|
DTP li Kurdistana azad riya xurt kirina yekîtiya neteweyî digere
08
Gulan, 2008 weþandin:03:23:29 (GDK)
SILÊMANÎ
, baþûrê Kurdistanê -- Heyeta DTP li kurdistana azad e. Heyeta
DTP'ê ku ji bo têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd hevdîtinan bike çû
Kurdistana Federal, bi Serokomarê Iraqê Celal Talabanî re hevdîtip pêk
anî.
Serokê Koma DTP'ê Ahmet Turk
ku piþtî hevdîtinê daxuyanî da, diyar kir ku cihê çareseriya pirsgirêka
kurd Tirkiye ye, lê ji bo çareseriyê peywîr dikeve ser milê
siyasetmedarên kurd ên li welatên din jî dijîn.
Heyta DTP'ê ku ji Serokê Koma Meclîsê û Parlamenterê Mêrdînê Ahmet Turk,
Cîgira Hevserokan a ji Têkiliyên Karên Derve Berpirsyar Sebahat Tuncel,
Cîgirê Hevserokên DTP'ê Kamuran Yuksek, Parlamenterê Þýrnexê Hasîp
Kaplan û Parlamenterê Mûþê Nurî Yaman pêk tê, li bajarê Silêmaniyê bi
Serokomarê Iraqê Celal Talabanî re li mala wî hatin cem hev.
Di hevdîtinê de ji bilî
Talabanî, Cîgirê Serokê Kurdistanê Kuster Resul, Endamê Parlamentoya
Iraqê Fuat Mahsum, endamên Mekteba Siyasî ya YNK'ê Emerê Seyît Elî,
Mustafayê Sekadîr, Osmanê Hecî Mehmut û Ersalan Bahiz amade bûn. Piþtî
hevdîtina 2 saetan dom kir, heyeta DTP'ê li Otêla Palas a Silêmaniyê
daxuyanî da çapemeniyê.
'Bo çareseriya pirsgirêka Kurd, rolek mezin dikeve ber siyasetmedaran'
Serokê Koma DTP'ê Ahmet Turk, diyar kir, ji bo ku li Tirkiyeyê pêvajoyek
bêpevçûn destpê bike û ev pêvajo veguhere pêvajoyek demokratîk xebatan
dimeþînin. Turk, destnîþan kir ku divê kurd bi awayekî azad xwe îfade
bikin û wiha dom kir: "Di vê mijarê de ji hêvî tên kirin. Ji bo
pêvajoyek nû, em ketin nava hewldanan.
Divê pirsgirêka kurd veguhere
pêvajoyek demokratîk." Turk, bal kiþand ku cihê çareseriya pirsgirêkê
Tirkiye ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber vê yekê em dibêjin
divê pirsgirêk bi hêzên navxweyî bê çareserkirin. Em di cîhanek
ragihandinê ya hemde de dijîn. Siyasetmedarên kurd ên di nava siyaseta
demokratîk de têdikoþin jî, li kîjan welatê cîhanê bin bila bibin,
dikarin rolek dê tevkariyê bide aþtiyê bilîzin. Ji bo vê yekê em di wê
baweriyê de ku divê hewldanek zêdetir bê dayîn." Turk, daxuyand ku divê
Tirkiye di nava nêzîkahiyek ku kurd û gelên din hembêz dike de be û got
ku ev yek dê tevkariyek girîng bide aþtiya Rojhilata Navîn jî. Turk, da
zanîn ku Rojhilata Navîn herêmek hesas e û derbirî ku divê pirsgirêkên
herêmê di çarçoveya esasên demokratîk de bên çareserkirin.
Turk, bal kiþand ku li
Rojhilata Navîn herî zêde kurdan êþ kiþandine û wiha pê de çû:
"Berdewama vê pêvajoyê dê li Tirkiyeyê pirsgirêkên cuda bîne rojevê.
