|
Kurdistana azad di demên dawî her roj hineke din dibe "Iraqî"
12
Gulan, 2008 weþandin:04:443:23 (GDK)
HEWLÊR
, baþûrê Kurdistanê -- Kurdistana azad di demên dawî di warê
dîplamatÎk de lawaz dibe û rêveberiya Kurdistana azad berê xwe dide
Bexdayî. Li Kurdistana azad lêzbûna "Iraqî" bûnê û ji dûr ketina hest û
projeyên neteweyî balê diþîne.
Wek tê zanîn pêþaroja Kerkûkê
kete xeterê. Piþtre li seranserî Kurdistana azad ala Iraqê hate hildan û
niha jî biryar hate girtin ku Parlamentoya Iraqê dê li bajarên
Kurdistan azad nivîsgehên xwe veke.
Biryar e, Parlamentoya Iraqê
nivîsgehên xwe li bajarê Herêma Kurdistanê û hemû bajarên din veke.
Di vê derbarê de Serokê Lîjneya Pêwendiyan ji Parlamentoya Kurdistanê
Arêz Ebdula bi weha axivî:”Bo çêkirina pêwendiyên yasayî û bandorî
yên Parlamentoya Kurdistanê û Parlamentoya Iraqê, pêþtir protokolek di
navbera her du alî de hebû, vekirina Nivîsgeha Parlementoya Iraqê li
bajarên Herêma Kurdistanê dê valahiya yasayî tijî nake ku di navbera her
parlementoyê de heye.Çimkî di Destûra Iraqê de hatiye ku pêwîst e di nav
Iraqê de wek welateke federal, zêdetir ji herêmek hebin.”
Ebdula got:”Vekirina nivîsgehan karekî baþ e, lê heta niha pirs ji
lîjneya Pêwendiyan a Parlementoya Kurdistanê nehat kirin û vekirina ew
nivîsgehê naçe çarçoweya wan protokolan ku di navbera me de hatine
îmzakirin, ji ber ku ew tenê bo karûbarên Parlamentoya Iraqê ye.”
(pukmedia / HAWAR DENGûBAS)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve
           
RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|