|
Derewa AKP ya 'baþ bûna' aboriyê derket holê û herî zêde jî bakûrê
Kurdistanê kete tengasiyê
TAYBET
NÛÇE - ÞÎROVE: SERHAD B.RÊNAS
/ HAWAR DENGÛBAS
24
Nîsan (Avrêl), 2008 weþandin:00:34:20 (GDK)
AMED
, bakûrê Kurdistanê -- Demeke dirêj bû hikumeta AKP bi belav
kirina komir û meqerneyê gel dixapand û bi reqemên derewe rewþa aborî ya
dewleta Tirk baþ dihate nîþandan.
Hikumeta AKP demeke dirêj bû
ku bi baþ bûna aboriyê pesna xwe dida û vê taybetmendiya ji hikumetên
berê nîþan didia.
Lê di mehên dawî de rastiya
derewên AKP derket holê û krîza aborî ku AKP bi mehan bi guhertina
hejmaran vediþart eþkere bû.
Krîza aboriyê herî zêde
jî gelê bakûrê Kurdistanê ku ji destpêka avabûna komara Tirk ve ta niha
di nava feqîrîyê de ye, xiste tengasiyê.
Bi meha
adarê krîz bi temamî eþkere bû
Reqemên enflasyonê yên ji bo
meha adarê hatine aþkerakirin krîza aborî razber kiriye. Endeksa Buhayê
Hilberînê derketiye 3.17’an. Her wiha di heman qelemê de enflasyonê li
gorî pîvanên meha çile û adarê ji sedî 6.26 zêdebûna li buhayan çêbûye.
Ango di nava du mehan de di qelemeke enflasyonê de 6 derece zêdebûn
çêbûye. Di qelemê din ê bingehîn ê hesabên enflasyonê de jî rewþ cudatir
nîn e.
Li gorî reqemên Saziya
Îstatîstîkan a Tirkiyeyê aþkera kirine ji heman dewreyê di Endeksa
Buhayê Herîdariyê (tüketici) ji sedî 0.96 zêde bûye. Ligel van reqeman
Endeksa Buhayê Herîdariyê ya salan e ji sedî 9.15’yê, Endeksa Buhayê
Hilberînê, ji sedî 10.50’î ye. Bi zimanê aboriyê reqemeke din jî, rêjeya
navbera nezelal a aboriya Tirkiyeyê yekî ji sedî 9.1 hatiye tespîtkirin.
Ji bo vê nezelaliyê Bankaya Navendî ya Tirk dê ji bo IMF’ê nameyekê
binivîse û sedemên nezalaliyê pê re parve bike. Lê sedemên vê nezelaliyê
bi raya giþtî ya tirk re nayên parvekirin.
Ahmet Turk di axaftina xwe ya parlemenê
de bal kiþand têk çûna aboriyê
Turk, diyar kir ku Serokwezîr
Erdogan bi destê xwe siyaset rizandiye û bûye sedem ku siyaset nebe cihê
çareseriyê. Turk, anî ziman ku zêdebûna buhayê xwarinên bingehîn, germa
global û ziwahiya bi vê yekê re tê, bûye sedema zêdebûna buhayê tiþtan.
Turk, wiha got: "Tirkiye di rêza 1'emîn a welatên di bin bandora krîza
aborî de dimîne ye. Tirkiye niha ji 15 welatan, salê bi nîvekî
200 hezar ton birinc distîne. Welatê ku em di hinardeyê (îthalat) de
herî zêde girêdayî wê ne, Amerîkayê ye. Dema mirov girêdayî Amrîkayê û
ÎMF'ê be, bi awayekî xwezayî nîsk, birinc jî bi Amerîka ve tê girêdan.”
