|
Di Newroza 2008'an de Neteweya Kurd hêza xwe û Diyarbekîr jî pêþengiya xwe
careke din nîþan da
PANORAMAYA NEWROZÊ-AMADE KIRIN:SERHAD B.RÊNAS/REBIWAR KURDO/HÊLÎN PASEWAN
22
Adar, 2008 weþandin:04:34:32 (GDK)

AMED,
bakûrê Kurdistanê -- Li bakûrê Kurdistanê li gel hemû zextên dewleta
Tirk Kurdistanî bi coþeke mezin cejna neteweyî ya Kurdan Newrozê tê pîroz
kirin.
Li Kurdistana azad di jî bin
azadîyê Kurd li kolan û qadan Newrozê tê pîroz kirin.
Coþa pîrozbahîyên ku ev hefteyeke
berdewam dikir bi hatina roja Newrozê gihêþt asta herî bilind.
Îsal jî
Diyarbekîr bû paytexta Newrozê.
Îsal DTP'yiyan li gor salên berê
daxwazên neteweyî zêdetir anîn ziman.
Lê
daxwazên bo Ocalan dîsa derketin pêþ.
Di pîrozbahiyên Newrozê ku îro li
gelek bajaran pêk hatin û bi sedhezaran kes beþdar dûn de gelek Kurd jî ji
layê hêzên dewleta Tirk ve hatin binçavkirin
Ji bilî Amedê, li Þirnex, Mêrdîn,
Cizîr, Nisêbîn, Qoser, Sîlopî, Qilaban, Sêwreg, Beytuþebab, Ardaxan, Îdîr,
Îdîr, Bazîd, Kop, Karayazi, Dêrîk, Dîlok, Çanakkale, Konya, Mêrsîn, Osmaniye
û li gelek deverên din pîrozbahîyên navendî pêk hatin.
Li
Kurdistana Azad bi hêvîyên xurt pêþketin û serxwebûnê gelê Kurd bi azadî Newroza 2008’an pîroz kirin û seranserî
Kurdistana Azad bi Alên Kurdistanê xemilandin.
Doh bi beþdarîya serokê Kuristanê
Mesûd Barzanî li bajêrê Þeqlawe meþaleya Newrozê hate pêxistin.
Pîrozbahîyên Newroza 2008'ê li
Bakûrê Kurdistanê
AMED
Li Amedê pîrozbahiya Newrozê ku li
Hamravatevlerî hate lidarxistin. Li gor texmînan tevî ku kesên ku ç
Wekî her sal 2007'an de jî Diyarbekîr bû navenda Newrozê. Newroza li Amedê
weke salên berê dîsa di nava kolanan de destpê kir...Bi sed hezaran kesên ku
ji 4 perçeyên bajêr ketin rê, ber bi qada Newrozê ve herikîn.
Bi hezaran kes ji bilî wesaîtên ku ji aliyê Komîteya Amadekar a Newrozê ve
hatin amadekirin, bi derfetên xwe bi motorsiklêt, kamyonetan berê xwe dan qada Newrozê.
Ji saetên bibehê ve bi
organîzasyona Komîteya Amadekar ji gelek noqteyên bajêr bi otobûsên
þaredariyê welatî diçin qada Newrozê. Bi 10 hezaran kes bi meþê çûn qadê.
Welatiyên ku alên DTP'ê filamayên kesk, sor û zer radikin, bi cilên xwe yên
neteweyî balê kiþanin. Girseya ku di qontrola lêgerînê re derbas dibûn, li
ber stranên Newrozê govendê girtin.
Di pîrozbahiyaa Newrozê ya Diyarbekîrê de
Koma Çar Newa, Koma Rewþen, konserê dan. Di pîrozbahîya
Amedê de bi tevî sîlkulasyona girseyê ku çûyîn û hatin her dewam dikir nêzî
900 hezar kes baþdar bûn.
Leyla Zana serokê koma DTP Ahmet Turk û serokê
þaredariya Amedê Osman Baydemîr di pîrozbahiyên Newroza Amedê de
axivîn. (Bo
axaftinên Leyla Zana,Ahmet Turk û Baydemîr bitiqîne)
Serokê Koma Meclîsê ya DTP'ê Ahmet
Turk, Parlamenterê berê yê DEP'ê Selîm Sadak, Parlamentera kurd a
Palamentoya Ewropayê Feleknaz Uca û þaredarên DTP'î bi cilên xwe yên
neteweyî, li ber avahiya Rêxistina DTP'ê li dora agirê hate vêxistin govend
girtin.
