|
Berfa zêde li gelek bajarên bakûrê Kurdistanê bû sedema tevlîheviyan
30
Rêbendan (Çile), 2008 weþandin:16:23:28 (GDK)
AMED,
bakûrê Kurdistan (HAWAR DENGÛBAS)
-- Li bakûrê Kurdistanê berf bû sedema tevlîhevîyê û jîyanê
da sekinandin. Ji berfê bi hezaran riyên gundên bakurê
Kurdistanê jî hatine girtin.
Her wiha barîna berfê
bû sedema gelek qeza û tengasiyan.
Ji ber berfê, cemedê û
sermayê gel di gelek waran de tengasî dikþîne.Li gelek deveran
de kêþeyên elektrîk,av,gihandin,rê û pirsgirêkên cûrbecûr heye.
Li bajarên Colemêrg,
Riha, Sêrt, Þirnex, Meletî, Sêwas û Erziromê jî berfê gelek rê
girtine. Li navenda bajaran jî xebatên paqijkirina berfê tê pêk
anîn.
Li bajarê Diyarbekîrê
jî berf bariya lê ji ber ku ne zêde bû di nava rojekê de heliya.
Tengasî derkevin
jî barîna berfê dibe sedema kêf xweþiyê
Di gelek bajaran de berf bariya û di gelek bajaran de jî barîna
barana xurt didome û pileya germahiya hewayê jî gelek daketiye.
Lê her çiqas ber dibe sedema tengasiyan jî di warê zêdebûna
rêjeya avê de û warên çandinî û sirûþtî de gelek feydeyên barîna
berfê heye û bi taybetî kêfa cotkaran ji vê yekê re tê.
Tê ragihandin ku li
hin deverên Kurdistana Rojhilat gelek riyên gûnd û taxên wan
deveran hatine girtin. Li navçeya Îmranî ya Sêwasê ji ber aþîtê
xaniya malbatakê hilweþiya.
Ji, berfê gelek
seferên firokeyan li bakurê Kurdistanê jî hatine betal kirin.
Li
Colêrmerg û Sêwasê aþît çêbûn
Her wiha li Colemergê
jî li gundekê ji ber aþîtê 2 kes di bin berfê de man û hê
xebatên lêgerina wan 2 kesan didome.
Divê hemwelatî tedbîrên
xwe verbigrin
Li gor agahîyan bi sebebê zeqemê û nexweþîyên ji sermayê jî gelek kes serî li
nexweþxaneyan dixin.
Rayedar û bijîjkan di wan waran de gel hiþyar dikin;
● Dema derdikevin derva pêlavên naþemitên têxin pîyê xwe û destê xwe jî
nexin birîkên xwe da ku diketinekê de bêkeys nekevin.
● Bê zencîr erebe bila dernekevin tirafîkê
● Ne mecbûrî be bila kes ji malê xwe dernekevin
● Li þûna erebeyên þexsî bila herkes otobusên giþtî bikarbînin.
Dewleta Tirk li
bakûrê Kurdistanê xebatên pêwîst pêk nayîne
Dewleta Tirk wekî her bûyerên li bakûrê Kurdistanê ne di nava livûtevgerê de
ye. Tengasiyên bi vî rengî dema ku li stanbol an jî bajarekî din ya
Tirkîye pêk tên medyaya Tirkî û dezgehên Dewleta tirk bi lezî radibin
serpiyan û bi rojan di medyayê de bê navber nûçeyên tengasiyan didin, her
tim dibêjin "cewazî di navbera tu herêmên Tirkîye nîne û ew jî ji me ne" lê
helwesta wan bo Kurdistanê ku ne wek beþa Tirkiyeyê ye.
Wek tê zanîn ji ber ku Dewleta Tirk veberhênana pêwîst bo bakûrê kurdistanê
pêk nayîne û ji ber vê yekê jî binesazîya bajarên li herêma bakûre
Kurdistanê ne sexlem in û di karesatan sirûþtî de dirûxin. (HAWAR
DENGÛBAS)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
          
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|