|
Ji serhildana rojavayê Kurdistanê 4 sal derbas bû û hê jî nebûna yêkîtiyê
pirsgirêka herî mezin e
13
Adar, 2008 weþandin:00:02:30 (GDK)
QAMIÞLO,
rojavayê Kurdistanê -- 4'emîn salvegera serhildana Qamiþloyê ji alîyê
gelê Kurd ve bi serbilindî hate bibîr anîn.
Îsal salvegera 4'emîn a Serhildana 12ê Adarê ya rojavayê Kurdistanê li
rojavayê Kurdistanê, Kurdistana Azad û li Ewrûpayê bi çalakîyên cur be cur
hate bibîranîn.
Bi minasebeta salvegerê Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî li Hewlêrê paytexta
herêma Kurdistanê ahengek cemawerî di baregeha Kombendê de wekî
“sempoziyomeke vekirî” lidarxist.
Nûnerên sazî û dezgehên çandî û
fermî û hizbî li Hewlêra paytext di ahengê de beþdarbûn, tevlî nûnerên hinek
partiyên Kurdistanî ji tevahiya parçeyan.
Her wiha li gor agahiyan bi hezaran Kurd ji gelek bajarên rojavayê
Kurdistanê li goristana Qudurbeg a li Qamiþloyê kom bûne û çaremîn salvegera
Serhildana 12ê Adarê pîroz dikin. Bi taybetî hejmareke mezin ji ciwan û
zarok beþdarî vê çalakiyê bûne. Nûnerên partiyên kurdî Yekîtî, Azadî, Þepêla
Pêþerojê û PYD di axavtinên xwe de li ser Serhildana 12ê Adarê û þehîdên wê
rawestiyan û bangî yekgirtina Peyva Kurdî li rojavayê Kurdistanê kirin.
Çalakî di 11.03.2007an de li Komeleya „Kurdîsche Treffpunkt“ ê di seat 14.00
de ji bo þehîdên Kurdîstanê, bi deqîqayek sekinandinê ve dest pêkir
Çalakiyên bîranînê
Ji bo bîranîna 12 adarê tevgera Kurd li Elmanyayê bajarê Berlînê bi tevlî
bûna dehan Kurdistaniyan meþekî bîranînê li darxist.
Li paytextê Îngîlîstan Londonê jî
cemawerê Kurd serhildan û komkujiya Qamiþloyê bibÎranÎn û dewlet û rejima
þoven Sûriyeyê þermezar kirin.
Li Silêmaniyê jî ji aliyê Partiya
Azadî ya Kurd a Suriye, Yekîtiya Demokrat ya Suriye,Partiya Demokrat ya
Suriye û Partiya Demokrat ya Pêþketinxwaz a Suriye, li Pirtûkxaneya Giþtî ya
Silêymaniyê bi boneya yada 4-emîn salvegera Karesata Qamiþloyê ku tê de 28
welatiyên kurd þehîd bûn û 500 welatiyên din jî birîndar bûn, merasîmeke
taybet hate sazkirin. Di merasîmê beyanameyên 10 partiyên kurd ên Suriye û
jimarek ji partiyên Kurdistana Îranê jî hatin xwendin.
Serhaldina Qamiþlo çawa pêk hat?
Di 12ê Adara 2004'an de li Qamiþloyê di maça maça fitbolê di navbera Kurdan
û Erebên þoven,hêzên Sûrîye de pevçûnek derketi bû û di encama pevçûnê de
hin Kurd þehîd bûbûn.
Piþtre bûyer li seranserê Qamiþloyê belav bû û bi giþtî 12ê Adarê de 29 Kurd
þehîd bûn û her wiha 4 Ereb û 19 leþkerê Sûrîye jî miri bûn. Piþtre erîþên
rejîma Sûrîye li seranserî Rojavayê Kurdistanê de êrîþbir ser gelê Kurd.
Li hemû Kurdistana Rojavade Serhildana Gel destpêkir û pevçûnên di navbera
Kurdan û hêzên Sûrîye de mezintir bû.
Sûrîye hêzekê mezin ya leþkerî þiyand Rojavayê Kurdistanê.Sûriya bi dehan
kes xiste girtîgehê û bi sedan Kurd jî bi zext û êþkenceyê re rûbirû man.14ê
Adarê de li Kobanî,15ê Adarê de li Efrînê û 16ê Adarê de jî li Helebê bûyer
destpêkirin.
Hêzên rejîma Sûrîye neçar mabûn ku hêzên xwe vekiþînin.Lê piþtî vekiþandina
hêzên Ewlekarîya Sûrîye vê carê jî eþîrên Ereb ku ji Sûrîye alîkarî girtibûn
êrîþî mal û dikkanên Kurdan kirin.
Serhildan heta 18ê Adarê berdewam kir û di encamê de dehan Kurd þehîd bûn û
sedan kes jî ji alîyê rejîma Sûrîye ve hatibûn girtin.Bûyerên li
Baþurê-Rojavayê Kurdistanê dimedyaya Cîhanê de jî cihekî mezin girt û raya
giþtî de jî gelek deng veda.
Kurdên li Kurdistana Azad, bakûrê Kurdistanê, rojhilatê Kurdistanêû Kurdên
li dervey welat bi taybetî li Ewrûpa bi meþ, mîtîng û çalakîyên mezin
piþtgirî dan serhildana mezin ya Kurdên Rojavayê Kurdistanê.Di navbera
Kurdan de nêzik bûn û yekbûneke nedîtî pêkhat.Hemû medyaya Kurdî jî cîheke
girîngveqetand bo vê serhildanê.
Dîsa di heman rojan de li
Kurdistana sûriye serhildanên bicuk çêbûn.
Her karesat gelê Kurd hin nêzikî hev dikir wek serhildana Qamiþloyê. Lê
dijminên Kurd û Kurdistan hin jî fêm nekirin ku gelê Kurd bi bombeyan,bi
tehditan,bi iþkenceyan,bi çekan,bi zilman,bi provakasyonan,bi inkaran,bi
þêwayên teroristî,bi qedexeyan naye têk birin.
Pirsgirêka herî mezin hê jî nebûna yêkrêzîyê di nava partî û rêxistinan de
ye
Piþtî serhildana Qamiþloyêyê yekem car rejîma Sûrîye hebûna Kurdan qebûl kir
û di navbera heyetên Kurd û Hikumeta Sûrîye de hevdîtinana pêk hat.
Her çiqas rejîma Sûriye sozên xwe
neanî bî cîh jî, serhildana 12ê Adarê mora li dîroka Kurdistanê xist û bo
Kurdên Rojava werçerxanek bû. Piþtî serhildanê dengê Rojavayê Kurdistanê ji
berê gurtir derket û di nav çalakî û weþanên Kurdên Rojava de zêde bûnek çê
bû.
Lê Rojavayê Kurdistanê de hin jî pirgirêka bingehin nebûna yêkîtîyê di
navbera hêzên sîyasî de ye.Berovajî yekbûnê hêzên Rojavayî ji hev vediqetin
û ev jî darbeyek mezin li têkoþîna Kurdên Rojavayê Kurdistanê dixe. Hewlên
bo yekîtiyê hebin jî nebûna Yekîtî û yêkrêzî wek li hemû Kurdistanê li
baþurrojavayê Kurdistanê de jî pirgirêkek mezin e. (HAWAR
DENGÛBAS / ajansan)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
          
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|