Ev balafirên ji bo tirsandinê
rabûbûn, li ser siloganan, mecbûr man vegerin baregehên xwe û amadiyan jî,
bi coþ, heyecan, reng û nirxên xwe, pîrozbahî dewam kirin û îmze avêtin bin
pîrozbahiyeke dîrokî. Kesên tevlî pîrozbahiyê bûn jî, gotin Amed heta niha
pîrozbahiyeke wisa nedîtibû û wê ev pîrozbahî di dîroka pîrozbahiyên Newrozê
de, cihekî girîng û watedar bigire.
Bi sed hezaran amediyên bi
pîrozbahiya dîrokî kêfxweþiya xwe anîn ziman û peyama ew li benda
pîrozbahiyeke dîrokî ya li Wan, Batman û Colemergê ne dan.
Tevgera Yekîtiya Netewa
Kurd-Tevkurdê, bi belavokek, Xwendekarên Zanîngeha Dijleyê jî, bi pêxistina
agir, cejna Newrozê li gelê kurd, pîroz kirin. Her wiha doh bi þev jî di
tesîsên demirokê de HAK-PAR þahiyeke pîrozkirinê li dar xist.

BÎSMÎL
Li navçeya Bismila Amedê jî duh bi
pêþengeya DTP’ê Newroz bi awayekî girseyî hate pîrozkirin. Parlamenterê
DTP’ê yê Amedê Selahattîn Demîrtaþ tevli pîrozbahiyên li Bismilê bû û
polîtîkayên Hikûmeta AKP’ê yên der barê kurdan de rexne kirin. Demîrtaþ wiha
got: “Ev bi înat li hemberî derdorên ku nasnameya wî, zimanê wî nasnake li
qadan aþtiyê diqêre. Ev gel bi Erdogan nebûye misilman û dê piþtî Erdogan jî
misilmantiya xwe bidomîne.”
RIHA-NAVÇEYÊN
WÊ
Li navçeyên Hîlwan û Sêwrekê yên
Rihayê piþtî sala 1980'yan cara yekemîn, destûr tê girtin û Newroz hate
pîrozkirin.Pîrozbahiya Newrozê ku li Navçeya Wêranþara Rihayê pêk hat, rastî
mudaxelaya polîsan a bi gaza îsotê û panzer hat.
Li taxa Demîrel bi sedan kes ji bo pîrozbahiya Newrozê civiyan. Girse, rastî
mudaxelaya polîsan a bi panzer hat û li nav kuçeyan belav bû. Komê bi kevir
bersiv da polîsan, piþtre jî di nav kuçeyan de lastîk vêxist û pîrozbahiyên
xwe dimond. Vê carê jî polîsan bi gaza îsotê mudaxele kir.
Agirên ku hatibû vêxistin jî, bi ava ku ji panzerê hate reþandin, hate
vemirandin. Komê bi sloganên "Ev der Zap e nikarin derkevin", "Bahoz Erdal
lêdixe Buyukanit direve", bersiv da polîsan. Þêniyên taxê jî di bin tesîra
gaza îsotê de man. Piþtî mudaxeleyê komê rêya Wêranþar-Amedê bi lastîkên ku
vêxist, li trafîkê girt.

ÞIRNEX Û
NAVÇEYÊN ,SILOPÎ,CIZIR, HEZEX, QILABAN, ELKÊ
Li Þirnexê 10 hezar kesên tevlî
pîrozbahiya Newrozê bûn, li dijî pêkûtî û operasyonan got, 'Êdî Bes e.' Li
navçeyên Þirnexê yên wekî Cizîr, Hezex, Qilaban, Elkê bi deh hezaran kes
gihiþin hev û bi kesk sor û zeran Newroz pîrozkirin.
Pîrozbahiyên Newrozê yên li
Navçeya Silopiya Þirnexê ku bi beþdariya deh hezaran kesî pêk hat,
rastî mudahaleyê hat. Di dema girseya bi armanca þermezarkirina operasyona
dersînor de 5 deqeyan çalakiya rûniþtinê pêk anî, dest bi belav bûnê kir,
rastî mudahaleyê hat.
