|
Netewa Kurd bi coþeke mezin Newroza 2008'an pîroz dikin
20
Adar, 2008 weþandin:02:34:30 (GDK)
AMED,
bakûrê Kurdistanê -- Li gelemperîya Kurdistanê di nava
gel de coþ û heyecana Newroza 2008'an geþtir dibe. Gelê Kurd di li çar alîyên Kurdistanê û Cîhanê dest bi pîrozbahîyên cejna
neteweyîya neteweya Kurd Newroz ê kirin.
Li Amedê pîrozbahiya Newrozê ku
çend roj beriya niha destpê kiribû, li taxên 5 Nîsan û Dîcleyê bi beþdariya
hezaran kesan dom kir. Di pîrozbahiya li Taxa 5 Nîsan ku 5 hezar kes beþdar
bûn de, paketên alîkariyê yên AKP'ê hatin þewitandin û AKP hate þermezarkirin.
Di çalakiya li Amedê de li dijî
çapemeniyê jî nerazîbûn hate nîþandan û rojnameyên Hurriyet, Sabah,
Diyarbakir Soz, Zaman û Olay hatin þewitandin. Ciwanên ku ruyên xwe girtibûn
û kule çêkirin jî, meþa leþkerî lidarxist. Di
pîrozbahiyê de her wiha bi mebesta þermezarkirina AKP'ê, paketên alîkariyê
yên bi awayekî sembolîk hatine amadekirin jî hatin þewitandin.
Piþtî pîrozbahî bidawî bû, girse
ber bi Dibistana Polîsan ve meþiya. Di dema meþê de girseyê kevir avêtin
dibistana polîsan. Li ser vê yekê polîsan mudaxele kir û girse belav kir.
Dîsa li Amedê li hêla Fîskayaya Taxa Dîcleyê jî komek ciwanan hatin cem hev
û bi vêxistina agir Newroz pîroz kir.
Gelê Qersê Newrozê zû pîroz kir
Yekem pîrozbahiya fermî li Qersê
hate pêk anîn.
Pîrozbahiya Newrozê, li Qada
Cumhuriyetê ya Qersê pêk hat. Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna, Parlementera Îdirê
Pervîn Buldan, Endamên PM'ya DTP'ê Huseyîn Cengîz, Alaattîn Ege, Abbas
Yoldaþ, Berpirsyara Birêxistinbûna Jinê Selma Soker û bi hezaran kes beþdarî
pîrozbahiyê bûn. Beþdarên pîrozbahiya ku di bin tedbîrên ewlehiyê yên
berfireh de pêk hatin, di 6 noqteyên cuda yên lêgerînê re hatin derbaskirin.
Kesên ku pûþiyên kesk û sor û zer hilgirtibûn, carcaran rastî astengkirinan
hatin. Jin bi kincên xwe yên herêmî beþdarî pîrozbahiyê bûn.
Hevseroka DTP'ê û Parlementera
DTP'ê ya Mêrdînê Emîne Ayna, Parlementera DTP'ê ya Îdirê Pervîn Buldan,
endamên PM'ya DTP'ê Huseyîn Cengîz û Alaattîn Ege dema dihatin qadê, rastî
teþebusa lêgerînê hatin. Girseyê mudaxele kir û di navbera gel û polîsan de
alozî derket.
Parlementer û DTP'yî bê lêgerîn daketin qadê. Agirê yekemîn ê
Newrozê, ji aliyê Ayna û Buldan û endamên PM'yê ve hate vêxistin.
Di programa ku bi rêzgirtin destpê
kir de pêþî Serokê Rêxistina DTP'ê ya Qersê Velî Muyken derket ser dikê û
Newroza gel pîroz kir. Piþtre Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna axaftinek kir û
xwest ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Ayna, da zanîn
ku kurd ev bi salan e têkoþîna azadiyê dimeþînin û di vê têkoþînê de bedêlên
giran dane. Ayna, helwesta AKP'ê ya li hemberî pirsgirêka kurd, rexne kir.
Ayna, li ser pakêtên ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan got wê aþkera bike
rawestiya û wiha dom kir: "Pirsgirêka kurd, pirsgirêkek ku wê bi muxatabên
wê re bê çareserkirin e. Bi operasyona dawî esehî bû ku ev pirsgirêk bi
tundiyê çareser nabe. Divê êdî ev pirsgirêk bê çareserkirin. AKP her tim
behsa pakêtên aborî dike. Me pakêtên aboriyê jî dîtin. Bûn bombe û gule û li
gelê kurd vegeriyan. Êdî kes nikare bi van gotinan gelê kurd bixapîne."
