|
Destkeftiyên li Kurdistana azad berhemê raperîna beriya 17 salan e
07 Adar,
2008 weþandin 14:34:40 (GDK)
ANALÎZ: HAWAR DENGÛBAS

HEWLÊR,
baþûrê Kurdistanê (HAWAR DENGÛBAS)--
Ji Raperîn a di sala
1991'an a gelê Baþûrê Kurdistanê 17 sal derbas bû.Girîngîya wan rojên dîrokî
bi deskeftîyên îro hineke din tê fam kirin û gelê Kurdistanê salvegera
17'emîn a Raperînê pîroz dikin.
Pêvajoya Raperîna mezin ya baþûrê Kurdistanê
Wekî tê zanîn 16 Adara sala 1988an de rejîma Iraqê bombeyên kîmtewî avêt ser
Helebçeyê.Encamê de 5000 Kurd hate kuþtin. Lê raya giþtîyê Cihanê vê bûyare
mezin netîdin.
Heta di Medyaya Cihanê de piþtî 3-4 rojan ev nûçe derket.Ji ber ku Sedam
Hiseyîn bi saya wan gihîþtibû vê hêzê.Piþtî vê êrîþê bi sedhezaran Kurd ji
tirsa çekên kimyewî ji baþurê Kurdistanê rewiyan.
Bi hezeran Kurd ber bi bakurê Kurdistanê û bi hezeran Kurd jî ber bi
rojhilatê Kurdistanê çûn.Vê demêde jî piþtî vê demê jî Neteweyên Yekbûyî
meseleya Kurdistan neanîn rojeve.
Ji ber ku
patronên NY Amerîka,Britanya û Rûsya tiþtekî wisa nedixwestin.Piþtî
dagirikirina Kuweytê ji aliyê Iraqê ve Emerika êrîþ bir ser Iraqê û Kurd jî
vê demê de piþtgirî dan Emerîkayê lê piþtî vekiþîna Emerîkaye li Iraqê Kurd
û Seddam disa hember hew man.
Kurd di vê demê de dest bi serhildaneke mezin kirin û ev sehildana
Raperîn(vejîn)ê bû.
• 5’ê Adarê 1991’an de Raperîna mezin destpêkir
• 7'ê Adarê de bajarê Silêmanî
• 10’ê Adarê de Rewandiz,Xelîfan,Herîr,Diyana,Dûz,Qoysencax
• 11’ê Adarê de Hewlêr û Xaneqîn
• 12’ê Adarê de Mexmûr û Pirdê
• 13’yê Adarê de Akrê,Zaxo û Berdareþ
• 14’ê Adarê de jî Dihok û Amêdî
Ji alîya gel ve bi delfetên xwe ji destê rejima Iraqê rizgar kirin.
Lê belê Emerîka xiyanetî kir li Kurdan kir û alîkarîya Kurdan nekir.Lê bi
xêra hin qenalên Medyaya Cihanê rayagiþtîya Cihanê li hemberê hovîtîyên
Seddam û bêbextiya Dewleta Emerîkayê rabûn ser lingan.Li ser vê yekê jî hin
dewletên Ewrûpa –di serî de britanya- mecbûr man ku bo parastina Gelê Kurd
hin çareyan gerîyan.
Heta 15 Nîsanê hejmara Kurdên ku reviyabûn Îranê ji milyonekê zêdetir
bû.Pirsa Kurdistanê bi hefteyan ji rojeva Cihanê derneket.Dawîyê de George
Bush mecbur ma ku Iraqê hiþyar bike.Disa jî Kurd bawerîya xwe bi gotinên
emerîka nedianîn.
Her çiqas George Bush hewl dida ku zextên Ewrûpa,çapamenî û raya giþtîya
Cihanê rizgar bibe jî li hemberê rexne û bêbextiya ku Kurdan kiribû neçar
man ku ji bo bi Britanya,Elmanya,Îtalya,Frensa di 16yê Nîsanê 1991’an de
xeta 36ê û jor de bo gelê Kurd herêma azad îlan kirin.Lê bajarên wek Kerkûkê
ku neft lê hebû nedan Kurdan.Kurd bi demekî kin de vegerîn ser xakên xwe û
demekî kurt de hêzên xwe ji nû ve qezenc kirin û êdî bênavber dixebitîn.