Di pîrozbahiya ji hêla Rêxistina DTP'ê ya Navçeyê ve li ber Þaredariyê pêk
hatî de deh hezaran kes beþdar bûn. Piþtî axftinan ji bo þermezarkirina
operasyona dersînorî 5 deqeyan çalakiya rûniþtinê pêk hat. Di dema çalakiya
rûniþtinê de helîkopter bi nizmî di ser girseyê re firiyan. Þahiya Newrozê
bi stranên Koma Mahabat û Þahê bedo dom kir. Girseya bi stranan coþiya bi
sloganan daxwazên xwe anîn ziman.
Bi hezaran kesên ji bo pîrozbahiyên li Cizîrê berhev bûn, ber bi
Sihaya Antremanan a Sporê ya Cizîrê ve dest bi meþê kir. Cizîriyên kom bi
kom bi kincên neteweyî ji taxan herikîn, piþtî lêgerînê ketin Qada Newrozê.
Girseya zêdeyî 20 hezar kesî Qada Newrozê bi kesk, sor û zeran xemilandin.
Li Hezexê jî li Taxa Atakent bi beþdariya zêdeyî 10 hezar kesî agirê
Newrozê pêxist û daxwazên xwe anîn ziman. Di pîrozbahiya Parlementerê
Þirnexê Hasîp Kaplan, Þaredarê Hezexê Resul Sadak û nûnerên gelek rêxistinên
civakî beþdar bûn. Pîrozbahiyan bi stran û govendan dom kir.
Pîrozbahiyên li Sihaya Futbolê ya Qilabanê pêk hatî de ligel
rayedarên DTP'yî zêdeyî 5 hezar kesî beþdar bû. Ligel navenda navçeyê jî kom
bi kom gel ji gundan beþdarî pîrozbahiyan bû. Li Elkê jî gel bi kesk
sor û zer xemilî. Girseya kincên neteweyî li xwe kirî, bi coþek mezin Newroz
pîroz kir. Balkêþ bû ku ji gundan beþdariyem mezin hebû. Pîrozbahî piþtî
axaftinan bi govendê dom kir. Cih cih cerdevanan xwest ku beþdariya Newrozê
asteng bikin lê gel ligel hemû astengiyan xwe gihand qada Newrozê.
MISIRCI
Li navçeya Misirca Sêrtê
pîrozbahiya Newrozê bi beþdariya 10 hezar kesan li qada Newrozê pêk hat. Jin
bi cilên netewî tevli pîrozbahiyê bûn, li qadê jî rengên kesk, sor û zer û
alên DTP'ê zêde bûn. Li qadê her wiha dirûþmên "Kujer Erdogan", "AKP þaþ
nebe, me dernexe ser çiyan", "Minafiq Erdogan" hatin berzkirin. Dîsa
pankartên 'Ji þer re na, aþtî aniha', 'Ji bo aþtiya civakî efûya giþtî',
'Newroz aþtî û biratî ye' û dowîzên; ', 'Cejna we ya Newrozê pîroz be' hatin
hilgirtin. Parlamenterê Sêrtê yê DTP’ê Osman Ozçelîk jî axaftinek kir û wiha
got: "Em li meclîsê we bi þeref temsîl dikin. Em 21 kes ketin meclîsê û bi
serbilindî dikevinê. Lê 75 parlamenterên kurd ên Tayyîp efendî bi serþorî
dikevin meclîsê. Em li di xizmeta we de ne. Tayyîp efendî tû êdî nikarî
derkevî cade û kolanan. Te di hilbijartinan de got 'ezê operasyona dersînor
bi dawî bikim'. Behsa paketa aþtiyê û nizanim çi kir û te ji vî gelî re
derew kir."
BAZÎD
Û ÇELÊ
Di pîrozbaniyên bi coþ ên li
Navçeya Bazîda Agiriyê û Navçeya Çelê ya Colemêrgê pêk hat din de, daxwaza
nasname û zimanê kurdî derket pêþ. Di pîrozbahiyên Newrozên ên coþ û peroþ
derket asta herî jor de operasyon hatin þermezar kirin. Serokê
Rêxistina DTP'ê ya Geverê Vahît Þahînoglu nerazîbûn nîþanî astengiyên tên
derxistin da û diyar kir ku ew vê Newrozê diyarî rêbertiya xwe dikin.
NÎSÊBÎN
Li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, di
pîrozbahiya Newrozê ku bi 10 hezaran kes beþdar bûn de, polîtîkaya kurd a
AKP'ê bi zimanekî tund hate þermezarkirin û pankarta 'Erdogan em te
vedixwînin îslamiyetê' hate vekirin.
