|
Tirkên har ser Kurdan hewla qetlîamake pêk anîn, hikumeta AKP wekî her carê
temaþe dike
30
Nîsan (Avrêl), 2008 weþandin:02:23:15 (GDK)
AMED
, bakûrê Kurdistanê -- Li Sakaryayê di encama êrîþa nîjadperestan a li
hemberî çalakiya kurdan de, kesek jiyana xwe jidest da, gelek kes jî
birîndar bûn. Waliyê Bajêr ji êrîþa ku 6 saet dom kir re got 'bûyerek
biçûk e'.
Midûrê Ewlehiya Sakaryayê
Faruk Unsal jî dema DTP'yî ji salona dawetê dihatin derxistin got ku 'wê
ev girse bi saxî û selametî bighîje mala xwe'. Lê wesayîtên ku DTP'yî tê
de bûn jî rastî êrîþê hatin. Camên wesayîtê hatin þikandin, 2 kes jî
birîndar bûn.
Ji bo Þahiya Çand û Hunerê ya
ku Rêxistina DTP'ê ya Sakaryayê ev çend roj in bi þîara 'Aþtî û Biratî'
lidar xist, çend roj in amadekarî dihatin kirin. Þahî, li Salona Dawetê
ya Funda pêk hat. Parlementerê DTP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî jî di nav
de ji hezar û 500'î zêdetir kes þevê din ji saet 18.30'an de li salonê
civiyan.
Lê dema ku wê þahî destpê
bikira, komek nîjadperestên ku hate diyarkirin endamên Alperen Ocagi ne,
li derve kom bûn û dest bi sloganên li dijî kurdan, kirin. Parlementer
Bînîcî telefonî Waliyê Sakaryayê Huseyîn Atak re hevdîtin çêkir û xwest
ku li hemberî nîjadperestan tedbîr bêne girtin.
Walî bersiva "bûyerek
biçûk e em ê belav bikin" da Bînîcî. Polîsan mudaxeleyî bûyerê nekir û
di demeke kin de komên din ên nîjadperest jî li cihê bûyerê civiyan û
dest bi êrîþa bi kevir a li hemberî salonê kirin. Di encama êrîþê de
camên salona dawetê þkestin, çend nîjadperest jî xwestin bikevin salonê
û DTP'yiyan lînc bikin. Derdora avahiyê ji aliyê nîjadperestan ve hate
dorpêçkirin, lê polîsan tenê li daketina salonê barîkat danî.
Polîs temaþe
kir
Wesayîta ku hunermendên
Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) tê de bûn jî rastî êrîþê hat.
Hunermendê bi navê Yunus Ruzgar ku di wesayîtê de bû, da zanîn ku bi
polîsan re ji salonê derketine û wiha dom kir: "Em bi polîsan re bi rê
ketin. Lê piþtî demeke kin, nîjadperest bi wesayîtên xwe li dû me hatin.
Mîna ku hertiþt plankirî be. Vê car jî dest bi avêtina keviran kirin.
Polîs 'qaþo' ewlehiya me pêk dianî, lê bi tu awayî mudaxele nedikir. Çêr
bi me kirin, camên wesayîta me þkandin. Wesayîtek ku plaqeya wê 54 PU
976 bû û tê de nîjadperest hebûn, her tim tehrîq dikir."
Midûriyeta Ewlehiya Sakaryayê,
teþebusa lîncê ya ku faþîstan li hemberî kurdan lidar xist û kesek hate
qetilkirin, di malpera xwe ya înternetê de wek “Protestoya xizmên
þehîdan a li hemberî DTP’ê” nîþan da. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku li
navçeya Karapurçekê 2 otobus hatine kirêkirin, ulkucî lê hatine
siwarkirin û li navenda Sakaryayê hatine danîn. Li gorî nûceyê, ji berê
de hatiye zanîn ku dê DTP vê þahiyê li dar bixe.
Parlementerê DTP'ê yê Rihayê
Îbrahîm Bînîcî, diyar kiribû ku di bûyerên þevê din qewimîn de polîsên
girêdayî Midûriyeta Ewlehiya Sakaryayê ulkucu belav nekirine, tenê li
wan temaþe kirine. Bînîcî, gotibû ku êrîþ bi saetan dom kiriye, Waliyê
Sakaryayê Huseyîn Atak jî gotiye 'rawestin, em ê belav bikin' lê
mudaxele nekirine û kesek jiyana xwe jidest daye.
Bînîcî, da zanîn ku
nîjadperestan xwestiye provakasyon derxin, lê ji hezar û 500'î zêdetir
kesên beþdarî þahiyê bûne, bi awayekî aqlêselîmî nehiþtine ku ev
provakasyon pêk bê. Bînîcî wiha dom kir: "Girseya me li me guhdarî kir.
Gotin ku wê bi tu awayî nehêlin provakasyon derkeve. Me pêþî li bûyerek
mezin girt. Girseya me wiha aqlêselîm nebûya, wê ev der bibûya dojehek.
