|
Terorîzma dewleta Tirk di rojeva raya giþtî de ye de
30
Adar, 2008 weþandin:12:43:12 (GDK)
COLEMÊRG,
bakûrê Kurdistan -- Dîmenê zarokê Colemêrgî ku polîsan li ber
kamerayan milê wî þkand, di ekranên Roj TV de ji raya giþtî ya cihanê re
weke þerma mirovahiyê hatibû pêþkêþkirin.
Cunêyt Ertûþ yê 15 salî ku li Colemêrgê polîsan li ber kamerayan milê wî
þkand, bi hinceta ‘li hemberî karmendê dewletê serî rakiriye’ hate
girtin. Þaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê, der barê bûyerê de gilî kir. Cunêyt
Ertûþ ê 15 salî ku li Colemêrgê di pîrozbahiyên Newrozê yên ji ber
destûrnedayîna Walîtiyê bi bûyer derbas bûn de polîsan li ber kamerayan
milê wî þkand, piþtî bûyerê hate binçavkirin.
Cuneyt Ertûþ 2 roj li
Midûriyeta Ewlehiya Colemêrgê di binçav de ma. Cunêyt Ertûþ, duh ji ber
ku li bajêr Dadgeha Zarokan tuneye, derxistin Dadgeha Sulh Ceza ya
Colemêrgê. Cunêyt Ertûþ bi hinceta ‘li hemberî karmendê dewletê serî
rakiriye’ hate girtin. Parêzerên wî jî, malbata wî jî nekarî hîn bibin
ka milê wî hatiye dermankirin an na.
Bavê wî ji televîzyonê bihîst
Bavê Cunêyt Ertûþ Huseyîn E, diyar kir ku kurê wî di 22’yê adarê de ji
bo danûstandinê çûyî navenda bajêr û wiha dom kir: “Piþtî bûyeran,
negihîþtim kurê xwe. Me 2 roj xeber jê nestend. Min got kurê min di
bûyeran de hatiye binçavkirin. Piþtre min dîmenên wî di Roj TV’yê de
temaþe kir. Polîsan milê kurê min li ber çavê hemû çapemeniyê
diþikandin. Dema min bûyerê dît, min saw girt. Min nexwest ji çavên xwe
bawer bikim.” E., da zanîn ku wê heta dawî li ser bûyerê bisekine û wiha
pê de çû: “Rewþa min a aborî nebaþ e. Ez ji baroyê dixwazim ku di
pêvajoya hiqûqî de alîkarî bi min bike.”
ÎHD’ê gilî kir
Þaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê, piþtî ku dîmenên E. di televîzyonan de derket,
serî li Dozgeriya Komarê da û gilî kir. Rêveberê þaxa ÎHD’ê Îsmaîl
Akbulut, diyar kir ku tiþtên hatine jiyandin dermirovane ne û wiha got:
“Heta ku berpirsyar neyên cezakirin, em ê dev ji vê dozê bernedin.
Dîmen, li Colemêrgê bûn sedema nerazîbûnek mezin.” Dîmenên dema ku milê
C.E hate þikandin, piþtî Roj TV’yê, di malpera parvekirinê ya YOUTUBE de
jî hate weþandin.
(Dîha / ajansan)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|
|