Ayna, li hemberî gotinên Erdogan ên wekî "Heta DTP ji PKK'ê re nebêje
rêxistina 'terorê' ye, ez pê re hevdîtinê nakim" nerazîbûn nîþan da û wiha
got: "DTP temsîla gelê kurd e. Qebûlnekirina DTP'ê qebûlnekirin û înkara
gelê kurd e. Li welatê me ev 30 sal in polîtîkayên înkarê tên meþandin.
Têkoþîna 30 salan, bû sedem ku gelek kes jiyana xwe ji dest bidin. Hêzên ku
di þer de îsrar dikin, berpirsyarên mirina van kesan in. Pêwîst e hesabê van
mirinan bê dayîn. Ji bo ku ji niha û pê ve mirin neyên jiyandin, divê bi lez
pirsgirêka kurd çareser bibe.
Pîrozbahî bi konsera Xero Abbas û komên muzîkê yên herêmî bidawî bû.
Li Anatoliyayê jî Kurd Newrozê pîroz dikin
Kurdên Anatoliya Navîn jî, amadekariyên ji bo Cejna Newrozê bi lez û bez
dimeþînin. Kurdên ku dê li Enqere, Konya, Kirþehîr, Eskîþehîr û Kayseriyê
dakevin qadan, wê dawazên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd careke din bînin
ziman. Pîrozbahiya Newrozê dê li Enqereyê bê lidarxistin û ji bilî gelek
rêxistinên sivîl wê partiyên siyasî jî beþdar bibin. Serlêdana Komîteya
Amadekar a Newrozê ku ji aliyê gelek saziyan ve hatiye avakirin, a ji bo
Newrozê di 23'yê adarê de li Parka Abdî Îpekçî pîroz bikin jî hate
qebûlkirin.
Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê ya Konyayê Abdurrahman Aslan, daxuyand ku
xebatên ji bo amadekariya pîrozbahiya Newrozê bi dawî kirine û wiha got: "Ji
bo xebatan eleqeyeke mezin heye.” Aslan, destnîþan kir ku pîrozbahî dê di
21'ê adarê de li bazara oto ya vekirî bê lidarxistin.
Demîrtaþ: Newroza îsal wê bibe Newroza herî girseyî
Cigirê Serokê Koma DTP'ê
Selahattîn Demîrtaþ diyar kir ku, Newroza îsal wê bibe Newroza herî girseyî
ya heta niha. Demîrtaþ hemû kurdistanî, aþtîxwaz, azadîxwaz û demokrasîxwaz
dawetî pîrozbahiya Newrozê kirin.
Demîrtaþ got ku, kesên dibêjin ji bo zarok û gel, fikarên min hene û hemû
kesên pêþerojeke bi rûmet dixwazin, divê tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin.
Cigirê Serokê Koma DTP'ê Selahattîn Demîrtaþ bal kiþand ser amadekariyên
Newrozê jî û got ku, Newroza îsal wê bibe Newroza herî girseyî ya dîroka
Komara Tirkiyê. Demîrtaþ da zanîn ku, coþ û heyecana amadekariyên Newroza
amadê nîþan didin, Amed wê ji pîrozbahiyeke din ya dîrokî re þahiyê
bike.Demîrtaþ got ku, Amed wê bi Newroza îsal tercîha xwe bike û wê careke
din daxwazên xwe bînin ziman û Newrozê bi ziman û rengê xwe, vegerînin
referandûmê.
Astengî û zordestiya dewleta
Tirk hember Newrozê dewam dike
Walîtiya Amedê bi hinceteke balkêþ û sosret afîþê Newrozê yê ku ji aliyê
Komîteya Amadekar a Newrozê ve hatiye çêkirin qedexe kir. Walîtiyê bi
hinceta ku çavên li ser afîþê diþibin 'çavên Ocala' û bi hinceta sloganên
'Hinî Bes!', 'Ya Basta', û 'Enough is Enough!' ku bi zimanên zazakî,
spanyolî û îngilîzî tên wateya 'Êdî Bes e!' afîþ hate qedexekirin.
