslîmî tukesê nakin. Bila kes vê
hêviyê neke."
'Em niha Kurdistana Xweser dixwazin'
Têkildarî naveroka Xweseriya Demokratîk jî Zana axivî û derbirî ku kurdan bi
Kongreya Neteweyî du peyam daye hemû derdoran. Zana wiha pêde çû: "Vê
kongreyê hemû sazî rêxistinên we anîn cem hev û ev îrade derxistin holê.
Koneryê biryar da û got projeya gelê kurd ev e. Di dema kurt de daxwaza me
ev e. Ev nayê wateya ku em îradeya gel îpotek dikin. Gelê me çi bixwaze di
pêþerojê de dê di sandiqê de bîne ziman. Her gel daxwazên xwe li gorî demê
diguherîne. A di dilê me de ji xwe di dilê me de ye. Lê li gorî îro ya rast
ev e. Dibe zarokên me sibê bêjin ev kiras ji min re biçûk tê. Cardin riya
aþtiyane ev e. Ku dixwazin dengê vî gelî bibihîsin, dixwazin bi vî gelî re
bi azad bijîn, em amade ne. Lê bi dengê xwe, rengê xwe û hevalên xwe. Di
kongreyê de me du biryarên mezin girtin. Yek êdî bes bû. Me ji hemû
berjewendiyên hundirîn û derveyî re got êdî bes e û ev 7 mehe hûn li qadan
e. Me ji hêzên navneweyî re got me nekin malzemeyê bazarê. Ya din me ji
hikûmetê re got êdî bes e. Gelê me þukur ji xwe xwedî bawerî ye. Me got bi
baweriya gelê me nelîzin. Heta hevalên serê çiyan jî di nav we de nebin
çareserî çênabe. Heta girtiyên azadiyê azad nebin çareserî çênabe. Ku
çareseriyê dixwazin ev her du ling ji me re pir girîng in. Ji bilî vê hemû
gotin derew e. Bila ne ew xwe bixapînin û ne jî me. Bila herkes vê baþ
bizanibe. Em dê cardin aþtiyek bi rûmet bixwazin. Bila wekî pariyek nan
aþtiyê nedin me. Em êdî van pariyan nadaqurtînin. Yên li ser vê yekê diçin
dê bersivê hildin. Em bi gelê xwe yê bi rûmet bawer in. Ev gel dê li rûmeta
xwe, mîna her tim xwedî derkeve. Me tinazên xwe bi tukesî nekiriye û em
naxwazin tu kes jî tinazên xwe bi me bikin."
(Dîha)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|
|