Piþtî demekê Kurd dest bi xebatên avakirina Kurdistanê kirin da ku vê
delfeta dîrokî û bêhempa bikarbînin û 19 Gulana 1992an de Li Baþurê
Kurdistanê yekem hilbirtinên giþtî yên Parlementoya Kurdistanê pêk hat.Ji bo
parlemena Kurdistan 6 lîste beþdarî hilbijartinê bûn:1-Partiya Demokrata
Kurdistanê,2-Yekîtîya Niþtimanê Kurdistan-Partiya Zehmetkêþên
Kurdistan,3-Partî Sosyalistî Kurdistan-Partî Demokratî Serxwebûnî
Kurdistan,4-Partiya Demokratik a Gelê Kurdistan,5-Partiya Kominîs,6-Tevgera
Islamîya Kurdistanê.Ji ber ku hilbijartinan de %7 beraj hebû tenê du
liste;listeya PDK û listeya YNK-PZK ketin parlementoya Kurdistanê.Listeya
PDK ji%45.26,listeya YNK jî ji %43.82 dengan girtibûn.PDK û YNK li hev kirin
ku 100 kursiyan di navbera xwe de 50-50 parve bikin navê vê sistemê re
fiftî-fiftî dihat gotin.Lê ev sistem di pêþerojêde bû lihevnatinên mezin.
Hilbijartin tevî hemû kêmasîyên xwe him hêvîya gelê Kurd zêde kir,him jî
nîþanî hemû Cîhanê dan ku ji bo pêþveçunê zemîneke baþ heye.4ê Hezîranê de
Parlementoya Kurdistanê vebû û parlementaran sond xwarin.Parlemento û
Hikumeta Kurdistanê bi tempoyeke baþ dest bi karên xwe kirin.Pêþveçûnên ku
li baþurê Kurdistanê dibû ne tenê bo Kurdistanîyên Baþur bo hemû
Kurdistanîyan dibûn tovên hêvîyên nû.Di 4ê Cotmeha 1992an de Parlemena
Neteweyîya Kurdistan biryerekê dîrokî vergirt û “Dewleta Federe ya
Kurdistan” îlan kir.Yekem serokê parlemena Kurdistanê Cewher Namiq bû.
Berhemên raperînê
Kurd îro pîþtî 16 salan ji Raperînê ne serbixwe be jî û beramberî hemû
kêmasî û xeletîyan dewletek avakirin,bi dehan organên media, Hikumeta
Kurdistan, Parlemena Kurdistan,wezaretên Hikumeta Kurdistan,bi dehan
sazî,dezgeh,rêxistinên neteweyî(çandî,sîyasî,perwerdeyî û fermî)
afirandin.Emro beþekî ji xaka Kurdan azad e û ber bi serbixwe bûyîne we
diçe.Parastina Kurdistana Azad ango Kurdistana hemû Kurdan, bêgûman erka
bingehîn û neteweyî ye.
Dijberên Kurdan li pêy têkdena wan destketiyane
Di serî de dewleta Tirk û dewletên yên dagirker Iran û Sûrîye û hemû
dijberên Kurdan li pêy têkdana serketina Kurdan a li Kerkûkê û bi giþtî
Dewleta Federe ya Kurdistanê ne. Tirkîye di nav vê 16 salên de her tim xwest
ku Dewleta Federe ya Kurdistanê-baþûr têk bibe. Ji bo pêkanîna vê armancê jî
bi taybetî arteþa Tirk û hêzên tarî li pêy planên qirêj de ne û êrîþî
Kurdistana Azad kirin û têkçûn ji axa azad reviyan . Lê ji dev ji pêkanîna
aramancên xwe hê jî bernedane.
Pêwîste Kurd nêzî hev bibin û stratejîyeke neteweyî,mayînde û pêþketî
pêkbînin.Divê hemû gelê Kurd bi yekrezî tevbigerin da ku planên Tirkan pûç
were derxistin.Di salên dawî de wekî hemû karesat û êrîþên mezin Kurdan nêzî
hevûdin kir.Di vê pêvajoyê de jî Kurd divê nêzîkî hev bibin û hiþmendîya
Kurdeyatî bilind bikin.
Bi xwedî derketina Kerkûkê û Dewleta Federe ya Kurdistanê û bi serkeftî
pêkhatina prosesa serxwebûna vê dewletê,parastina ziman,çand û hunera Kurdî
pêkanîna yekrezîyê di nav rêxistinên Kurd e û bi baþ bikaranîna amûrên
ragihandinên Kurdî ên heyî û bi giþtî pêþxisina Kurdistanê,çanda
Kurdî,dîplomasîya Kurdî û civaka Kurd wê bo dewleta Tirk û hemû dijberên
Kurdan bibe bersiva herî baþ. (HAWAR DENGÛBAS)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
          
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|