|
Di encama terora dewleta Tirk a di Wan û Geverê de 2 kes jiyana xwe ji dest
dan
23
Adar, 2008 weþandin:18:31:56 (GDK)
HATE NÛ KIRIN

WAN, COLEMÊRG,
bakûrê Kurdistanê -- Coþ û hêza gelê Kurd a di Newrozê de bû sedema eciz
bûna dewleta Tirk.
Di encama terora dewleta Tirk de 2
Kurdistanî jiyana xwe ji dest dan.
Piþtî ku roja Newrozê di serî de
li Amedê gelê Kurd li gelek cihan li gel hemû zextên dewleta
Tirk bi coþeke mezin cejna neteweyî ya Kurdan Newrozê pîroz kirin dewleta
Tirk hêrsa di pirozbahiyên doh de nîþanda û terora dewleta Tirk bû sedema
birîndar bûna gelek Kurdan.
Li Wanê bûyerên di encama
mudahaleya polîsan derketîn de mezin bûn.
Di encama guleyan de 7 kes bi
guleyên polîsan avêtîn birîndar bûn. Kesên birîndar hildan emeliyatê.
Polîsan bi awayekî hovane êrîþî dayîkan kir û gelek ji wan birîndar kirin û
kesek jî þehîd bû.
Bûyerên li Wanê li ser mudahaleya polîsan dest pê kir, mezin dibin. Ji ber
gulebarana polîsan gelek kes birîndar bûn û Kurdek jiyana xwe ji dest da. Kesên bi guleyan birîndar bûyîn
rakirin nexweþxaneyên Wanê. Hate zanîn ku birîndar hildane emeliyatê. Her
wiha pevçûnên li kuçe, kolan û taxan dest pê kirîn bi berfireh bûn heta
derengiya þevê dewam kir.
Polîsên mudahaleya ya tund pêk
anîn, bi keviran camên avahiya Rêxistina DTP'ê ya Bajar þikandin. Di heman
demê de girseya piþtî mudahaleya bi panzeran li nav taxan belav bû,
çalakiyên xwe didomîne. Li ser bihîstina bûyeran mudahaleya polîsan girseyên
li taxan berhev bûyîn ber bi navenda bajar ve dest bi meþê kirin.
Li Navçeya Gevara Colemêrgê
bûyerên Newrozê ku kesekî jiyana xwe ji dest da, didomin. Li aliyê din li
rex Pira Abdullah Canan ku polîs lê disekinin, teqîn pêk hat.
Terora dewleta Tirk li Colemergê
gihêþt asteke bilind
Hêzên tirk li Geverê jî, terora
dewletê pêk anîn û kurdistaniyanek kuþt . Hêzên tirk li geverê jî, bi
awayekî hovane êrîþê gel kirin .Di encama êrîþan de ciwanê 20 salî Îkbal
Yaþar jiyana xwe ji dest da.
Bûyerên li Colemêrgê piþtî
mudahaleya polîsan a li hemberî gel, destpê kirîn, hindî diçin zêde dibin.
Polîsên mudahaleyî gel dikin slogana, "Allah û Ekber" avêtin. Her wiha ji
ber ku polîs acîz man, leþker kiþandin nav bajar.
Ji ber bûyerên li Colemêrgê zêde dibin, ji ber acîz mayîna polîsan, leþkeran
kiþandin navenda bajar. Li bajarê bûyer li tevahiya bajar belav bûn, esnafan
bi tavahî dikanên xwe venekirin. Ji ber ku polîsan xwest mudahaleyî polîsên
li Nexweþxaneya Sevgiyê bikin, di navbera polîsan û personelên nexweþxaneyê
de gengaþî derketin. Li Navçeya Gevara Colemêrgê bûyerên Newrozê ku kesekî
jiyana xwe ji dest da, didomin. Li aliyê din li rex Pira Abdullah Canan ku
polîs lê disekinin, teqîn pêk hat.