Pîrozbahî li Taxa Kiþla bi beþdariya 10 hezaran kesan pêk hat. Di
pîrozbahiya ku bûyerên þevêdin li bajarê Qamiþloya Suriyeyê hatin
þermezarkirin de, dirûþmên "Gelê Qamiþloyê bi tenê nîn e", "Þehîd namirin",
"Kujer Erdogan" hatin berzkirin. Parlamenterê DTP'ê yê Sêrtê Osman Ozçelîk
ku axaftinek kir, wiha got: "Bi salan destûra Newrozê nehat dayîn. Ciwanên
me li ser çiyan agirê Newrozê pêxist. Çawa ku zanîn ew bi me nikarin, xwedî
lê derketin. Lê Newroz a me ye." Ozçelîk, Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan jî
rexne kir û wiha dom kir: "Te got 'mafên gelê kurd nas dikim', te got, 'ez
jî wekî we misliman im', lê rûyê te yê rast derket holê. Roj roja ku gelê
kurd hesabê ji te bipirse ye. Erdogan her tim dibêje bêjin 'terorîst' . Em
terorîst nîn in, em kurdên azadiyê dixwazin li ber xwe didin in. Hesaba
xelat ji Zapê vedigere, ji vê hesabê vegerin." Serokê DTP'a Mêrdînê Hîlmî
Oncu, Serokê DTP'a Nisêbînê Hamît Tokay, Þaredarê Nisêbînê Mehmet Tanhana jî
axivîn û bûyerên Qamiþloyê þermezar kirin. Piþtî bernameyê girseya dest bi
meþê kir, rastî mudaxeleya polîsan hat. Polîsan bi bombeyên gazê û ava bi
tazyîk mudaxele kir. Çalakvanan jî bi keviran bersiv da. Di bûyeran de hinek
kes birîndar bûn û hate hînbûn ku hinek kes jî hatine binçavkirin.
DÊRÎK Û ÞEMREX
Pîrozbahiya li Taxa Bahçelîevler bi beþdariya 10 hezar kesan pêk hat, bi
dawî bû. Pîrozbahî bi konsera Koma Ugurê Nemir û Muzîkê bi dawî bû.
Pîrozbahiya li Navçeya Þemrexê li Taxa Poyraz hate lidarxistin jî bi
axaftinên Þaredara Þemrexê Nuran Atli, Endama PM'ya DTP'ê Zeynep Demîr dom
kir. Di axaftinan re tecrîda li ser Ocalan hate þermezarkirin. Piþtî
xwendina peyama Buroya Hiqûqê ya Asrin, 5 deqeyan çalakiya rûniþtinê hate
lidarxistin. Bername bi konsera Koma Ugurê Nemir û komên muzîkê yên herêmî
bi dawî bû..
DEWLETA TIRK LI
WAN, COLÊMERG, RIHA Û BATMANÊ NEWROZÊ QEDEXE KIR
Wan, Colemêrg û Geverê, li Riha û
Batmanê pîrozbahiyên Newrozê hatin qedexekirin.
Komîteyên Amadekar ên Riha û Batmanê helwesta walîtiyan þermezar kirin û dan
zanîn xwe ji pîrozbahiyên navendî vekiþandine.Komîta Amedekar bibîrxist ku
"Çi dibe bila bibe em wê Newrozê bi gelê xwe re pîroz bikin."
Li aliyê din gelê Wan û Colemergê jî wê ligel astengiyên walî û
qeymeqamtiyan, Newrozê bi awayekî herî girseyî pîroz bikin.Hêzên tirk li
Wan, Colemerg û navçeyên Gever, Þemzînan û Çelê, serldêna komîteya amadekar
red kir û ji wan xwest ku, pîrozbahiyê sibe pêk bînin.
Lê belê Komîteyên Amadekar serlêdanên xwe paþde vekiþandin û diyar kirin ku,
wê Newroz wekî rojên hatibûn plankirin ji aliyê gel ve were
pîrozkirin.Komîteyên Amadekar dan zanîn ku, ji bûyerên biqewimin jî, walî û
emniyet berpirsyar bin.Serokê DTP'a Wanê Abdurrahman Dogar derbarê biryara
walitiyê de civîneke çapemeniyê pêk anî û got ku, Newroz amadekariyeke
cidî ye. Di rojekê de mirov nikare planê biguherîne'.