Mînaka Sakaryayê hate dîtin. Di vê mijarê de berpirsyariyên mezin
dikevin ser milê me û rayedarên dewletê. Hewceye em ji bo pêþveçûna
refleksên demokratîk bixebitin. Me fikra xwe ya ji bo çareseriya
pirsgirêkê ji Birêz Talabanî re ragihandin. Ji bo vê yekê me ji Birêz
Serokomar alîkarî jî xwest."
'Dê hewldanên me bidomin'
Turk, da zanîn ku dê hevdîtinên wan ên bi Talabanî û rayedarên kurd re
di pêþerojê de jî bidomin û wiha axivî: "Emê hewl bidin ku hevkariyek
hêzên demokratîk ava bikin. Hewldana me heye ku hevkariyek dê hevdîtinan
pêþve bibe, ava bikin. Pêdivî bi pêvajoya aþtiyane heye. Ji bo ku vê
nîqaþ bikin û yekîtiya hêzê ava bikin, em li ba hev in."
Li ser pirsek têkildarî helwesta Talabanî ya li dijî PKK'ê Turk wiha
bersiv da: "Divê pirsgirêk bi hêzên navxweyî bê çareserkirin. Ya girîng
ewe ku ev pirsgirêk dê çawa bê çareserkirin. Em ê vê pêvajoyê çawa pêþve
bibin e. Birêz Talabanî jî, anî ziman ku pêvajoyek aþtiyane mayinde
bibe, ew amade ne. Got ku dema çareseriya çekdarî bidawî bûye û ewê
piþtgiriyê bide kesên ji bo pêþvebirina polîtîkayek demokratîk
dixebitin."
'Hevdîtina
me berî ya Tirkiyeyê kifþ bû'
Turk, pirsa rojnamevanan a wekî "Gelo hûn çima piþtî nûnerên Tirkiyeyê
li Iraqê bi Talabanî û Serokê Hikûmeta Kurdistana Federal Nêçirvan
Barzanî re hevdîtin pêk anîn hatin?" Turk wiha bersiv da: "Hevdîtina me
berî niha hatibû plankirin, lê pêk nahatibû. Hevdîtina me berî ya Ahmet
Davutoglu hatibû plankirin û kifþ bûbû. Hevdîtina ku Tirkiyeyê pêk anî
jî, hevdîtinek dereng maye bû. Li erdnîgariyek ku pirsgirêkên wê gelek
in, divê mirov bi berpirsyarî nêz bibe. Em bawer in dê pevçûn bi rêya
dîyalogê û hevpariyê çareser bibin. Em dê di hêla têkiliyên aborî,
sîyasî û bazirganî de nêrînên xwe deynin holê."
'Divê siyasetmendar kîn û nifrînê ji holê rakin'
Li ser pirsa rojnamevanan a "Gelo di rojeva hevdîtina bi Talabanî re de
operasyona dersînor heye an na?" Turk, wiha got: "Kesê ku operasyon daye
destpêkirin û biryara vê yekê daye, ne Birêz Celal Talabanî ye, dewleta
Tirkiyeyê ye. Divê ev yek li Tirkiyeyê bê çareserkirin. Divê
siyasetmendar jî kîn û nifrînê ji holê rakin. Peywira wan ev e. Em dê ve
yekê ragihînin." Turk, daxuyand ku heke fersend bibînin, dê bi Serokê
Herêma Kurdistana Federal Mesut Barzanî re jî hevdîtinê pêk bînin û wiha
dirêjî da axaftina xwe: "Em dixwazin Birêz Barzanî jî ziyaret bikin."
Çav li rê ye ku heyeta DTP'ê îro di saetên nîvro de bi Serokomarê Irakê
Celal Talabanî re hevdîtin çêke.
Turk got:"Gelê kurd dixwaze li cem gelê tirk wek bira bijî lê kurd tên
înkarkirin.Em dixwazin vê nêrîna înkarê biguherînin û þerê ku ev 30 sal
e dom dike, bi riyeke siyasî û demokratîk çareser bikin.”
(Dîha,Pna)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve
           
RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|
|