|
Arteþa Tirk li bakûr darbe xwar û dîsa berê xwe da Kurdistana azad
12
Gulan, 2008 weþandin:03:23:29 (GDK)
AMED
, bakûrê Kurdistanê -- Arteþa Tirk doh careke din êrîþeke hewayî
li dijî Kurdistana azad pêk anîn.
Çend balafirên þer ên arteþa
tirk çend cihên li ser Nêrwe û Rêkan ên ser bi qezaya Amêdiyê bombebaran
kirine û di heman demê de navçe bi þêweyeke dijwar hatine topbarankirin.
Ji navçeya Gevera Colemêrgê, ji demên serê sibê de ber bi sînorê baþûrê
Kurdistanê ve sewqiyata leþkerî hate kirin.
Li Geverê liv û tevgerek
leþkerî zêde çêbû. Helîkopterên Kobra kom bi kom leþker û amûrên leþkerî
birin sînorên baþûrê Kurdistanê. Li herêmê liv û tevgera hewayî jî
didome.
Piþtî ku PKK'iyan avêt ser
qereqola Gundê Bêzelê ya girêdayî Navçeya Þemzînan a Colemêrgê, duh
daketin û derketina gund ji aliyê leþkeran ve hate girtin. PKK ragihand
ku di çalekiya Bêzelê de gelek alevên leþkerî me bi dest xistine û
ramanca çalekiya Bêzelê intîqama girîlayên jiyana xwe di Buharê de dane
û intîqama Adil Amed e.
Tê diyar kirin ku êrÎþa PKK a
ser qereqola arteþa Tirk ji çalakiya Oremarê a PKK mezintir eÛ arteþa
Tirk zêdetir windahî daye û ji ber vê yekê jî dewleta Tirk hêrsa xwe
dîsa bi bombe kirina çiyayên Kurdistana azad digre.
Qereqola arteþa Tirk ji holê hate rakirin
Li gorî agahiyan gerîlayên PKK’ê ketine nava mevziyên leþkeran jî û di
navbera gerîla û leþkeran de pevçûn qewimiye. Artêþa Tirk bi piþtgiriya
balafiran xwestiye li hemberî çalakiya gerîlayan xwe biparêze. Çavkaniyên
herêmî daxuyand ku di çalakiyê de herî kêm 25 leþker hatine kuþtin. Her wiha
di gelek avahiyên qereqolê de þewat derketiye. Her wiha çavkaniyên herêmî
daxuyand ku di çalakiyê de 2 top û gelek wesayîtên leþkerî jî hatine
îmhakirin. Têkiliya qereqolê hatiye qutkirin û ji ber çalakiya gerîlayan
hêzên ku piþtgiriyê bidin qereqolê nekarîne bên herêma pevçûnê.
Çavkaniyên herêmî destnîþan kirin ku helîkopterên artêþa tirk, ji sibehî û
vir ve, birîndar û kuþtiyan li qereqola Bêzelê dikiþînin Qiþlaya
fermandariya Fatîhê. Heman çavkaniyan destnîan kirin ku artêþa tirk, demeke
dirêj e birîndar û kuþtiyên xwe nabin nexweþxaneya û naxwazin windahiyên wan
eþkere bibin.
Çavkaniyên herêmî diyar kir ku ev çalakî ji çalakiya Oremarê ku nêzî 50
leþker hatibûn kuþtin û 8 leþker jî hatibûn dîlgirtin mezintir e.
Li Çewlikê 5 leþkerên Tirk
hatin kuþtin
Li Çewlikê di navbera gerîla û leþkerên tirk de pevçûn qewimiye. Di encama
pevçûnê de berbazek û 5 leþker hatine kuþtin. 3 jê giran 7 leþker jî
birîndar bûne. Di pevçûnê de wesayîtekeleþkerî jî hatiye îmhakirin. Li aliyê
din li Haftanînê gerîlayê bi navê Huseyîn Tîmurtaþ (Munzur Dêrsim) jiyana
xwe ji dest daye.
Leþkerên tirk derbasî
Kurdistana azad bûn
Li gorî agahiyan piþtî
çalakiya gerîlayan ya li hemberî qereqola Bêzelêyê hin yekîneyên Artêþa
Tirk derbasî Baþûr bûn. Li gorî agahiyan cerdevan jî tevli operasyonê
dibin. Yekîneyên ku herî kêm ji 400 kesan pêk tên ji 3 noqteyên cuda
dest bi operasyona bejayî ya dersînor kirine.
Karayilan;"Di êrîþa hewayî ya
dawî de, bombeyên zinaran qul dikin, hatine bikaranîn"
Birêvebirê PKK'ê Murat Karayilan
diyar kir ku, di êrîþa hewayî ya dawî de, bombeyên zinaran qul dikin, hatine
bikaranîn. Karayilan êrîþa hewayî di þeva 1'ê gulanê de li hemberî PJAK'ê
pêk hatibû, nirxand û derbarê êrîþê de agahiyên balkêþ dan. Karayilan got
ku, di êrîþê bombeyên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê 2001'an de çê kirine û
taybetiya wan zinaran jî qul dikin, hatine bikaranîn. Karayilan bal kiþand
ser hevdîtinên Tirkiyê yên beriya êrîþê bi Îran, Iraq, Suriye, Emerîka,
Îsraî û Yekitiya Ewropayê re û got: 'Tê xwestin bi destê Tirkiyê komkujiyekê
pêk bînin'.