Li ser zêdebûna aloziyê polîsan bi bombeyên gazê êrîþ birin ser avahiya
DTP'ê. Li ser vê yekê Parlementerê Colemêrgê Hamît Geylanî, Þaredarê
Colemêrgê yê berê Metîn Tekçe jî di nav de gelek kesên di avahiyê de
bandorek neyînî ji gazê dîtin. Her wiha polîsên sloganên, "Allah û Ekber"
avêtin, guleyên plastîk û rastî bikar anîn.Tevî qedexeyê jî gel li Sêrtê bi
biryar bû Newrozê pîroz kir Hêzên tirk dor li gelek tax û kolanan girtin li
taxa Çakmakê êrîþ bire ser gel û jinek birîndar kirin.
Tevî ku avahiya DTPê ya bajêr ji aliyê polîsan ve hatibû dorpêçkirin jî
girse li dora wê kom bû.
Parlamenterên DTPê Osman Ozçelîk, Aysel Tugluk û Akin Bîrdal helwesta
rayedarên tirk þermezar kirin
Batmanê bi beþdariya 100 hezar
kesî Newroz pîroz kir
Piþtî Amedê li Batmanê bi beþdariya 100 hezar kesî pîrozbahiya Newrozê ya bi
heybet pêk anî.
Bi kincên xwe yên netewî Batmaniya qada mîtîngê xistin mîna derya rengan û
Kurdistana Xweser û Demokratîk xwestin. Jin, mêr, zarok ji 7 salî heta 70
salî, bi cil û bergên xwe yên netewî Batmaniyan qada newrozê veguherandin
derya rengan.
Serokê Koma DTPê Ahmed Turk, Parlamenter Ayla Akat Ata, Bengî Yildiz,
Þaredarê Batmanê, Serokê DTP a Amedê, serokên navçe, þaredar û nunerên
rêxistinên civaka sivîl beþdarî pîrozbahiyê bûn.
Di axaftinan de Kurdistana Xweser û Demokratîk, hate xwestin. Di dema
pîrozbahiyê de helîkoptera leþkerî ser gel re firiya û girseyê li dijî vê
yekê nerazîbûn nîþan da.
Paþê ji bo þermezarkirina zextan 5 deqe çalakiya rûniþtinê hate kirin. Di
Newrozê de axaftinên kurdî derketin pêþ. Serokê Koma DTP'ê Ahmet Turk
ku axivî, diyar kir ku wan paketa Erdogan a 12 trîlyon lêkolîn kiriye lê
tiþtek wisa tune ye. Parlementerên DTP'ê Bengî Yildiz jî di axaftina xwe de
anî ziman ku gelê kurd Kurdistana Xweser dixwaze.
Li Stebol,
Enqere, Îzmîr û Edeneyê jî bi deh hezaran Kurd hatin cem hev
Li Stenbolê zêdetirî 350'î hezar kes tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn.
Hev-seroka DTP'ê Emîne Ayna jî di pîrozbahiyê de axivî û bang li rayedarên
tirk kir û xwest ku, guh bidin daxwazên gelê kurd di Newrozê de anîne ziman.
Ayna got ku, pirsgirêk tenê bi guhdayina daxwazên gelê kurd dikare çareser
bibe, ji bilî vê , bi tu rê û rêbazan pirsgirêka kurd çareser nabe.
Li Îzmîrê jî bi hezaran kesan
ligel hemû astengiyên dewleta tirk, Newroz pîroz kir. Hêzên tirk ji bo
pêþiya pîrozbahiyan bigirin, wekî demên darbeyên leþkerî, kolanên bajêr
dorpêçkirin. Walîtiyê jî, ji bo heman armancê hemû mizgeft û hoperloyên
þaredariyê jî xistin dewrê. Lê belê dîsa jî, bi hezaran kes li ber avahiya
DTP'ê li hev kom bûn û Newroz pîroz kir.
DTP, EMEP, SDP, ODP û gelek
rêxistinên civaka sivîl bi hev re, Newroz li Enqerê pîroz kir.Bi hezaran
kesên li Parka Abdî Îpekçî li hev kom bûn, Newroz pîroz kir.Bi hezaran kesên
ku li Enqereyê hatin cem hev, bi slogana "Kujer Erdogan" êrîþên li Wan,
Colemêrg û Sêrtê li dijî gel pêk hatine þermezar kirin. Parlamenterê DTP'ê
yê Þirnexê Hasîp Kaplan, da zanîn ku copên li jinên kurd hatine xistin, li
rûmeta kurdan hatine xistin û da zanîn ku hikûmeta AKP'ê pevçûna di navbera
kurd-tirkan de kûr dike.
