|
PKE: Em niha ji herdemê bêtir bi hêvî ne..
22 Adar, 2008 weþandin:18:32 (GDK)
Ger em çendek salên vê dawiyê
nehesibînin, dê emê bi rehetî karibin bêjin ku gelê kurd çi li her çar
perçeyên welatê xwe û çi jî li bajarên seranserê dinyayê bi hêviyeke ji
her demê bêtir û nêzîkî serkeftinê NEWROZa xwe ya sala 2008an pîroz
dike.
Gotina, “li bajarên seranserê dinyayê” divê ji ber çav nêyêavêtin. Bi
rastî jî li vê dinyayê tu milet wek gelê kurd li hemû dinyayê belav
nebûye. Li dinyayeke ku êdî serêþiya welatekî hemû cîran û welatên ji
xwe bi dûr jî aciz dike û li wir jî dibe sedemê tevlihevî û serêþiyan,
li dinyayeke ku êdî pirs û pirsgirêkên navxweyî nemane û herkesî dixe
bin bandora xwe; li dinyayeke ku êdî pirsên netewî li ser maseyên
saziyên navnetewî de tên çareserkirin, li seranserê dinyayê bi cî bûna
gelê kurd ji warê aborî û lobiyê bigrin heta hilbijartinên wî welatî bi
xwe xwedî wateyeke mezin e. Her çi bakurî û baþurî, çi rojavayî û
rojhilatî bi hest û mejiyekî netewî xwe bi rêxistin bikin û bi hevdu re
tevbigerin tu welatekî dinyayê dê nikaribe çav û guhên xwe ji pirsa kurd
û Kurdistanê re bigire..
Saziyên kurd li derveyî welêt heta niha ji bi cî anîna vê rol û misyona
xwe gelekî dûr e.
Di vê mijarê de divê em careke din þoqê xwe dînin ber xwe û li ser dûr û
kûr bifikirin..
Belê demek berê dewleta tirk bi peyv û gotinên ji xwe mezintir, “em yekî
ji wan sax nahêlin” bi dehhezaran leþker, bi balafirên þer êrîþ bir ser
þervanên PKKê li Kurdistana azad. Li gora serokerkaniya tirk armanca
siyasî ya vê dagirkirinê “derdestkirina” serokê Kurdistanê Mesud Barzanî
bû.
Ev pêvajoya ku hefteyekê dom kir, bi taybetî li bakurê welatê me
bêhêvîtiyeke mezin xist nav gel. Balafirên þer ên ji Diyarbekir û Meletê
bi hewa diketin di pêvajoya bi sedan kîlometer xew nedixist çavên gelê
kurd. Dengên balafirên þer gel bêteqet dixist; gel zanîbû ku ev balafir
ewê hemû bombeyên xwe yên barkirî li ser keç û xortên wan vala bikin û
vegerin. Li gora çapameniya tirk mehmetçîkên qehreman mal li kurdan xira
kiribû.
Di demeke ku dinya li ber çavê gelê kurd reþ û tarî bûbû; ji niþka ve
eþkere bû ku tablo berevajiyê vê ye. Mehmetçîkên tirk bi þikestinek
gelekî mezin paþde vedigeriyan. Wek her têkçûnekê ev têkçûn jî li
Tirkiyeyê bû sedemê niqaþên mezin.. Hemû partiyên siyasî yên li Meclîsa
Tirk bi artêþa tirk re ketin nav pevçûneke nedîtî û heqeretên mezin li
hevdu kirin ku heta îro jî ranewestiya ye.
Li Tirkiyeyê eþkere bû ku êdî tu tiþtek wek berê nabe û wek berê tu
karekî dewletê nameþe..
Gereke gotineke nû bê gotin; dewleta tirk divê bi gelê kurd re êdî bi
zimanekî derveyî, “vurdum, kirdim, bitirdim, parçaladim” bipeyive.
Di nav rewþ û atmosfereke weha; di nav moral û psîkolojiyeke serkeftina
gelê kurd û têkçûna artêþa tirk de pêþewaziya NEWROZê li bakur hat
kirin.
Çi li Kurdistanê û çi li bajarên Tirkiyeyê gelê kurd bi coþ û
beþdariyeke mezin careke din wek Kawayê hesinker roja serkeftinê NEWROZ
û NEWROZa xwe ya destpêka biharê pîroz kir.
Bê ku behsa NEWROZa Diyarbekirê bê kirin divê tu kes dawiyê li axaftinên
xwe nînin an nivîsên xwe niqte nekin.
Bi beþdariya sedhezaran mirov Ahmet Tirk, Osman Baydemir û Leyla Zana bi
zimanê kurdî peyamên ne yek perçe û yek partî, lê mesajên netewî û
Kurdistanî ragihandin. Ji bo sarbûna di navbera hin kurdên bakur û baþûr
de bûn derman û aveke hênik li ser dilan kirin.
Li baþûrê rojava li Qamiþlo dewleta Sûriyeyê careke din ji caran dîsa
gelê ku bi mûman peþwaziya NEWROZa xwe dikir gulebaran kir û sê kes
kuþt. Vê dewleta ku qet para xwe ji þaristaniyê wernegirtiye û her ferî
gevizandina di nava barbariyê de bûye, mîna, “dema mirina bizinê tê,
diçe nanê þivên dixwe”li xwe îsbat kir ku di vê dinyayê de divê cî ji
van zalim û rejîmê re tune be.
Wek rejîma Sûriyeyê, herkes hemfikire ku rejîma Iranê ya meleyên
kevneperest û xwînrij jî di dora xwe ya ruxandinê de ye..
Li Kurdistana azad agirê NEWROZa pîroz serok Barzanî vêxist.
Belê, îsal ji herdemê bêtir gelê kurd bi hêvî ye û nêzîkî wê merhaleyê
ye ku agirê NEWROZa pîroz bi destê rêvebirên xwe bi awayekî fermî
vêxin..
Heta niha me gelê kurd qazind ji þerd û mercên navnetewî dikirin. Êdî
bayê van þerd û mercan li dû me ye..
Pêdivê em neynikê bidin rûyê xwe; serkeftin jî, têkçûn jî di destê me bi
xwe de ye..
Cemil Eren
Berpirsê PKE - Platform
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|