|
Li Kurdistanê coþa Newrozê destpêkir, li Amedê cihê Newrozê tê guhertin
13 Adar, 2008 weþandin:01:56:30 (GDK)

AMED,
bakûrê Kurdistanê (HAWAR DENGÛBAS)--
Li gelemperîya Kurdistanê
di coþa Newroza 2008'an geþtir dibe.
Gelê Kurd di li çar alîyê Kurdistanê û Cîhanê dest bi amadekarî û
pîrozbahîyên cejna neteweyîya milletê Kurd, Newroz ê kirin.
Wek tê zanîn Diyarbekîr ku 'paytexta' Newrozê ye. Newroza Amedê ku çav
li rê ye, îsal wekî salên rabirdû bi sedhezaran kes li hev kom bibe.
Kurd cejna Neteweyî Newrozê 2008’an bi deskeftîyên zêdetir û bi têk birina
planên qirêj yên dagirkeran di serî de hewla dagirkirina dewleta Tirk
pêþwazî dikin.
Li bajarên bakûrê Kurdistanê bernameyên pîroz kirina Newrozê jî hêdî hêdî
diyar dibin.
Amed xwe amadeyî newrozeke dîrokî dike
Newroza Amedê ku her sal bi beþdariya sedhazaran pêk tê, îsal jî dê di 21'ê
Adarê de bê pîrozkirin. Pîrozbaniyên îsal dê li piþt Hal Bazarî ya Nû kuji
bo Newrozê Taybet hatiye avakirin dê pêk bê. Xebatên qada ku li agorî 700
hezar kesî tê çêkirin ber bi dawiyê ve diçin. Serokê Rêxistina DTP'ê ya
Amedê Nejdet Atalay daxuyand ku pîrozbahiyên îsal dê bi þîara 'Êdî Bes e' ji
her sal coþtir derbas bibin û ji bo vê yekê xebatan dimeþînin.
Starta
amadekariyên Newroza Amedê ku her sal bi beþdariya sedhezaran kesan tê
pîrozkirin û wê di 21'ê Adarê de pêk bê, hate dayîn. Di afîþên Newrozê li
þûna gotina 'Êdî Bes e' ku hate qedexekirin, bi zaravayê zazakî yê kurdî
'Hînî bes', bi îspanyolî 'Ya basta' û bi ingilîzî 'Enough is Enuogh!' hate
nivîsandin.
Di
bajarên din de jî amadekarî didomin
Newroz wê li Wan, Sêrt, Gever û Bîsmîl jî, bi beþdariya 10 hezaran ve were
pîroz kirin û amadekariyên Newrozê jî rayedarên tirk tirsandin. DTP'ê ji bo
pîrozbahiyê, li Wan, Sêrt, Gever, Bîsmîl û Îzmîrê jî, serî li saziyên
pêwendîdar dan. Serokê Komîteya Amadekara Newroza Wanê Necmî Kalçik ji bo
pîrozbahî di 22'ê adarê de li qada li ber kela Wanê pêk bînin, serî li
waliya bajêr da. Kalçik da zanîn ku, ew xebatên amadekariyê bi nêzî hezaran
kesan ve dimeþînin û got: ''Silogana esasî ya pîrozbahiya îsalê jî,
'Otonomiya demokratîk e'. Li Sêrtê jî, Serokê Komîteya Amadekara Newrozê Alî
Yeþîlmen jî, ji bo pîrozbahî di 22'ê adarê de li ser rêya Eruhê pêk were,
serî li walitiyê da.
Yeþîlmen da zanîn ku, komîte li hemû taxên bajêr xebatên amadekariyê
dimeþîne û got ku, pîrozbahiya îsal wê ji yên heta niha bi coþtir derbas
bibe.Li navçeya Colemerg Geverê jî, Komîteya Amadekar, ji bo pîrozbahî di
23'ê adarê de li Sahaya Fûtbolê ya navçeyê pêk were, serî li Geverê da.
Komîteya Amadekar diyar kir ku, wan li hemû tax û gundên Geverê dest bi
xebatên amadekariyê kirine û ew li bendê ne, bi deh hezaran kes tevlî
pîrozbahiyê bibin. Newroz li navçeya Amed Bîsmîlê jî, wê roja yekþemê di
16'ê adarê de pêk were. DTP'a Bîsmîlê îro i vê armancê serî li qeymeqamtiyê
da û li gorî bernameyê jî, parlementerên DTP'ê, hunermend Bulent Turan, Koma
Aþtî û gelek hunermendên din tevlî pîrozbahiyê bibin.
Dewleta
Tirk hewl dide ku mezin bûna pirozbahiyan were asteng kirin
Amadekariyên pîrozbahiya Newrozê rayedarên dewleta tirk tirsandin. Dewleta
tirk, ji bo tevlîbûn û coþa Newrozê kêm bike, kete nava dek û dolaban.
Wezîrê Karên hundurînê tirk Beþîr Atalay ji waliyên 81 bajaran re name þand
û xwest ku, tenê ji bo 21'ê adarê destûr bidin serlêdanên Newrozê. Atayal ji
waliyan xwest ku, serlêdanên ji bo rojên din red bikin.
Parlementerên DTP'ê Ahmet Turk û Selahattîn Demîrtaþ, bi Wezîrê Karênhundir
Beþîr Atalay ku ji walîtiyên bajaran re giþtîname þand û xwest ku nehêlin ji
bilî 21'ê adarê di tu rojek de pîrozbahiyên Newrozê bêne lidarxistin re,
hevdîtin çêkir. Parlementeran ji Atalay re wiha got: "Ger ku pîrozbahî bi
rojek bêne sînorkirin, wê kontrola li ser pîrozbahiyan, hindik bibe." (HAWAR
DENGÛBAS / Dîha, ajansan)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
          
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|