Li Mahabadê Newroz bi girseyî hate pîrozkirin
Li Meydana Çarçira ya Mahabadê ku
dewleta Îranê nahêle çalakî lê bêne lidarxistin, pîrozbahiya Newrozê bi
awayekî girseyî pêk hat. Hêzên dewletê ku êrîþî çalakgeran kirin, piþtî
bûyerê tedbîrên ewlehiyê yên berfireh girtin.
Li Meydana Çarçira ya bajarê Mahabada girêdayî Eyaleta Kurdistanê ya Îranê
ye, pîrozbahiya Newrozê pêk hat. Bi hezaran kesên ku ji serê sibê de li qadê
civiyan, digel biryara qedexekirinê ya dewletê, dîlan girtin û stran gotin.
Hêzên dewletê di destpêkê de tu mudaxele nekir, lê piþtî ku girse qelebalix
bû, êrîþî gel kirin û wan belav kirin. Piþtî mudaxeleyê, li bajêr tedbîrên
ewlehiyê yên berfireh hatin girtin.
Li bajarê Seqiz jî duh di navbera girseya ku xwest Newrozê pîroz bike û
hêzên dewletê de li Meydana Helo pevçûn derket.
Li Kurdistana azad û rojavayê
Kurdistanê de jî Kurd benda Newrozê ne
Li Kurdistana azad hunermendên wek Þehrîbana Kurdî, Ardalan bo tevlî
bÛna bernameyên Newrozê hatin Kurdistana azad. Li Kurdistana azad bi
minasebta Newrozê him di warê fermî de him jî di bi avayekî giþtî
amadakariyên çalakî, þahî û merasîmên cur bi cur tê kirin.
Berdevkê resmî yê hikûmeta herêma
Kurdistanê Cemal Ebdulah aþkere kir ku bi boneya Cejna Newrozê,rojên
20,21,22,23-ê adarê di hemû dezgehên hikûmeta Kurdistanê de (etlahî)tetîla
resmî ye. Ebdulah got:” Roja pêncþemê (20-ê adarê) ji ber cenja jidayîkbûna
pêxemberê îslamê tetîla resmî ye û bi biryara parlamentoya Kurdistanê rojên
21,22 û 23ê adarê jî bi boneya Cejna Newroz û sersala nû ya Kurdan wek
tetîla resmî hate îlankirin.”
Her wiha festîvala Newroza 2008-ê
ya li Silêymaniyê dest pê bike û hêzên polîs û ewlekariyê ji niha ve li
bajarê Silêmaniyê dest bi tedbîrên ewlekariyê kirine da ku welatiyên
Silêymaniyê bi hev re Cejna xwe ya Newrozê bi awayekî azad û hêmin pîroz
bikin.
Her weha îro piþtî nîvro waliyê Silêmaniyê Dana Ehmed Mecîd derbarê naveroka
festival sibê civîneke çapemeniyê bo kanalên ragihandinê saz kir. Mecîd
got:” Ev cara yekê ye Newroz li Silêymaniyê bi awayê festival tê pîroz
kirin.”
Waliyê Silêymaniyê got:” Hêzên ewlekariyê jib o ku welatiyên Silêymani bi
selametî cejna xwe pîroz bikin, hemû tedbîrên ewlekariyê ên pêwîst girtine û
divê welatî jî hiþyar bin û hevkariya hêzên polîs bikin.”Mecîd got:”
Festîval dê li ber Otel Silêymaniyê Palas dest pê bike û bi dirêjiya cadeya
Salim heta ber Binaya Weþanxaneya Serdamê dom bike.”
Li baþûrrojavayê Kurdistanê jî Kurdan xwe amadeyî Newrozê dikin. Hate zanîn
ku Tîrêj Omriye, vê salê wek mêvanê Newrozê pêþî bajarê Qamiþlo ye û
ji wir wê beþdarî Newroza bajarên din jî bibe li Terbespiyê û Dêrikê, her
wihan hunermend tîrêj got ku ew gelek kêfxweþe ku îsal di nav guhdarên xwe
de ye û di nava gelê rojavayê Kurdistanê de Newrozê pîroz dike.
(HAWAR
DENGÛBAS, Dîha, Anf, Pna, Rm, Roj tv, Ktv)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|