Hikumeta AKP
li þûna ku aboriyê pêþ bixe êrîþî Kurdan kir
Dewleta tirk her çiqas li xwe
neyîne derê jî sedemê bingehîn ê vê krîzê lêçûnên li hemberî gelê kurd
e. Lê rayedarên dewleta tirk li cihê ku vê rastiyê ‘bibînin’ û qebûl
bikin krîza aborî bi bê liv û tevgeriya aboriya Amerîkayê helwesta
piyasayên navteweyî ve girêdidin. Lê dema bi tenê lêçûnên destdirêjiyên
hewayî û bejayî yên li hemberî baþûrê Kurdistanê li ber çavan bêne
girtin derewa rayedarên dewleta tirk razber dibe.
Serfermandariya Giþtî ji bo
operasyona dersînor hikûmet dida zorê û hikûmetê jî rewþa aborî datanî
holê. Ligel vê peyama Hîsarciklioglu, hikûmetê lez da xebatên xwe yên ji
bo tezkereyê. Beriya 17’ê cotmahê Wezîrê Maliyeyê Kemal Unakitan jî
peyameke nêzî ya Hîsarciklioglu da. Hikûmetê piþtî ji refleksa saziyên
sermayeyê piþtrast bû di 17’ê cotmahê tezkereya ji bo þerê li hemberî
gelê kurd bi meclîsê da qebûlkirin. Ji bilî DTP’ê û Ufuk Uras û
parlamenterekî CHP’ê tezkere di çarçoveya konsepta yekgirtina neteweyî
ya tirk de hate qebûlkirin.
Dezgehên
navnetweyî jî hiþyar kirin
Saziya derecedayîna krediyê ya navneteweyî Standart and Poorsê (S&P)
tabloya aboriya Tirkiyeyê wekî negatîf revîze kir. Saziya derecedayîna
krediyê nota Tirkiyeyê ya beriya niha wekî ‘BB nelivger ’ navkiribû
guherî û kir ‘BB negatîf ’. Saziyê derecedayînê sedemê vê yekê wekî
rîskên krîza navneteweyî û aloziyên Tirkiyeyê nîþan da.
Roja saziya derecedayîna krediyê S&P’ê nota Tirkiyeyê ji ‘BB nelivger’
veguherandiye ‘BB negatîfê’ Endeksa Borsaya Qîmetên Negerguhêz 2.01 puan
li xwe kêm kirin. Ango krîzê demildest bandor li bazara Tirkiyeyê kir.
Her wiha di bazara serbest de buhayê dolar û euroyê jî zêde bû. Dolar
zêdetirî 1.30 YTL’ê, euro jî ji 2.0200 YTL’ê zêdetir bû. Ev trend heta
îro jî didome.
Pêþketina aborîyê li bakurê Kurdistanê derewa herî mezin e
Di dema hikumeta AKP de li 21
bajarên bakurê Kurdistanê feqîrî hê zêdetir bû. Ji ber xizaniyê hejmara
esên qarta kes hildidin gihiþte ji sedî 30'an. Koçberiya ji herêmê jî
nerawestiya. Her wiha gotina, 'GAP dê pirsgirêkê çareser bike' jî vala
derket û bajarên herî zêde koç jê çêdibe yên GAP'ê Amed û Riha ne. AKP
pesnên xwe dide ku hatiniya Tirkiyeyê 400 milyar dolar e, serê kesekê 5
hezar 500 dolar dikeve. Ji ber vÊ yekê jî krÎza niha herî zêde ser gelê
bakûrê Kurdistanê bandoreke gelek xirab kir.
AKP xwest Kurdan bi birçîbûnê biqedîne
AKP her çiqas di gotinên xwe de xwe þîrîn nîþanî kurdan bide, di warê
aboriyê de polîtîkaya wê li ser esara 'bi birçîbûnê terbiye kirina kurdan'
e. Ji ber ku bi vî awayî kurdan bi xwe ve girê dide, bi dayîna hin
alîkariyên rojane jî gel dixapîne.
Hikumeta AKP
ku di destpêkê de bi gotinên þêrîn Kurdan xepand û bi Mislimantiyê dengên
Kurdan girt niha ji bo parastina desthilata xwe bi hevkariya ordiya Tirk
bombe barand ser Kurdistanê.
(arþîva HAWAR DENGÛBAS /
Dîha, ajansan)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|