Karayilan nêzîkatiya Tirkiyê ya li hemberî Baþûrê Kurdistanê jî wekî
tecawizek nirxand û got: 'A rast, têkiliyên Tirkiyê yên bi Baþûr re, wekî
tecawizek in. Bi hevdîtinan peyama 'ezê bi te re rûnim, lê tecawizê te jî
bikim û dest biavêjim te'. Di roja hevdîtin pêk tîne de, pêkanîna erîþê tê
wateya tecawizê. Wekî din wateya vê nîne'.
Serokê Konseya Rêveber Murat Karayilan ji hemû kurdistaniyan xwest ku, rewþ
û lîstikên Tirkiyê bibînin û got: 'Tirkiye ji nakokiyên Emerîka û Îranê sûd
werdigere û bi piþtgiriya ji wan digire êrîþê Tevgera Azadiya Kurd dikin.
Hedefa Tirkiyê, ne tenê PKK û PJAK e. Hedefa wê bê îradekirina hemû kurdan û
têkbirina destketiyên kurdan e'.
Karayilan banga hiþyariyê li rêveberiya Baþûrê Kurdistanê jî kir û got: 'Ez
texmîn dikim, rêveberiya Baþûr, rastiya plana Tirkiyê fêm nekiriye. Tirkiye
bi êrîþên li Tevgera Azadiyê, di heman demê de dixwaze destketiyên Baþûr bi
sînor bike û di mijara Kerkukê de jî encameke li gorî xwe bi dest bixe.
Tirkiye Ahmet Davutoglu diþîne Baxda. Ew li Enqere tiþtek din û li Baxda
tiþtek din dibêje. Tiþên wan nîqaþ kirine, dizanim, lê belê naxwazim ji vir
bînim ziman. Lê divê rêveberiya Baþûr rastiyan bibîne, di eniya gelê kurd de
cih bigire, nebe parçeyê lîstikan û helwesta xwe ya li hemberî êrîþan jî
eþkere bike'.
Karayilan bi bîr xist ku, bi êrîþa 1'ê gulanê PJAK hedef hatiye girtin û
got: 'PJAK li hemberî rejîma Îranê têkoþîn dimeþîne. Beriya êrîþê rojeke
balafirên Emerîka herêm keþf kir û beriya wê 2 rojan jî heyetên Îran û
Tirkiyê li herêmê hedef tespît kirin.
Karayilan îdîayên çapemeniya tirk ên wekî di êrîþa hewayî de, wî jî jiyana
xwe ji dest daye jî, parçeyeke þerê psîkolojîk û hewldanên xerakirina moralê
gelê kurd nirxandin û got: 'Em têkoþîna azadiyê dimeþînin. Em kadroyên
tevgera azadiyê ne. Helbet wê rehet nikaribin me tasfîye bikin. Lê belê
hertim îhtimala þehîd ketina me heye.
Karayilan bal kiþand ser gotinên rayedarên tirk û got: 'Rayedarên tirk di
nava hewldana xwe xapandinê de ne. Rayedarên dewleta tirk bi xwe jî dizanin
tiþtên dibêjin dûrî rastiyêne. Lê belê vana wisa dikin ku, piþtî demekê êdî
ew bi xwe jî bawer dikin. Yanî bi gotineke din, xwe bi xwe dixapînin'.
Lawaziya dîplomasiya Kurdan û nebûna
yekîtiya netweyî dibe sedema asteng nekirina êrîþên dewleta Tirk
Desthilatdariya Kurdistanê ji ber ku diplomasiyeke xurt pêkneanîn di raya
giþtî yê Cîhanê de seneryoyên dewleta Tirk bêtir hate pejirandin. Her wiha
ji ber poltikayên ne bi îstîqrar ya hikumeta Kurdistanê bû sedema zirar
dîtina prestija Kurdan bi taybetî di hêla dîplomatîk de. Diviya bû ku riya
operesyona Tirkan bi her avahî hatiba girtin.
Hikumeta AKP
ku di destpêkê de bi gotinên þêrîn Kurdan xepand û bi Mislimantiyê dengên
Kurdan girt niha ji bo parastina desthilata xwe bi hevkariya ordiya Tirk
bombe dibarine ser Kurdistanê.
AKP li þûna
êrîþî Kurdan bike bi entegre kirin û bi dirêj kirina pêvajoyê dixwaze
pirsgirêka Kurd ji holê rake. Tê xwestin ku Kurd zêdetir entegreyî sîstema
Tirk were kirin û li þûna çareser kirin û pêkanîna daxwazên neteweyî û
civakî ya Kurdan bi serdan û bi çend febriqa û serdan û geran Kurd bêne
xapandin.
AKP deng
standina ji Kurdan cesaret girt, bi vê cesaretê jî projeyên qedandina hêza
siyasî ya Kurdan derxistin holê.
( HAWAR DENGÛBAS / Dîha,Puk
media,Peyamner )
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve
           
RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|