Dogar got ku, wê gel di 22'ê adarê de, Newrozê bi însîyatîfa xwe pîroz bike,
wê jî wekî DTP tevlî pîrozbahiyên gel bibin û berpirsyarê bûyerên biqewimin
jî, walî û mudurê polîsan in.DTP'a Colemergê jî, biryara walîtî û qeymeqaman
wekî hewldaneke provakatîf bi nav kir û da zanîn ku wê gel di rojên hatibûn
diyarkirin de Newrozê pîroz bike.Li navçeya Balikesîr Erdemîtê jî,
qeymeqamtiyê bi îdîya kesên li derdorê eciz bibin, destûr neda pîrozbahiyê.
Pîrozbahîyên doh
Li Tirkîye jî Kurd bo cejna
neteweyî Newrozê tên cem hev
MÊRSÎN
Li Mêrsînê di çarçoveya çalakiyên
pîrozbahiya Newrozê ku ev çend rojin didomin de, li Bajaroka Akdenîzê bi
sedan kes hatin cem hev û Newroz pîroz kir. Nêzî 200 kesên ku di nava wan de
rêveber û endamên DTP'ê jî hebûn, li ber Nûnertiya DTP'ê ya taxa Þevketsumer
a bajaroka Akdenîzê li hev kom bûn û agire Newrozê pê xist. Kesên ku
piraniya wan jin û ciwan bûn, li dora agir li ber dahol û zurneyê govend
girêda.
EDENE
Li Bajaroka Kuçukdîkîliya Edeneyê
leþkerên girêdayî Qereqola Cendirmeyan a Kuçukdîkîliyê, mudaxeleyî
pîrozbahiya Newrozê kirin. Leþkeran gule berî hewayê dan. Di navbera komên
ku li ser mudaxeleyê li nav kuçeyan belav bûn û leþkeran de, alozî çêbûn.
Li bajarên cûda yên Tirkiye de dê
sibê û dusibê pirozbahi bidomin.
Pîrozbahîyên
Newroza 2008'ê li Kurdistana azad
Li
Kurdistana azad pirobahîhên herî mezin hatin li dar xistin. Li gelek bajaran
agirên Newrozê bi tevlî bûna girseyan hatin pêxistin.
Li bajar û navçeyên wek Duhok,
Akrê, Silêmanî, Hewlêr, Þeqlewa, Zaxo û di gelek cihên din de pirozbahiyên
Newrozê bi tevlî bûna gel û rayedarên rêvebiriya Kurdistana azad hatin li
dar xisitn.
Doh bi beþdarîya serokê Kuristanê
Mesûd Barzanî li bajêrê Þeqlawe meþaleya Newrozê hate pêxistin.
Di vê dêrandazê de, ku Mesrur Barzanî endamê polîtburoya PDK û Bilind
Ismayil berpirsê tayê Sefîn a PDK û hejmarek ji berpirsên siyasî, îdarî û
cemawerê devera Þeqlawe amadebibûn, çend çalakiyên cor bi cor bi vê
hilkevtinê birêveçûn.
Li bajêrên Hewlêrê, Dihokê, Silêmanîyê, Kerkûkê û hemû bajêrên Kurdistana
azad de, dêrandaza helkirina xetîreya Newrozê hat sazkirin.
Her wiha seranserê bajêr avayiyên giþtî ü yên taybetï, kolan bi alayên
rengîn hatin xemilandin, xelk derketin kolanan bi coþeka mezin cejna
neteweyî Newroz hate pîrozkirin.
Komisiyona bilinda geþkirina
keleha Hewlêrê di belavokek xwe de belav kir û agahdarî da hevwelatîyan, ku
ew dê îro êvarê bi boneya cejna Newrozê û serê sala kurdî, festîvalek mezin
ji bo ronahîkirina keleha Hewlêrê saz bike. Herweha, dê lîzên agirîn bi kar
bihên û dê teknîkek nûjen ji bo ronahîkirina kelehê bi kar bihê. Ev
xemilandina han di dîroka vê kelehê de dê mezintirîn û ciwantirîn xemilandin
be.
Li alîyekî din jî
rêveberîya Dewleta Federe ya Kurdistanê wek Serokê Kurdistanê
Mesûd Barzanî,Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî ,Serok wezîrê Kurdistanê Nêçîrvan
Barzanî û Serokê Parlemena Neteweyî ya Kurdistanê Ednan Muftî bi peyaman
Newroza gelê Kurdistanê pîroz kirin.

Pîrozbahîyên Newrozê li
baþurrojavayê Kurdistanê
Hêzên
Suriyeyê li bajarê Qamiþloyê êrîþî girseya kesên ku Newrozê pîroz dikir,
kir. 3 kes þehîd û çarên din jî birîndar bûn.
