|
Rewþenbîrên Kurdistana Federal: Lazime ji bo rizgariya netewî hemû Kurd
bibin yek
03
Rêbendan (Çile), 2008 weþandin:13:35:34 (GDK)
DUHOK,
baþurê Kurdistan
-- Rewþenbîrên kurd ên li bajarê Duhokê der barê êrîþên
hewayî yên Tirkiyeyê yên li dijî herêma Qendîlê de, diyar kirin
ku Amerîka li aliyekê xwe wekî dostê kurdan nîþan dide û li
aliyê din jî li hemberî gelê kurd durûtiyê dike. Rewþenbîran
daxuyand ku durûtiya Amerîkayê ya ku kurdan difiroþe dijminên
wan, nayê qebûlkirin. Rewþenbîra anî ziman ku lazim e ji bo
rizgariya neteweyî hemû kurd bibin yek û yekîtiya kurdan wekî
riya xilas bûnê ye tekane nîþan dan.
Nerazîbûnên li hemberî êrîþa hewayî ya bi hevkariya Amerîka,
Iraq, Îran û Herêma Kurdistanê bi destê Tirkiyeyê li hemberî
PKK'ê pêk hatî didomin. Rewþenbîrên li Duhokê nerazîbûn nîþanî
vê hevkariyê dan û helwesta Amerîkayê jî wekî durûtî nirxandin.
Nivîskar û Hindekarê Zanîngeha Duhokê Dr. Kamuran Berwarî,
bombebaran bi tûndî þermezar kir û anî ziman ku di Cejna Qurbanê
ya îsal de zarok, jin û xortên kurd ji hêla desthilatdaran ve
hatine qurbankirin.
Berwarî, da zanîn ku ev tarza siyaseta dûjminên kurdan a
sedsalên dawiyê ye. Berwarî wiha axivî:
'Ji bo kuþtina kurdan dijmin jî bûn yek'
"Ev rewþên li Baþûr û Bakûrê Kurdistanê tê jiyîn rewþek hêsan
nîne. Di asta navneteweyî de li ser axa me nexþeyekî mezin
hatiye xêzkirin. Li ser axa me planên mezin hene. Ji ber vê yekî
divê kurd hemû pir hiþyar bin. Lewre di bin kurd di bin gefa
tunekirinê de ne. Divê kurd riyekî ji xwe re hilbijêrin. An wê
bi xebat, xweragirtinê, yekîtiyê riya armanca pîroz a rizgariyê
hilbijêrin, an jî kurd û desthilatdarên herêmê dê dest ji
siyaset û armanca xwe berdin û xwe teslîmî dûjminan bikin. Diya
yekemîn dê serfiraziyê bîne û ya duyemîn jî bindestiya kurdan e.
Bi durûtiyê li herêmê tiþtek bi rêve naçe. Em dizanin piþtî çûna
Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan a Amerîka rewþekî din a nû peyda bû
li herêmê. Heta dewletên li dijî hev jî ên wekî, Îran, Amerîka,
Îngilistanê û Tirkiye ji bo tunekirina kurdan bûne yek. Li vir
divê kurd helwesta xwe nîþan bidin. Nabe ku li derekî neft û
serwet ji aliyekî re here û þer û komkujî jî li ser herêmekî
kurdan ve here. Ev operasyona ku ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî
kurdan hatiye pêkanîn ne ji hêzbûna tirkan e. Ji ber lawaziya
Tirkiyeyê ye."
'Ne Îskenderê Mezin ne jî Cengîzhan bi kurdan nekarî'
Di berdewama axaftina xwe de Berwarî, diyar kir ku Tirkiye bi
operasyonan û bombebaranan nikare bi ser bikeve û destnîþan kir
ku dewleta Tirkiyeyê îro, pêtir tengav bûye. Nivîskar Dr.
Kamûran Berwarî, wiha got: "Dewleta Tirkiyeyê, îro pêtir tengav
bûye. Ji ber vê yekî ye hikûmet û artêþ bûne yek, dixwazin
aboriya Tirkiyeyê ya têkçûyî xilas bikin.
Tirkiye wisa here nikare bikeve Yekîtiya Ewropayê jî. Tirkiye
heke bi dîktatoriyê dom bike, nikare xwe li ser piyan bigire. Li
pêþiya Tirkiyeyê jî du rê hene. An dê riya dijminatiyê bidomîne
û têk here, an jî dê riya aþtiyê hilbijêre û bi aramiyê bijî.
Tirkiyeyê heta niha riya dijminatiyê bi kar anî û xwest ku
gelekê biqelîne lê ligel hemû hovîtiyê jî serneket. Li gorî
pratîka pêþerojê dê Tirkiye cardin bêencam bimîne. Ji bo Erdogan
þerbeta Sedam venexwe lazim e di zûtirîn demê de hiþyar be. Di
dîrokê de Cengîzxan heta Îskenderê mezin xwe li kurdan ceriband
lê yek jî bi ser neket."
'Durûtiya Amerîkayê nayê qebûlkirin'
Li ser durûtiya Amerîkayê ya li hemberî gelê kurd jî Berwarî
daxuyand ku kurd li hemberî alîkariya Amerîkayê pir bi hêrs in û
nerazî ne. Berwarî ev tiþt gotin: "Kurdan Amerîka wekî dostekî
xwe yê stratejîk dizanî. Bi taybetî jî kurdan qet bawer nedikir
ku Amerîka dê di vê pêvajoyê de alîkariya dijminên kurda bike.