Li Edeneyê Salona Þanoyê ya Mîmar
Sînan ya 30 hezar kesî, têrî beþdarê Newrozê nekir.
Li Rihayê
pîrozbahî rengîn bû
Bi deh hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Li navaneda Rihayê li Qada
Termînalê bi deh hezran kes berê xwe dan meydana pîrozbahiyê.Di pîrozbahiyê
de parlementerê Rihayê Îbrahîm Bînîcî, Endamê Meclîsa DTP'ê Vakkas Dalkiliç,
rêverên DTP'ê amade bûn. Girseya gel bê navber sloganên "Þehîd
namirin" û "Erdogan Qatîl" qêriya. Doh jî li navçeya Rihayê Serêkaniyê bi
tevlîbûna 15 hezar kesî Newroz hate pîrozkirin.
Pîrozbahiyê bi vêxistina agir û girtina govendê heta derengiya rojê dewam
kir.
Li Mûþê 30
hezar kes tevlî pîrozbahiyê bûn
Li Mûþê jî hefteyeke Newroz lê tê pîrozkirin, li navenda bajêr bi awayekî
girseyî hate pîrozkirin.
Danê sibê, bi hezaran kes li ber avahiya DTP'ê kom bûn û heta qada Newrozê
Stadyuma Bajêr meþiyan. Girseya gel destûra kontrolê nedan û derbasî
stadyumê bûn.
Jinên Mûþî bi cil û bergên xwe yên netewî tevlî pîrozbahiyê bûn û bê navber
sloganên 'Bahoz Erdal lêdixe Buyukanýt direve' hatin qêrîn. Parlementerên
DTP'ê yên Mûþê Nurî Yaman û Sýrrý Sakýk siyasetên AKP'ê yên durû rexne kirin
û bal kiþandin ser standina Þaredariya Mûþê.
Mele Mehmet Elî Yildiz jî ayet xwendin û got, înkarkirina Kurdan înkarkirina
Quranê ye. Mele Yildiz Erdogan jî weke minafiq binav kir. Piþtî agirê
Newrozê hate vêxistin, dengbêj kazo derket ser dikê.
Li Patnosê û li
Gogsî jî Newroz hate pîrozkirin
Li navçeya Agirî Patnosê û li navçeya Erziromê Gogsî jî Newroz bi coþeke
mezin hate pîrozkirin.
Zêdetirî deh hezar kesî li Patnosê hatin qada Newrozê û peyam dan ku ewê di
hilbijartinan de ji polîtîkaya îmhayê ya AKPê re bersîva herî baþ bidin.
Pîrozbahiya Newrozê li qada cem sînameya berê pêk hat û 10 hezar kesên
beþdar bûn.
Parlamentera Îdirê Perwîn Buldan, Endamê Meclîsa Partiyê Huseyîn Cengîz,
Serokê DTPê yê Agirî Murat Ozturk û rêveberên DTP beþdar bûn. Rêveberên DTPî
û Parlamenter Perwîn Buldan tevî gel agirê Newrozê dadan.
Paþê parlamenter Buldan axivî û got, "Divê herkes fêm bike ku pirsgirêka
Kurd bi înkar û îmhayê çareser nabe." Buldan diyar kir ku divê Erdogan ji
gelê Kurd lêborînê bixwaze û got, riya bi tenê ya çareseriyê diyalog e. "PKK
ne rêxistineke terorê, rastiyeke Tirkiyê ye."
Li navçeya Erziromê Gogsî jî Newroz li qada 4 km dûrî bajêr hate pîrozkirin.
Lê belê tevî berf û baranê bi hezaran kes beþdar bûn.
Tevî ku polîsan dest danîn ser duvîzên bi Kurdî û alên kesk-sor-zer, dîsa jî
qada Newrozê bi van rengan xemilîn. Endamê Meclîsa Partiyê Bedrî Firat,
Serokê Gogsî yê DTPê Suat Aslan, Serokê DTP'a Erziromê Medenî Aygun tevlî
bûn.
Pîrozbahî bi sitranên hunermend Kismet Yildiz û govendê bi dawî bû.
(HAWAR
DENGÛBAS, Dîha, Anf, Pna, Rm, Roj tv, Ktv, ajansên cûda, çavkaniyên herêmî)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|