Li Efrîn, Kobanî, Raqqa, Þam,
Hesekê, Dirbesiyê, Amûdê, Dêrika Hemko û gelek bajarên din jî Newroz bi
girseyî hate pîrozkirin.
Li gel hemû astengiyên hêzên Suriyê, bi sed hezaran kes tevlî pîrozbahiya li
taxa Þêx Eþrefî ya Halepê bûn. Beþdarên pîrozbahiyê, êrîþa hêzên Suriyê doh
bi þev li Qamiþloyê pêk anîbû jî þermezar kirin.
Bi hezaran Kurd îroj li
seranserî Kurdistana Suriyê û herweha li bajarên Suriyê Newrozê pîroz dikin.
Li bajarên Qamiþlo, Efrînê, Amûdê, Dêrikê, Tirbesipiyê, Dirbêsiyê, Serê
Kaniyê û yên dî Kurd derketine derve û ligel komên folklorî yan jî bi serê
xwe Newroza xwe pîroz dikin.
Zarok û mezin cilên kurdî li xwe kirine û bi muzîk, dîlan û xwarina di nav
sirûþtê de sala Kurdan a nû pîroz dikin. Li gelek deveran alayên Kurdistanê
hatine hildan.
Pîrozbahîyên Newrozê li
rojhilatê Kurdistanê
Li Meydana Çarçira ya bajarê
Mahabada girêdayî Eyaleta Kurdistanê ya Îranê ye, pîrozbahiya Newrozê pêk
hat. Bi hezaran kesên ku ji serê sibê de li qadê civiyan, digel biryara
qedexekirinê ya dewletê, dîlan girtin û stran gotin. Hêzên dewletê di
destpêkê de tu mudaxele nekirin, lê piþtî ku girse qerebalix bû, êrîþî gel
kirin û wan belav kirin. Piþtî mudaxeleyê, li bajêr tedbîrên ewlehiyê yên
berfireh hatin girtin.
Li bajarê Seqiz jî duh di navbera girseya ku xwest Newrozê pîroz bike û
hêzên dewletê de li Meydana Helo pevçûn derket.
Li Ewrûpayê pîrozbahiyên
Newrozê
Li Danîmarka 20.03.2008 êvarê Kurd
çend Newroza xwe li cîhên cûda pîroz dikirin. Însîyatîfa Kurd li Danîmark bi
agirê Newrozê, þahîya Newrozê da destpêkirin. Duho êvarê li Albertslund ku
þehroçkeyekî nêzîkê Kobenhavê ye, Însîyatîfa Kurd li Danîmark bi girseyî û
agirê Newrozê pê xist. Newroz bi germahîya agirê xwe, bi xwendina sirûda
Newrozê û Eyreqîb û di bin ala ya Kurdistanê de destpê kir.
Li paytexta Elmanyayê Berlînê bi
tevlîbûna nûnerên partiyên siyasî yên Elman û saziyên Kurd resepsiyona
Newrozê hate dayîn. Bi heman armancê li bajarên Koln, Bonn, Essen û Hamburgê
jî meþên meþaleyî hatin lidarxistin.
Li bajarê Duisburgê jî li meydana Auhust-Bebelê pîrozbahiya Newrozê pêk hat.
Kurdistanî li vê derê li dor agir govend girtin û sitran gotin.
Li bajarên Swîsreyê Bern, Aarau û Grenchen ê jî bi tevlîbûna bi hezaran
Kurdistanî þahî hatin lidarxistin. Li paytext Bernê bi sedan kes meþiyan û
gelên Swîsreyî jî piþtgirî dan.
Ji aliyê din ve li bajarê Grenchenê jî bi tevlîbûna bi sedan kesî
pîrozbahiyek hate lidarxistin.Li paytexta Fransayê Parîsê û li bajarê
Marsîlyayê jî Newroz hate pîrozkirin.
Bi hezaran Kurdistanî li Parîs û Marsîlyayê meþên meþaleyî lidarxistin.
Li Avusturya, Danîmarka, Hollanda û gelek bajarên welatên Ewrupayê þahiyên
Newrozê pêk hatin.
Her wiha di
gelek bajar û navçeyên din
yê Ewrûpayê de
jî dê Newroz heta meha Nîsanê were pîroz kirin. (HAWAR
DENGÛBAS, Dîha, Anf, Pna, Rm, Roj tv, Ktv, ajansên cûda, çavkaniyên herêmî)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|