|
1ê Gulanê li cîhanê bi coþ û li Kurdistan û Tirkiyeyê bi terorizma dewleta
Tirk bi dawî bû
02
Gulan, 2008 weþandin:03:23:29 (GDK)
|
Terora dewleta Tirk di medyaya
cîhanê de jî deng veda
|
AMED
, bakûrê Kurdistanê -- 1'ê Gulanê, li gelek bajarên wek
Þirnex, Mêrdîn, Çewlik, Dîlok, Batman, Erdexan, Colemerg, Elezîz, Meletî,
Sêrt, Riha, Qers, Mûþ û Dêrsimê de jî Kurdistanê hat pîroz kirin.
Her wiha li Kurdistana azad jî
li gelek cîhan 1ê gulanê hate pîroz kirin.
Li Amedê, ji ber ku muduriyeta
polêsan ji bilî qada ku hatibû xwestin cihekî din nîþan dabû, pîrozbahî
hatin betalkirin.
Serokê DTP’a Amedê Nejdet Atalay
bi mebesta pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya li qada Dalokayê daxuyaniyek da
çapemeniyê û got, ‘em ê bi girseya xwe ve piþtgiriyê bidin daxuyaniya
Platforma Kedê ya ku dê li qada Dalokayê pêk bê.’ Atalay helwesta Walîtiya
Amedê ya qedexekar jî nirxand û wiha pê de çû: “Li hemberî polîtîkayên
Hikûmeta AKP’ê ku dixwaze kurdan bi birçîtiyê terbiye bike û polîtîkaya red
û înkara gelê kurd em ê di 1’ê Gulanê de li qada Dalokayê bin.’ Atalay bang
li gelê Amedê kir ku di 1’ê Gulanê de dakeve qada Dalokayê û qedexekirina
1’ê Gulanê ya ku ev 30 sal in didome bi dawî bike. DTP ji bo Taksîmê jî
piþtgiriyê dide konferasyonên karker û karmendan.
Li Kurdistana azad karkeþ meþiyan
Îsal li Kurdistana azad jî karker daketin kolanan û ji hikumeta Kurdistan
daxwaza baþtir kirina rewþa xwe kirin. Bi amadebûna xelkeke zor, îro 1-ê
Gulanê ya Cejna Karkerên Cîhanê, bi serpereþtiya Komîteya Parêzgeha Hewlêrê
ya Partiya Komînîst a Kurdistanê bi helgirtin û bilindkirina çendîn
dirûþman, bi mitîngekê li pêþ avahiya Parêzgeha Hewlêrê hate pîrozkirin û
nûnerên komîteyê jî ji aliyê Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî hatin
pêþwazîkirin û daxwaznameyekê pêþkeþî parêzgarê Hewlêrê kirin.
Daxwaznameya karkeran ji 12 madeyan pêk tê û tê daxwazkirin ku jiyan û rewþa
karkerên Kurdistanê bi yasayeke nû ya kar bê baþtirkirin, dema karkirinê di
hefteyekê de wek 36 seatan bê rêxistin, rola dadigeha kar bê çalakkirin,
pirsgirêkên karkerên biyanî û parastina mafên wan bê çareserkirin, krîza
nîþtecîbûnê be çareserkirin û bo nirx û kontrolkirina berdewam bo xwerin di
bazaran de, yasayek bê danîn.
Komîteya Parêzgeha Silêymaniyê ya
Partiya Komûnîst ya Kurdistanê bi beþdariya þandeyeke karkeran û karmendên
pîþesazî û kargehan, li ber Bargeha Partiya Komûnîst ya Kurdistanê rêpîvanek
bo ber nivîsgeha Parlamentoya Kurdistanê ya li Silêymaniyê saz kir.
Li Stenbolê terorîzma dewleta
Tirk
Li Stenbolê 3 konferasyonên karker
û karmendan Turk-Îþ, DÎSK û KESK’ê xwast di 31’emîn salvegera qetlîama li
Kazanciyokuþuyê pêk hatî de, 1’ê Gulanê li Taksîmê bi mitîngekê pîroz bikin.
Lê dewletê destûr neda karkeran. Ji ber biryara Hikûmeta AKP’ê duh li
tevahiya Stenbolê karker û rabûn ser piyan û xwest dakevin Taksîmê. Lê
dewletê bi zêdetirî 30 hezar polîs û 2 hezar cendermeyan Taksîm dorpêç kir.
Serokê Giþtî yê DÎSK’ê Suleyman
Çelebî piþtî belavbûna pevçûnan li tevahiya bajar di saet 11.20’ê de li
Navenda Giþtî xîtabî karkeran kir û aþkera kir ku ew meþa girseyî ya ber bi
Taksîmê ve pêk nayînin. Çelebî sedemê betalkirina meþa xwe wekî ‘em naxwazin
bikevin ber provakasyona hikûmetê’ îfade kir.