Ku îro operasyon hatibe kirin ev bi alîkariya Amerîka û Iraqê
pêk hatiye. Destûr ji hêla Amerîkayê ve hatiye dayîn û axa
kurdan cardi hatiye binpêkirin.
Binpêkirina sînorên welatek din di heman de mê de hiqûqa
navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî jî eleqedar dike.
Kurd vê yekê qebûl nakin ku li aliyekê Amerîka xwe wekî dostê
kurdan nîþan bide û li aliyê din jî alîkariya bide dijminên
kurdan. Kurd êdî van polîtîkayan dizanin. Dema kurdek li
perçeyek din tê kuþtin kezeba hebû kurdan diþewite."
'Lazim e rayedarên Kurdistanê helwesta xwe zelal bikin'
Berwarî helwesta rayedarên Herêma Kurdistanê jî rexne kir û
daxuyand ku lazim e rayedarên Herêma Kurdistanê helwesta xwe ya
di dema tezkereyê de di dema operasyonan de jî bidomandina.
Berwarî wiha dirêjî da axaftina xwe:
"Lazim e rayedarên Kurdistanê cardin helwesta xwe di ber çavan
de derbas bikin. Ji bo cardin êrîþ li hemberî Qendîlê pêk neyê
divê bi biryarî li hemberî Tirkiyeyê derkevin. Di dema tezkerê
ye hemû sazî û dezgehên kurdan, zarok, jin û merên kurd
nerazîbûna xwe anîne ziman. Lê ligel vê dijberiya mezin jî
cardin rayedarên herêmê destûr dan ku bombe di ser herêmê de bê
barandin. Ev ne helwestek neteweyî ye. Lazim e em destûr nedin
li ser kurdan bazirganî bê kirin. Divê hikûmeta me jî li dijî
dijminan helwestek tûnd nîþan bide. Ku mirov li gorî dilê
dijminan biçe, hingê herkes dike rayedariyê bike û serokatiyê
bike. Lê hikûmet, rayedarî û desthilatdarî wisa nîne. Lazim e
nexþeyekî te hebe, hêlekî diyarkirî hebe, stratejiyek diyarkirî
hebe ku gelê te bizanibe pistgiriyê bide te. Mebesta min ew e ku
kurd bibin xwedî îrade û xwedî li doz û welatê xwe derkeve.
Lazim e baþ bê zanîn ku xirab bûna têkiliyên di navbera PKK, YNK
û PDK'ê tunebûna kurdan e. Lazim e ev hêz bikaribin hev bigirin.
Ev ne cihê þerm û tirsê ye. Ev pêdiviya gelê kurd û netewtiya
kurdan e."
'Ligel alîkariya Amerîkayê operasyona Tirkiyeyê bûye fiyasko'
Siyasetmedar Dr. Hiþyar Abdullah jî, bi taybetî jî rayedarên
herêmê û Amerîka rexne kir û ev tiþt gotin: "Niha berjewendiya
Amerîka çiye ku alîkariyê dide dijminê kurdan û li serê çiyan
ciwanên kurd û bi dijminan dide kuþtin. Ev yek cihekî þermê ye
ku rayedarên kurd rabin têkiliyê bi welatên mezin re danên û
alîkariya wan bikin ku bombeyan di ser gelê kurd ê belengaz de
dibarînin. Ev yek nayê pejirandin. Amerîkayê jî heman tiþt kir.
Siyaset, rojek û salek nîne. Amerîka sedî sed di Rojhilata Navîn
de welatek mezin û desthilatdar e. Ev yek aþkera ye. Lê ligel
alîkariya Amerîkayê dîsa artêþa Tirk tiþtek bi dest nexistiye.
Wan hesab dikir dê bi bûhayê 10 hezar benzîn bixin teyareyên xwe
û qampên PKK'ê bombebaran bikin û þervanên azadiyê xilas bikin.
Lê çi bû? Ev armanca wan fiyasko derket, tistê dixwestin
derneket, berovajî, destê wan vala vegeriyan."
'Lazim bû Herêma Kurdistanê axa xwe biparasta'
Abdullah daxuyand ku lazim bû Hikûmeta Kurdistanê bidana nîþan
dan ku dema Tirkiye bikeve nav axa Herêma Kurdistanê dê li
pêþiya xwe bi hezaran pêþmergeyan bibîne. Abdullah derbirî ku
wisa bihata kirin dê Tirkiye hezîmetek mezin bijiya û dê hêza
gelê kurd jî bidîta. Abdullah anî ziman ku gelê kurd yekîtiya
xwe biafirîne dê Tirkiye cihek birevê nebîne.
Nivîskarê bi nave Dr. Faysel Xelef jî xwest ku divê gelê kurd li
çar aliyan rabe ser piyan û hêrsa xwe nîþanî dijminan bide.
Xelef, bang li gelê kurd kir ku li her derî li dijî van
bombebaranên dewleta tirk derkevin û xwepêþandanan lidarbixin.
(ajansan)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|