|
AKP bo hilbijartinên herêmî dest bi sextekaryan kir
03
Rêbendan (Çile), 2008 weþandin:13:35:34 (GDK)
AMED,
bakurê Kurdistan
-- Hikûmeta AKP’ê bûdçeya xwe ya ji bo hilbijartinên herêmî
ku dê di adara 2009’ê de pêk bên diyar kir. AKP bi mebesta
hilbijartinan dê di nava 2008’an de bertîlê belav bike. Hikûmeta
AKP’ê dê bi mebesta hilbijartinan biryara dayîna 17.1 milyar
YTL’yan a ji bo þaredariya girt.
Hikûmet ji bo zêdekirina çavkaniyên aborî yên ji bo rêveberiyên
herêmî dê li hêviya derketina Pêþnûmeya Qanûna Rêveberiyên Îdarî
û Herêmî raweste. Di vê pêþnûmeyê de karê þaredariyan tê
zêdekirin û di warê çavkaniyan de jî walî têne serdestkirin.
Hikûmeta AKP’ê beriya 15 mehan berê da hilbijartinên herêmî û dê
ji nîsana sala 2008’an pêve lezê bide xebatên xwe. Hikûmet xwe
amade dike ku çavkaniyên nû ji þaredariyan veder bike. Ligel
vederkirina çavkaniyên aborî, hikûmet amadekariyan dike ku
Pêþnûmeya Qanûna Rêveberiyên Herêmî bi parlamentoyê bide
erêkirin û beriya hilbijartinên adara 2009’ê bêxe meriyetê.
Bivê sererastikirinê ji xezîneyê 2.1 milyar YTL pereyê zêde wekî
çavkanî dê li rêveberiyên îdarî yên herêman bê belavkirin. Ji
ber zêdehiyên di bûdçeyê de ji ber kêmkirina 0.6 puanên ji
faîzan, derdikeve holê jî dê ji bo rêveberiyên îdarî yên herî bê
vederkirin. Li gorî reqemên di Bultena Hesabên Cemawerî de
hatine aþkerakirin ji bo þaredariyan 11 milyar 760 milyon YTL
hatine vederkirin. Dayîna texmînî ya ji bo salê 13.2 milyar YTL
ye. Di sala 2008’an de tê fikirin ku çavkaniyeke bi 15 milyar
YTL’ê ji bo þaredariyan bê vederkirin.
Dê li hêviya Maqeqanûna nû rawestin
Heke tu guhertin çênebin dê hilbijartinên ku rêveberên
þaredariyan ji bo 5 salan diyar dikin di sala 2009’an de pêk
bên. Beriya vê dîrokê ji bo ku hêza aborî bidin sazûmanên
cemawerî, sekneke ji bo Pêþnûmeya Qanûna Rêveberiyên Îdarî yên
Herêmî di nava sala 2008’an de bikeve meriyetê. Cîgirê
Serokwezîr hefteya borî bi daxuyaniyekê aþkera kiribû ku, ew ji
bo guhertina vê qanûnî li hêviya Makeqanûna nû bisekinin.
Pêþnûmeya Qanûna Rêveberiyên Îdarî yên Herêmî ku dê piþtî
guhertina Makeqanûnê bikeve meriyetê, çavkaniya aborî ya
xizîneyê ya ji bo rêveberiyên herîmî zêdetir dike.
Çiqas çavkanî têne vederkirin?
- Heta dawiya mijdara 2007’an çavkaniyeke bi qasî 11 milyar û
760 milyon YTL’an ji rêveberiyên herêmî re hatine þandin.
- Dayîna texmînê ya salê 13.2 milyar YTL ye.
- Tê plankirin ku di sala 2008'an de 15 milyar YTL bê
vederkirin.
- Tê plankirin ku çavkaniyeke bi zêdeyî ya bi qasî 2.1 milyar
YTL bê vederkirin.
- Çavkaniya ji Fona Zêdebûna ji Faîzan jî ji bo rêveberiyên
herêmî vê vederkirin.
Çavkanî dê çava bêne belavkirin?
Ligel daxuyaniya Cîgirê Serokwezîr Hayatî Yazicioglu gumana ji
bo belavkirina van çavkaniyan a adilane derket holê. Yazicioglu
bi awayekî aþkera aniye ziman ku ev çavkanî dê girêdayî
Pêþnûmeya Qanûna Rêveberiyên Îdarî û Herêmî dê bêne vederkirin.
Li gorî guherînên di pêþnûmeya qanûnê de têne pêþniyarkirin,
barê kar û barên þaredariyan têne zêdekirin û di warê aborî de
jî Îdariyên Taybet ên Bajaran serdest dibin. Çavkaniyên aborî dê
bi destê waliyan têne belavkirin. Di rewþeke wisa de bi taybetî
li bajar, navçe û bajarokên rêberiya þaredariyê di destê DTP’ê
de fikara
Tirkiye bi zemên cur bi cur kete sala 2008 an
Li Tirkiye, faturaya þer wê bi zamên sala 2008an ji gel
bistînin. Di meha dawî de tenê bîlançoya rojekê ya êrîþên li ser
Kurdistana azad 20 milyon dolar e.Parlamenterê DTP'ê Hasîp
Kaplan, buhayê operasyona derveyî sînor anîbû rojeva parlamenê û
hiþyar kiribû ku wê hukûmet zaman bike.
Beyî ku demeke dirêj derbas bibe, li Stenbolê zam danîn ser avê
û paþê jî berhemên tekel û satomeniyê.
Di roja destpêkê ya sala 2008an de jî gel wê buhayê çûnûhatin,
elektrîk, gaza xwezayî û bacan êdî bi zam bide.
AKP ku ew 4 sale zem çênedikir û gel dixepand niha heyfa 4 salê
ji careke digre.
Bi vî avahî derdikeve holê ku AKP tenê zemên wek elektrîk û gazê
paþve xistiye.(Dîha
/ ajansan)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|