Polisên
Tirk li Stenbolê bi tundî êrîþî pirozbahiyên 1ê gulanê kirin û terora
dewleta Tirk di medyaya cîhanê de jî deng veda. 31 sal berê weke li Tirkiyê li
Taksîmê 34 kes di sala 1977an de hatibûn kuþtin. Partiyên siyasî û
sendîkayan xwestin bi armanca bîranîna komkujiyê li meydana Taksîmê ya
qedexekirî pîrozbahiyê pêk bînin, lê dîsa polês teror meþand.
Dewleta tirk li hemberî karker û
karmendên xwe yên ku dixwast cejna xwe pîroz bike þer îlan kiribû. Bi sedema
pîrozbahiyên 1’ê Gulanê, li Midûriyeta Ewlehiya Stenbolê maseya krîzê hate
avakirin. Maseya krîzê li Navenda Tevgera Asayîþê ya li A Bloka Midûriyeta
Ewlehiya Stenbolê hate avakirin. Alîkarê Waliyê Stenbolê Ergun Gungor û
rayedarên ewlehiyê, cendirme û saziyên din ên têkildar, serê sibê hatin
avahiyê. Li Maseya Krîzê, dîmenên ku ji deverên cuda cuda yên bajêr bi
kamerayan têne ragihandin û bi awayekî zindî tên temaþekirin û pêþveçûn
hatin þopandin.
Di êrîþa polês de gelek kes birîndar bûn û ji 600î zêdetir kes jî hatin
binçavkirin. Li Tirkiyê di pîrozbahiya 1'ê Gulanê cejna karkeran de arîþe û alozî qewimî. Di heman demê de 31 sal berê weke îro li
Tirkiyê li Taksîmê 34 kes di sala 1977an de di pîrozbahiya 1'ê Gulanê de
hatibûn kuþtin.
Partiyên siyasî û sendîkayan xwestin bi armanca bîranîna komkujiyê li
meydana Taksîmê ya qedexekirî pîrozbahiyê pêk bînin, lê destûra wan nehat
dayîn. Ji ber ku ji doh ve li derdora Meydana Taksîmê tedbîrên awarte yên
polîsiye hatin girtin. Hemû riyên diçûn Taksîmê çûnûhatina wan hat
rawestandin û seferên keþtiyan sekinandin.
Bi kurtî doh li Stenbolê trafîk tevizî û bi hezaran polêsî dor li
meydana Taksîmê girtin. Tevî van hemû tedbîran jî di navê de serokên giþtî
yên DISK û KESKê, nûnerên sendîkayan û rêveberên DTP û SHPê, bi sedan kesî
qerenfîl danîn ber abîdeya li Kazanciyê. Piþtre tevî hemû astengiyan, komê
karîbû bikeve meydana Taksîmê, lê polês teror meþand.
Polês gulle berdan hewayê, gaza bîber bi kar anî, li Taksîm, Beþîktaþ,
Kabataþ û Dolmabahçeyê êrîþ bir ser xwepêþanderan û piranî birîndar bi qasî
600 kes kirin binçavan. Nûnerên partî û sendîkayan ên der barê terora
polês de daxuyanî dan, xwestin waliyê Stenbolê îstîfa bike.
Di gelek welatên Cîhanê 1ê Gulan hate pîroz kirin
Pîrozbahiya herî qelebalix ya 1
Gulanê li kubayê pêk hat. Li paytext Havanayê milyonek kes kom bûn.
Wekî din welatên sosyalist desthilatdarin li Arjantîn, Brezilya û Ekvadorê
jî 1 Gulan bi coþ hat pîrozkirin.
Herwiha lîderê Venezuellayê Chavez, bi munasebeta 1 Gulanê daxuyanî ji %30
zam da karkeran.
vekiþîne. Li Rusyayê jî pîrozbahiya 1 Gulanê weke kevneþopiyekê dîsa li
Meydana sor pêk hat. Li Almanyayê pîrozbahî doh êvarê dest pê kir û li hin
deveran þer û pevçûnan rû dan. Li Asya jî li paytexta Taylandê Bangokê, bi
qasî 10 hezar karker, ji ber ku beriya niha li vî welatî darbeya eskerî pêk
hatibû, xwestin, ku li welatê wan dîsa sîstema demokrasiyê bibe serdest.
Xwepêþandana karkeran li mêtingeha berê ya Portekîzê Makauyê ku bettalî lê
zêde ye, xwepêþanderan xwestin, ku rêveberê dewleta Çînê kiriye wezîfedar,
îstîfa bike. Wekî din, li Pakîstan, Hindîstan, endonezya û li filipînê jî
1'ê Gulanê ji aliyê girseyên qelebalix ve hat pîrozkirin.
(Dîha,AA,AP,Reuters,
Cnn / HAWAR DENGÛBAS)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve
           
RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|