6 saet, girseyê bi gotina me kir. Walî û Midûrê Ewlehiyê, her wiha hêzên
ewlehiyê jî, di vê mijarê de bihîstyar nebûn. Herwekî girseya li derve,
tehrîq kirin." Bînîcî, da zanîn ku Midûrê Ewlehiya Sakaryayê Faruk Unsal
jî dema DTP'yî ji salona dawetê dihatin derxistin gotiye 'wê ev girse bi
saxî û selametî bighîje mala xwe'. Bînîcî, wiha got: "Ji me re gotin 'me
tedbîr girtin', lê wesayît rastî êrîþê hatin û 2 kes birîndar bûn. Xuya
ye ku hertiþt organîzekirî ye. Em ê piþtperdeya vê bûyerê lêkolîn bikin.
Di encama vê êrîþê de rêhevalek me yê 65 salî þehîd ket."
Cenazeyê Ebubekîr Kalkanê ku faþîstan
qetil kir hate veþartin
Cenazeyê Ebûbebîr Kalkan ê 65
salî ku li Sakaryayê di encama teþebûsa lînçkirinê ya li hemberî
DTP'yiyan de krîza dil derbas kir û jiyana xwe jidest da, li
Sakaryayê hate definkirin.
Cenazeyê Ebubekîr Kalkan ê 65
salî ku ji Navçeya Qerqeliya Wanê ye û krîza dil derbas kir û jiyana xwe
jidest da, ji bo ku sedema mirina wî bê zelalkirin, þandibûn Saziya Tiba
Edlî ya Stenbolê. Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna û rêveberên Navenda
Giþtî ya DTP'ê jî beþdarî merasîma cenaze bûn.
DTP: Dewlet naxwaze kurdan
biparêze
Êrîþa ku li hemberî þahiya
‘Aþtî û Biratiyê’ ya ji aliyê DTP’a Sakaryayê ve hate lidarxistin pêk
hat û bû sedema mirina kesek, hate þermezarkirin. Alîkarê Hevserokên
DTP’ê Mustafa Sarikaya, diyar kir ku dewlet li hemberî êrîþan bi
xweþbînî tevdigere û tedbîran nagire. Sarikaya hiþyariya “Em banga
aqlêselîmiyê li gelê xwe dikin. Lê ger ku êrîþ bidomin, wê tu kes
nikaribe pêþî li hawira kaosê (tevlihevî) bigire” kir. Sarikaya, diyar
kir ku çalakî ji berê ve hatiye plankirin, destûrên pêwîst hatine girtin
û tedbîrên ewlehiyê ku kêm hatine girtin, rexne kir. Sarikaya, diyar kir
ku hesasiyeta ew di hêla pêvajoya Tirkiye tê de ye de nîþan didin, ji
aliyê dewletê ve tê piþtguhkirin û wiha dom kir: “Em dibêjin ku hin
derdor, dixwazin me ber bi riyeke cuda ya siyasî ve bikiþînin û
mudaxeleyî pêvajoya ku em dixwazin pêk bê, bikin. Em dibînin ku dewlet
di vê mijarê de tedbîrên cidî negirtiye, digel ku parlementerên me li
wir bûye, bi sedan mirovên me di hundir de asê mane, tedbîrek cidî
nehatine girtin, mudaxele nehatiye kirin, bi vî awayî, li hemberî vê
keriya qetilan xweþbînî nîþan daye.”
Dewleta Tirk êrîþan fît dike
Bi hemane bi bilind bûna êrîþkariya dewleta Tirk ser gelê Kurdistanê û
êrîþên ser Kurdistana azad. Li bajarên Tirkan êrîþî Kurdan tên kirin,
malên Kurdan tên þewitandin, malên Kurdan tên talan kirin, saziyên
kurdan tên xêra kirin, heqeretên bê dawî li Kurdan tê kirin.
Li dewleta Tirk bi taybetî bajarên Tirkan ku xwedî nifuseke zêde ya
Kurdan in , êrîþ û zextên Tirkên faþîst jî bi hevlariya medyaya Tirkî
zêde bûn. Dewleta Tirk ku bi dehan salan di þereke ne mafdar ya dijî
têkoþîn a azadiyê ya Kurdan dimeþîne û di pêvajoya dawî de jî li
beramberî yekreziya Kurdan di warê dîplomatîk û rastiya kurd û
Kurdistanê de careke din kete tengasiyê niha tirkên ku ji aliyê dewleta
Tirk ve bi dehan salin bi înkara gelê kurd hatine xepandin bi hestên
þovenî êrîþ û talana gelê kurd dikin.
Provokasyon û tahrîkên ku bi pêþengiya nijadperestan ve tên kirin, beþên
ewlekariya dewletê li dijî van êrîþan bêdeng dimînin. Avahiyên dezgehên
Kurdan tên talankirin û li gelek cihan hewldanên lîncê û êrîþên çêkdarî
pêk hatin. Bi van hewldanan û bêdengiya dewletê Tirkiye ber bi þerekî
navxweyî ve diçe.
(HAWAR DENGÛBAS /
Dîha, ajansan)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
           
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe
Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve
           
RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|